Bi Giştî Sînema û Dîroka Destpêka Sînemaye

BI Giştî Sînema û Dîroka Destpêka Sînemaye[1]

Di vê beşê de bi awayekî giştî li ser danasîna sînemaye û li ser dîroka destpêka sînemaye birawestin. Peşî sînema an ku film çiye yê werê tarîfkirin. Duvre dîroka destpêka sînemaye ye werê lêkolînkirin.

Danasîna Sînemaye

Bêguman dema ku sînema tê gotin bi wateya film tê gotin. An ku dema mirov dibe sînema di hişê mirovan de film bi beden dibe. Naxwe film heman dem bi wateya sînemaye jî tê bikaranîn.

Film Çiye?

Film, bi kameraye kişandina dîmenane. Tenê kişandina bi kameraye nabê film. Her filmek xwedî paşxaneyek û xebatên teknîkîye jî. Derhêner, çîroknivîs, kamera, cîh, lîstikvan an parçeyek ji sirûştê, montaj, pêşkeşkerin û temaşevan bi giştî endamên filmekî ne. Bi awaye kî dî film; dîmenên ku ji hev cûdane, bi saya roniyekê li ser perdeyeke bi awayekî pişt hev û bilez ku tê tevgerkirin û tê xuyakirin ew dibe film.

Di hunera sînemaye de di navende de dîmene dîtbariye heye. Hunera sînemaye li ser bingeha dîmenaye. Bê dîmen filmek naye kişandin. Ji xwe cudahiya sînemaye ji hunerên dî nîşandana dîmenên bi tevgere. Sînema; qeydkirina dîmen û denge jiyane bi formate film e. Dema dîmen û deng bi ser şerîda film werê qeydkirin û ev qeyd li deverekê werê nîşandan dibe filmekî sînemaye.

Peşî çêkirinên mezin bi naveroka xwe bala mirovan kişandin ser sînemaye. Ev jî ji dîmenê ku baş hatine montajkirin, lihevhatina dîmen û deng, hunandina naverokeke baş pêk tê. Piştî vêna êdî film ji çi vedibejê bere xwe didin çawa vedibejêye. Tenê naverok an ku mijar nabe filmekî baş. Ji bo filmekî baş dive montajeke baş hebê. Bi taybetî montaja dîmenan û ya dengan dibe li hev werin. Piştî demekê êdî başbûna filman ji çi dibejê berê xwe dide çawa vedibejeyê. Her berhemên hunerî bi temaşevanên xwe re diaxivê, xwe pê dide naskirin. Ji bo filmekî û produksiyona film tişta herî girîng temaşevanen. An ku temaşevan nebin ti wateya filmekî sînemaye jî namenê.

Piştî van agahiyan gelo film çiye? Ji hêlekê ve di nav têkilîyên aborî de berhemekê çêdike û ji bo vê hilberînê kedekê dixwazê û ji bo vê armancê gelek xebatkaran têne bal hev. Film divegere malekî û bi firotina biletan û peymanan buhayekî guhartine bidestdixe. Filmek dinav xwe de gelek beşan dihewinê. Her çiqas wek berhemeke hunerî jî werê lidarxistin jî ev berhem bi kedekê çêdibe. Ev ked jî bêgûman buhayekî dixwazê. An ku sînema vedigerê karekî bazirganî. Ji bo vî karî jî sînema gelek mirovan ji bo filmekî bi bal hev ve topdike. Ev kes kedekê ji bo kişandina filmekî xerc dikin.

Naxwe, ji fikra kişandine heta nivîsandina senaryoye, ji senoryo heta temaşekirina temaşevanan û bi produksiyona xwe (derhêner, çêker, kamerevan û hwd.), bi bazara xwe û bi hatina karê xwe ev pêvajo dibin beşên filmekî.

Dîroka Destpêka Sînemaye

Wek her curêyên huneran destpêk û dîrokeke sînemaye jî heye. Ya rast destpêka sînemaya li gor hunerên dî ne gelekî kevne. Lê sînema di demeke kin de pevajoyên mezin derbaskirin. Sînema îro dinav huneran de ji hêla zû belavbûn û bandore ve ketiya rêza yekemîn de.

28e Çileyê Pêşîna sala 1895an roja Şemiyê Biraderên Lumiêre li Parîsê di Otela Grand de dinava Grand Cafê de filmekî nişan didin. Ev nîşandana film wek destpêka sînemaye tê qebûl kirin. Her çiqas ev roj wek destpêka sînemaye werê qebûl kirin jî bêguman heta sînema gihaştiye vê astê xwedi tecrubeyên kevintire. Bi gotineke dî paşxaneyeke ve nîşandana filman heye.

Bêguman sînema di careke de derneketiye ser rûye dinyaye. Wek her tiştî pêşiya sînema jî xwedî dîrokeke. Ji ber ku sînema ji weneyan an ku ji dîmenan pêk te bêguman destpêka sînemaye wene têne qebul kirin. Beriya ku wene werê îcat kirin, elbet resmên ku ji hêla resaman ve hatine çêkirin jî di dîroka sînemaye de cihekî giring digrê. Eger em li ser şopa dîroka sînemaya bikevin dibe em herin berîya destpêka dîrokê. Beriya ku dîroka niviskî destpêbike mirovan li ser dîwarên şikeftan weneyên heywanan çekirine. Bi awayekî ku kevirê şikefta bikolê ew wene çêkirine. Ev wene ji birengan xemilandine. Taybetmendiya sînemaye tevgera weneyane. Ji bo vena jî mirovên ku li ser dîwarê şikeftan wene çêkirine ji bo ku tevgereke bidin heywanan, heywanên çar ling wek heşt ling neqş kirine. Wek di vir de tê xuyakirin em dikarin dîroka sînemaye bibin heta serdemên neolitîk jî. Ji xwe heta filme pêşî hatiye kişandin bêguman keda xabatên beriya we yen serdemên kevin jî heye. Îro sînema dibe ku xewn û xeyalên mirovên serdemên kevîn be.

Piştî serdema neolitîk Çîniyan beriya Îsa sedsala 11an de bi reya roniye listikên sîye çekirine. Sî dane ser dîwaran. Beriya Îsa di sedsala 6an de Japonan bi rêya neynikan tevgerên mirovan nişan dane. Listikên sîyan ji Çînê li dinyaye belav bûne. Bandora van listikên sîyan di sedsala 17an de gihaştiye Ewropa.

Li her deverên cihanê mirovan ji bo ku xeyalên xwe bi mirovên dî bidin nîşandan xebatên ji hev cûda hatine lidarxistin. Di sedsala 17an da îcada fenera efsûnî wek peşiya sînemaye te dîtin. Li ser camekê weneyên ku hatiye xêz kirin bi rêya roniyê dadide ser perdeye.  Lêkolinêre Elman Athanasius Kircler (1602-1680) heman tişt an ku fenera efsûnî bi reya mercekan dadide ser perdeye. Ev xebat li devereke din ya cihanê bi pêşketinên dî didome. Lêkolinêre Belçîkî Robertson (1763-1837) heman tişte an ku fenera efsûnî pêştetir dibe û li ser tekeran bi awayekî bêdeng dihelê ku cîh biguherêne. Temaşevan vî cîh guherînê nabîne. Bi vî awayî efsuneke li ser temaşevanan bandor dike.

Lêgerîna ku dîmenan li cihekî cûda bidin nîşandan didome. Di salên cûda de li welatên cûda de ji hêla lêkolînerên cûda ve ev xebat bi awayekî têne meşandin. Ji bo peşketinên beriya sînemayê doktorê Îngilîz John Ayrton di sala 1825an de bi navê Tomatrop pêlistokekê îcad dike. Di sala 1832an de lêkolînere Belçîkî Josepf Antine bi navê Fenakistiskope pêlistokekê îcad dike. Ressamê Edinburghî Robert Barker, weneyên xwe wek Panaromayeke neqş dike. Li Parîsê di sala 1823 Daguerre bi navê Diaroma tabloyan çêdike ku ev bi roniya ku ji pişt weneyan ve tê rewşa weneyan ya dîtbarî diguherene. Ji vir tê xuyakirin ku mirovan her tim xwestine ku dîmenan ji deverekê bar devereke dî bikin û van dîmenan bitevger bikin. Ev xeyal tev ji bo sînemaye bûne bingeh.

Bêguman ji bo îcadkirina sînemaye dibe pêşî fotograf hatibane îcat kirin. Xebatên ku ji bo dîmenan qeydbikin heta ku fotograf hate îcadkirin bêrawestan hatin domandin. Du Fransiyên ku navên wan Jacques Mandê Daguerre (1787-1851) û Joseph Nicêphore Hiêpce (1765-1833) 19e Tebaxa 1839an fotograf îcad kirin. Bi vî awayî tişt bi awayekî rast derbasî ser kaxezê dibûn. Piştî dîtina fotograf di dawiya sedsala 19an de George Eastman (1854-1932) filmê fotografan dît. Îcadkirina fotograf ji bo sînemaye gava herî mezin bû. Piştî ku dîmen hatin qeydkirin ji bo ku ew dîmen bibin film dibe ew dîmen bi awayekî tevgerkiriba ne.

Piştî van pêşketinan ji bo ku sînema werê îcad kirin tenê tevgerkirina fotografan mabû. Edî lêkolîner ketin pey xebatên ku weneyan bidin tevgerkirin. Bi vê armancê lêkoliner Emile Reynaud (1844-1918) di sala 1878an de di Pêşengeha Parîsê de pêlistoka ku bi navê Fenakisttiskop icad kir. Fotografên ku hatine kişandin li pey hev tevgerdikirin, bi vî awayî tevgerek didan fotografan.

Piştî ku yekemîn projeksîyana sînemayî 28ê Kanûna 1895ê li Parîsê, li Grand Cafêye, ji aliye du birayên bi navê Auguste û Louis Lummiêre ve hate çêkirin. Bi vê nîşandanê bi wateya xweyî îro sînema tê îcadkirin û ev nîşandan wek destpêka sînemaye tê qebûlkirin.

Ev hunera nû di demeke kin de li her deverê cîhanê belavdibe. 1896an de sînematograf li London û Brukselê, duvre li Berlîn û Madridê, duvre li Sirbistan, Rusya, Romanya û li Stenbolê bi temaşevanan re hev naskirin. Di sala 1896an de di meha Gulanê de operatorên Braderên Lumiere digihijin Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA). 29e Hezîrana 1896 de gelê New Yorkê bi sînemayê re hevnas dibe. Lê ev filmên pêşî yên ku Biraderên Lumiere bi mirovan dan nîşandan kurtefilm û belgefilm bûn. Ev film reş û spî bûn. Heman dem ev film bêdeng jî bûn.

Filmên Braderên Lumiere yên ku di dîroka sînemaye de cara yekem hatine kişandin û nîşandan ev in;

  1. Sortie de I’usine Lumiere a Lyon (Karkerên Ku Ji Kargeha Lumiere Ya Li Lyonê Derdikevin)
  2. Querelle de Bebe (Tekoşîna Zarokê)
  3. Bassin de Tuileries ( Hawizê Tuileries)
  4. L’arrivee d’un Train ( Hatina Trenêkê)
  5. Le Regiment (Leşkerî)
  6. Marechal Ferrant (Nalbend)
  7. Partie D’ecarte (Lîstika Kaxezan)
  8. Mauvaises Herbes (Geya)
  9. Le mur (Dîwar)
  10. La mer (Derya)

Ev her deh film cara peşî li salonekê bi biletan ji temaşevanan re hatine nîşandan. Ji xwe ya ku ev nîşandan wek destpêka sînemaye nîşan dide jî ev peşkeşkirina profesyonel e. Braderên Lumiere bi deh filmên xwe ku temaşevanan pere bê dabûn, pêşedaneke filman cara yekem bi awayekî profesonel kiribûn. An na beriya van filman jî li deverên cûda film hatine kişandin. Li DYA Edison, li Elmanya Max Skladanowsky, li Britanya William Friese-Greene di demenên nezî hev de alava ku wêneyên bi hareket nîşan dide îcad kirine. Ev kesên ji welatên cûda alavên cûda îcad kirine. Lê cara yekem bi awayekî ku bi pere pêdayîbin ji hêla Braderên Lumiere ve hatiye li dar xistin.

Filmên pêşî bi awayekî sirûştî dîmen ji jiyana civakî dihatin qeydkirin. Lê filmên ku çîrokan wan heye cara yekem Georges Mêliês (1868-1938) çekiriye. Filmên ku bi çîrok an ku bi senaryo cara yekem ji hêla Georges Melies ve hatine kişandin. Beriya wî tev bi awayekî dokumenterî bûn. Bi taybetî kamera bêtevger bû. Dîmen ji jiyana rasteqîn bûn. Listikvan û planek tê de nebû. Lê piştî ku Melies bi senaryo film kişan edî ji bo filmekî mijarek û senaryoke lazim bû. Ji bo ku ev mijar werê şîrove kirin listikvan û sirûşt lazim bû. An ku her pêşketina sînemaye bi xwe re pêdiviyên derxistin meydanê.

Mêlies; mijara filmên xwe dinivîsand, sahne xêzdikirin û duvre dixistin film. Bi vî awayî sînema ber bi kemalbûne ve dimeşiya. Di sala 1903an de sînema gihişt asta filmên bi mijar. Di ve bazarê de Braderên Lumierre netêgihiştin ve aste. Heta vê salê film bi tevahî li ser dîmenên jiyana rasteqîn bûn. An kû wek dokumenterekî mijara xwe raste rast ji jiyanê digirtin. Lê piştî sala 1903an êdî sînema berê xwe da çîrokan an ku senaryoyan.

Piştî ku filmên bi çîrok derketin sînemaye berê xwe da edebiyatê. Ji ber ku çîrok û destan û roman û berhemên tiyatroyî ji bo senaryoyên filman genciniyeke bêhempa bû. Di demên peşî yên sînemaye de jî tekîliya sînema û edebiyatê derdikevê berçav. Gelek çîrokên Jules Verne û yên nivîskarên dî ji bo senaryoyan metnên berdest bûn. Pirtûkên wek Gera Heyvê, Jeanne d’arc, Sîndirella, Dibin Deryayan De 20000 Fersah ji bo filmçêkeran genciniyeke heja bûn. Ev pirtûk ji bo sînemageran wek senaryoyan dihatin veguhestin û ev film gelekî bala mirovan dikşêndin.

Sînema rêwingiya xwe ya pêşketine bi xebatên meşand. Piştî demekê êdî sînemageran li mijar û tiştên cûda geriyan. Sînemaye de filmên henekan di sala 1907an de ji aliye lîstikvan Max Linder (1883-1925) hatin naskirin. Di sala 1908an de filmên hunerî derketin. Heta vê salê film ji bo mirovan dilşa bike û sînemager ji wan debara xwe bikin dihatin kişandin. Lê piştî sala 1908an pêve filmên hunerî an ku bi armanca estetîke hatine kişandin derketin meydanê. Yek ji van xebatan jî filmên kartonî bûn. Yekemîn filmên kartonî ji hêla Emile Cohl (1857-1938) 17e Tebaxa 1908a ve hatiye çêkirin.

Bêguman filmên sînemaye çiqasî li cihanê belavdibû aboriyek jî bi xwe re avadikir. Kesê ku sînema wek bazirganiye bikar aniye Leon Gaumont (1863-1946) e. An ku sînema bi xwe re endustriyek ava dikir.

Piştî sala 1905an pêve ji bo filman salonên sînemaye vebûne. Li DYA salona sînemaye ya yekemîn 1902yan de li bajarê Los Angeles vebûye.

Piştî Şerê Cihanê Yê Yekem du sînema pêşketin. Yek sînemaya Rus ya dî sînemaya Elmanan bû. Piştî şer sînemaya Îngilîz, Îtalî û Franseviyan hilweşiyan. Her çiqas sînema bi giştî ji Fransa li dinyaye belavbû be jî, bi peşketinên nû û bi saya tekçûnên şer Elmanya wek tolhildanekê berê xwe da sînemaye û sînemaya xwe pêşde bir.

Bi zêdebûna temaşevanên sînemaye û bi daxwazên temaşevanan êdî filmên direjtir hatin kişandin. Yekemîn filme metraj direj Qua Vadis (Enrico Giazzoni, Cines) di sala 1913an da li DYA hate nişandan.

Sînema berhemeke di dinava mercên dema xwe de ye. Sînema li DYA ji hêla rewşenbîran ve wek şahiyeke gel ya piçûk dihat dîtin. Sînema bêdeng bû û DYA wargeha penaberan bû. Ev penaberên ku ji welatên cûda cûda dihatin DYA bi saya sînemaya bêdeng dema xwe bi şahî û xweşî derbasdikirin. Bi vî awayî penaberan travmaya biyanîbûnê ji ser xwe tavetin. Sînema ji bo penaberan bû tişta xwe jibîrkirinê.

Cara yekem filmê bireng ji hêla Edward Raymond Turner ve di sala 1902 hatiye kişandin. Ev rastî van salên dawî hate kifş kirin. Sînemaye bi filmên bêdeng dest bi rêwingiya xwe kir. Duvre sînemaya bideng derket. Ev filmên pêşî ye birenk piştî ku teknolojiya îro gihaşt asta xweyî bilind bi alavên teknolojik renkbûna wî hate xuyakirin.

Nisêbîn / Mêrdîn / Êlih
İstanbul / Ankara / Ordu
2016-2017

Çavkanî;

Geoffrey Nowell-Simth, Dünya Sînema Tarihi, wer: Ahmet Fethi, Kabalcı Yayınevi, İstanbul, 2008,

Andre Bazin, Sînema Nedir?, wer: İbrahim Şener, Doruk Yayınları, İstanbul, 2013

Gülin Terek Ünal, Sînemada Estetik Kaygi ve Anlatım Aracı Olarak Sînema Tekniği, Sînema Araştırmaları: Kuramlar, Kavramlar, Yaklaşımlar, Derin Yayınları, İstanbul, 2011,

Jean Luc Comolli, Jean Narboni, wer: Mustafa Temiztaş, Sînema İdeoloji Eleştiri,

Rekin Teksoy, Sînema Tarihi, Oğlak Yayıncılık, İstanbul, 2005, c. 1, c. 2

Yılmaz Özdıl, Di Navbera Hebûn û nebûnê Dê Sînemaya Kurdî, LE Mondê Diplomatique Kurdî, Berlin, Çiriya Pêşîn 2011,

Gülin Terek Ünal, Sînemada Estetik Kaygı ve Anlatım Aracı Olarak Sînema Tekniği, Sînema Araştırmaları: Kuramlar, Kavramlar, Yaklaşımlar,

http://www.beyazperde.com/haberler/filmler/haberler-53631/  Dünyanın ilk renkli filmi 14.06.2015

“Kürt Sineması: Kendi Sesini Görmek”(Devrim Kılıç, Mesele, Sayı:5, 2007), http://agorakitapligi.com/kurt-sinemasi-kendi-sesini-gormekdevrim-kilic-mesele-sayi5-2007/  07.02.2016

[1] Ev nîvis di Kovara Çirûskê de di hejmara 30î de hatiye weşandin.

 

_______________

DILAZAD ART kî ye?

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî

Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Berhemên Kurdî
1- Destana Evînê, 2010
2- Ramanên Azad, 2010
3- Tûrik, 2011
4- Winda,2012
5- Lêkolînên Kurdî I, 2013
6- Lêkolînên Kurdî II, 2013
7- Tûrikê Çîrokan, 2015
8- Çanda Xwarinê, 2016
9- Lêkolînên Kurdî III, 2017
10- Helbestên Binbêjingê 2017
11- Bexçê Çîrokan 2017
12- Çîrokên Şevên Direj 2017
13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017
14- Sînemaya Cîhanê, 2017
15- Sînemaya Kurdî, 2017
16- Kaos 2.0, 2018
17- Destpêk û Dîroka Sînemayê,2018
18- Kurdîpedîa, 2019
19- Lêkolînên Folklorê I, 2019
20- Lêkolînên Folklorê II, 2019
21- Lêkolînên Folklorê III, 2020

Berhemên Ku Wergerandine Kurdî
1- Rîsala Aborîye, 2010
2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011

Berhemên Tirkî
1- Nûpelda, 2001, Çapa II. 2012,
2- Taşa Yazı Yazmak, 2010
3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011
4- Yolcu, 2011
5- Şagird, 2012
6- Başkaldırı Şiirleri, 2012
7- Dijle’nin Çocukları, 2012
8- 35 Bomba Roboskî 2012
9- Dom 2017
10- Üçüncü Cephe, 2017
11- Kürt Sendromu, 2017
12- Komist, 2017
13- Şemamok Kokusu, 2017
14- Corduene Tabletleri, 2018
15- Papyrus, 2018
16- Karantina Günleri, 2020

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply