JI BO ZAROKAN PIRS Û BERSÎV

PIRS: Em evdê kê ne?
BERSIV: Em evdê Xwedê ne.

PIRS: Em ji kengê ve misilman in?
BERSIV: Em ji qalûbelayê ve vir de misilman in.

PIRS: Qal û bela çî ye?
BERSIV: Qalûbela; Xwedê T’eala hê însan ne afirandibû, beriya her tiştî ruh afirand û ji rihan ra got: “Min we ne afirand ez Xaliqê we nînim?  Hemu riha got, belê Te em afirandin.” Ji vê rojê ra tê gotin “Ehdê Mîsaq’’ Qalûbela ev e.

PIRS: Em ummeta kê ne? Navê pêxemberê me çî ye?
BERSIV: Em ûmmeta Hz.Muhammed in. Navê pêxemberê me Hz. Muhammed (‘Eleyselatu wesselam) e.

PIRS: Navê bavê pêxemberê me çî ye?
BERSIV: Navê pêxemberê me Abdullah e.

PIRS: Navê dêya pêxemberê me çî ye?
BERSIV: Navê dêya pêxemberê me Amîne ye.

PIRS: Pêxemberê me ku hatiye dinê?
BERSIV: Pêxemberê me, Mekkeyê mukerremê  hatiye dinê.

PIRS: Pêxemberê me li ku derê çûye ber rehma Xwedê?
BERSIV: Pêxemberê me li Medîneyê Mûnewere çûye ber rehma Xwedê.

PIRS: Pêxemberê me çend salî bû jê re wehîy hatibû?
BERSIV: Pêxemberê me re wehîy çil (40) salî da hat û bû pêxember.

PIRS: Pêxemberê me çend sal pêxembertî kir û çend salî bû çû ber rehma Xwedê?
BERSIV: Pêxemberê me bîst û sê (23)sal pêxembertî kir û şêst û sê salî  (63) bû çû ber rehma Xwedê?

PIRS: Pêxemberê me çend sal Mekkê  çend sal jî Medînê pêxembertî kir?
BERSIV: Pêxemberê me sêzdeh sal (13) Mekkê pêxembertî kir deh (10) sal jî  Medînê pexembertî kir.

PIRS: Navê jina pêxemberê me yê pêşî çi bû?
BERSÎV: Nave jinhevê pêxemberê me ê pêşîn Hz. Xetîce (re) bu.

PIRS: Çend zarokên pêxemberê me hebûn, navê zarokên pêxemberê me çi bûn, çend kur û çend jî qîz bûn ?
BERSIV: Hejmara zarokên pêxemberê me heft (7) bûn. Sê (3) kûr û çar (4) jî qîzbûn. Navên zarêkê pêxemberê meyê kûrîn: Qasim, Ebdullah û Îbrahîm. Navê qîzikê pêxemberê me jî Zeynew, Rûkîye, Ummê Gulsum û Fatime bûn.

PIRS: Ruknên Îmanê çend in?
BERSIV: Ruknên îmanê şeş (6) in. Ya yekemîn bawerî anîna  Xwedê ye. Ya duyemîn bawerî anîna Ferîştayê (Melaîke).Ya sêyemîn bawer anîna Kitêban. Ya çaremîn bawerî anîna pêxemberan. Ya pêncan bawerî anîna axretê . Ya şeşan (6) jî bawerî anîna Qederê ye.

PIRS: Şertê Îslamê çend in?
BERSÎV: Şert û mercên  Îslame pênc in. Ya yekemin meha Remezanê Rojî girtine. Ya duyemîn rojekî da pênc wext nimêj kirine. Ya sêyemîn ‘emrê Xwede carekî çûyûna hece ye. Ya çaran malên merîvan hebe dayîna zekat ye. Ya pêncan bi devkî gotin û bi qelbî jî tesdîqa kelîmeyê şehadete ye.

PIRS: Watayê Kelîme yê şehadet çî ye?
BERSIV: Wateyê Kelîmyê şehadetê: Ez şahîdim ku xeyrî Ellah îlah tunin ez dîsa şahîdim ku Hz.Muhemmed  hem evdê Ellah e, hem jî qasidê Ellah e.

 

M. Emin Can-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply