
Nivîsakara Kurd, Rojbin Ozkan ji bo amadekirina “Antolojîya Nivîskarên Kurd ên Jin” dest bi projeyekê kiriye û bang li nivîskarên jin ên Kurd dike da ku pê re bikevin têkiliyê.
Ozkan dibêje: “Tika dikim bila nivîskarên jin ên ku bi Kurdî berhem nivîsandine, ji min re bi rêya emaila rojbinserap@gmail.com pêwendiyê deynin.”
Nivîskar Rojbîn Ozkan ji jinên nivîskar dixwaze; kurte jiyanên xwe tevî navên berhemên xwe jê re bişînin.
Ozkan dê di vê berhema xwe de cih bide hemû nivîskarên jin ên Kurd ku bi hemû zaravayên Kurdî berhem nivîsandine.
Gotara berê: Bi Giştî Sînema û Dîroka Destpêka Sînemaye
Gotara piştî: Ders û Şîretên Ku Divê Em Ji Vê Vîrûsê Bistînin
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Vî Zemanî Her Kes Mîmarê Sînemaya Xwe ye” ya Ardîn Dîren
Pirtûka “Cegerxwîn û Berhemên Wi” ya Yusuf Kaynak

