ziman

Rêbendan, 2021

  • 22 Rêbendan

    Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed

    Ciyê ji dayikbûn, malbat û perwerdeyî Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha, zanista wî ya li ser stêrknasîyê jî hebû. “Mihemed Qazî kurê Axa Mîrza Elî ye, merhûm 11yê Banemerî 1279ê Şemsî beramber bi 2yê Miherema …

  • 22 Rêbendan

    PEYVA “GIROG”

    GIROG Babeta me ya îro yek mijar e di du pajan de. Yekem asbûn û jêbûna tîpa “R-I”yê di hin peyvan de, duyem cihguhera tîpên di peyva “GIROG”ê de. Peyva “Girog”ê tê wateya “gilover, bazin, bi dorê hev de zivirin, kevanbûyîn, çerxîn” hwd… Hêjayan weku em dizanin zêde û kêm bûna tîp û dengan di zimên de tişteke asayî û …

  • 21 Rêbendan

    Lawij û Dîroka Lawijê Ji Ku Tê?

    Lawij, bi Kurtasî nivîsarên eşqa Xwedanî ye. Jin û evîniya cîhanî têde nîne. Li gor herêman wateya wê tê guhartin Kurdên Badînan (Colemerg, Akre, Duhok, Amediye, Laleşh) dibêjin Lawje û Laje tê wateya Stranan (Klam). Li gor çend ferhengên tirkî Lawij bi Kurdî ye. Çend wateyên lawijê jî didin nîşan. Dia, Lorîn, şîret û stran hwd. Li gor wîkîferhengê ava, …

  • 19 Rêbendan

    ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE

    Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye. Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, …

  • 17 Rêbendan

    HELBEST Û ÇAVKANÎ

    Çavkaniya helbestvana, sereke welatê ku lê jiyaye. Gund û kolanên zaroktiya wî ye. Xweşî û nexweşiyên jiyanê ku li derûdora civaka ku ew jî yek ji wanê li wî warî mezin bûye. Eger piştî demekê ku ji şert û merc ew ji welat dûr xistibe, şertê welat û netewa wî jî xerab be helbest dibe çîrok û dîroka van mijaran. …

  • 17 Rêbendan

    ‘Kurd bi qasî bi siyasetê re mijûl dibin, bila bi zimanê xwe re jî mijûl bibin’

    Li Bakurê Kurdistanê daxwazên mafê perwerdehiya zimanê Kurdî, tayînkirina mamosteyên ziman û hilbijartina dersên Kurdî bo dibistanan di rojevê de ye. Lê belê yek ji pirsgirêka bingehîn a kurdan jî tevî zêdebûna weşanxane û berhemên Kurdî kêmxwendina bi zimanê dayikê ye. Li ser mijara ziman, xwendin, nivîsandin û rewşa weşanxaneyên Kurdî me çend pirs ji berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Birêz Suleyman Çevîk kirin. …

  • 16 Rêbendan

    Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê

    Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be! Walî; got: “Mela şertên îmanê çend in?” Mela got: “Sisê ne! 1- Sewqe bide serê xwe, 2 – Nasnama Tirkiyê di cêba wî da be, 3- Eskeriyê kiribe”   Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. …

  • 15 Rêbendan

    Peyvên “EN” – “END” – “ENDER”

    EN – END – ENDER En hem weku peyv û hem jî weku amraz tê wateya “nav, nax, dixul, tê, têketin û hendur”ê. Peyv û amraza “En”ê weku “End”ê jî heman e, lê zêdetir her weku “En”ê tê kêzbûn û peyveke Kurdîya navîn ango Pehlewanî ye, helbet kirok û reha wê vedigere heta Sumeriyan jî, lê di zimanê Pehlewanî de …

  • 14 Rêbendan

    Ji Îhsan Culemêrgî du romanên nû

    Weşanxaneya Lîs ku hin pirtûkên xwe di beşa “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” de diweşîne 2 romanên nû pêşkêş kirin. Nivîskar Îhsan Culemêrgî ku mijarên dîrokî dike roman bi diduyên nû li pêşberî xwendevanan e. Nivîskar Îhsan Culemêrgî di sala 1944’an de li Culemêrgê hatiye dinê. Di sala 1965’an de li Amedê xwendina xwe ya mamostetiyê qedandiye. Piştî 9 salên mamostetî ew …

  • 13 Rêbendan

    Qedrîcan û Nazim Hikmet

    Qedrîcan li Moskovayê Rastî Nazım Hikmet Tê. Qedrîcan, got: “Min bihîst ku di ciyekî da xeberdana Nazım Hikmet bibe. Ez çûm wê salonê, min xeberdana wî guhdarî kir. Di dawiya civînê da hinek kesan tiliya xwe bilind kirin jê suwal dikirin, ewî jî bersiv dida. Min jî tiliya xwe bilind kir. Ewî got ‘keremke!’ Min dest bi xeberdana xwe kir, …