Qedrîcan û Nazim Hikmet

Qedrîcan li Moskovayê Rastî Nazım Hikmet Tê. Qedrîcan, got: “Min bihîst ku di ciyekî da xeberdana Nazım Hikmet bibe. Ez çûm wê salonê, min xeberdana wî guhdarî kir. Di dawiya civînê da hinek kesan tiliya xwe bilind kirin jê suwal dikirin, ewî jî bersiv dida. Min jî tiliya xwe bilind kir. Ewî got ‘keremke!’

Min dest bi xeberdana xwe kir, “Ez Kurdê Turkiyê me, ez jî mînanî te ji ber zulma dewletê reviyam çûme Suriyê. Ez jî nivîskar û şair im. Ez him ji te hez dikim, him jî helbestên xwe di terzê te da dinivîsim. Lê tiştekî bala min kişandiye; te li ser reşikên Afrîkayê, li ser belengazên Latîn Amerîkayê ku neheqî dîtine, li ser belengazên Çîn û Maçînê de helbest nivisandine. Lê li ser Kurdên belengaz qet tiştek nenivisandine. Him jî ew zulma li ber çavên te hatiye kirin, ev çi mesele ye?”

Ji min ra got, “Raweste, raweste; piştî civînê were em teke-tek xeberdin!’

Civîn ku xilas bû, Nazım Hikmet aha çavên xwe li salonê gerand; ‘got, o şamata yapan kimdi gelsin!”

Qedrîcan got, “Em çûn odekî, me xeberda. Tiştên ku wî gotin, qet di heşê min da rûnenişt. Ez xeyalşikestî bûm, min qet tiştek negot, ez rabûm çûm.”

Min ji Qedrîcan ra got, “Mamoste ew dîtinên partiya wî nin. Nazım Hikmet jî xwe bi partiya xwe va hişke hişk girêdaye. Ewî xwe, lawê xwe, heta wijdana xwe teslîmî partiya xwe kiriye. Helbet haya te jê tune. Li Turkiyê merivên partiya wî dengê wî hildane bande, virda-wêda didin guhdarîkirin. Di wê bandê da gotiye, ‘Oğlum Memed seni Türkiye Kominist Partisine emanet ediyorum.”

 

Ahmet Aras -Nûbihar 151-Bihar 2020 rûpel:10

(Ev nivîs ji kovara Nubiharê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply