ARMANCÊN PERWERDEYA TAYBET

Perwerdeya taybet wekî perwerdeya gelemper xwedî esas û bingehê ye. Xwedî armancên  kin û dirêj û li gor van armancan perwerdeyê disazîne. Û li dû vê perwerdeyê pêvajo û serkeftinê dinirxîne. Li gor van nirxandinan xwe serast dike û nûjen dike. Her wuha di hemî pêvajoyê de xwendekar, sermijar e. Li gor kanîn û nekanîna xwendekaran tevdigere. Plan û bernameyan saz dike û ev plan û bernameyan ji teref mamosteyên taybet tête bicîanîn. Digel vana armancên perwerdeya taybet;

Armanca perwerdeya taybet a yekem, ji bo zarokên hewcedar an nekanyar di jiyanê kêrhatina xwe bi xwe ye.. Û bi serê xwe kanibin tevbigerin. Perwerdeya taybet, di jiyana rojane fêrkirina têra xwe bûnê ye. Di jiyana rojane de qasî ku bi kêrî xwe werin, fêrî şareza û tiştên bibin. Ango hindik be jî di jiyana xwe de azad bibin. Û di jiyana rojane de divê bigihêjin ew asta ku bi tenê serê xwe kanibin, jiyana xwe bidomînîn. Di encamê de dê xwe kesayet bihesibînin. Û ev yek dê baweriyeke zexm bide wan ku ev bawerî, dê  perwerde û fêrkirinên pêş de piştevaniyê bike.

Armanceke din a perwerdeya taybet, wekî di her beşên perwerdeyê de mijara yekem, bêguman fêrkirina zimanê fermî ye. Ne zimanê zikmakî ye. Çi bi desthilatiya dagirkerî, çi jî bi zimanê deshilat zimanên zikmakî paşguh dihê kirin. ji ber vê hawê di perwerdeyê de mijara yekem, fêrkirina zimanê fermî ye. Perwerdeya taybet jî wekî beşên perwerdeya gelemper, pêşî li gor esas û bingehên makezagonên dewletan, fêrî zimanê fermî dike. Her wuha di dîroka perwerdeya Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê de, kesên bi Îngilîzî nizabûn û bi taybet zarokên koçberên Efrîkayê, wekî zarokên nekanyar dihate nasîn. An ji dibistanê dihatin dûrxistin, an jî perwerdeyeke ne li gor wan dihate dayîn. Her çiqas di nav gelê Kurd de jî ev yek ne berbelav be, lê di hînkirina zimanên fermî de gelek êş û azar hatine kişandin.

Armanceke din çawa li perwedeya gelemper de nirxên maddî û manewî girîng e, perwerdeya taybet jî girîngiyê dide nirxên maddî û manewî. Her gel û millet bi nirxên xwe dijî. Heger nirxên wî ji holê rabe, ti wateya mana wî namîne. Ji ber vê hawê her millet girîngiyê dide ser perwerdeya maddî û manewî. Perwerdeya taybet jî, wekî beşên perwerdeya gelemper, li gor esas û bingehên makezagonên dewletan, nirxên maddî û manewî yên netewî dide fêrkirin.

Mirov aferînereke civak e. Ango kesayet bi civakê re xwe pêş de dixe û hebûna xwe dikesibîne. Her wuha armancek ji armancên perwerdeya taybet jî, li gel civakê yekserbûnkirin. Mirov bi mirovan re jiyana xwe pêş dixe û ser dikeve. Ji ber vê hawê divê zarokên nekanyar bigihêje asta civaka dora xwe. An jî bigihêje ew asta herî baş a kanîn û kanyariya xwe. Da ku zarokên hewcedar li civakê de rûbirûyê astengan nebe. Heger ne rûbirûya astengan nepêkan be jî, divê vaya dakeve asta nizmtirîn.

Zarokên nekanyar gelemperî xwedî reftarên xirab in. Mînak; mêjandina dest û tiliyan, xeberdan, şetkirin, lixwexistin û hwd. ji armancan yek jî tunekirin an kêmkirina rêjeya wan reftaran e. Ew reftar û tevgerên pirsgirêk ku li wan  rû didin, bi rê û rêbazên zanyarî, bi plan û bernameyên kesanekirî dihên tunekirin an jî kemkirin. 

Helbet ji aliyê behremendiyêve her kes ne heman in. Hinek xwedî hişmendiya dîtbarî, hinek hejmarî, hinek hestiyarî û hwd. in.  Ango behremendiya mirovan û beşa hişmendiya wan gelemper ne heman e. Her wuha zarokên nekanyar jî li gor kanîn û behremendiyê cuda cuda ne.  Ji ber vê hawê li gor behremendî û potansiyela wan a heyî, divê ji mafê perwerdeyê sûdê werbigirin. Gelek zarokên nekanyar, di hin beşên zanînê de gelekî serkeftî ne. Û heya serkeftiyeke  ji mirovên normal bêtir, bi dest dixin.

Perwerde ne wek zebeşê ye ku li cî xwe mezin bibe. Ji bo perwerdeyê cûrbecûr pêdivî û pêwistî hene. Her wuha ji bo perwerdeya taybet jî ev pêdivî zêdetir û bandoryatir in.  Ango perwerde, tenê bi dana perwerdeyê sernakeve. Ji ber ku gelek sedemên derdora perwerdeyê bandoriyê li perwerdeyê dikin. Ji bo zarokên hewcedar, dabînkirina hewcehiyên wan, derdor û rewş dihê çêkirin an sererastkirin. Heger li polê her cûre materyal li ber çavê xwendevanî/ê be, dê bala xwendevanî/ê biêşe û dê ji mijara sereke a perwerdeyê dûr bikeve. Ji ber vê hawê tenê materyalên ji bo wê mijarê pêwist divê li kêleka mamoste û xwendevanî/ê be. 

Tunekirina ji ber derbexwarin, nekanîn û astengên derdor li ber wan derdixin armanceke bingeh e. Encamên neyînî yên derbexwarin, nekanîn û astengan, ber pileya nizmtirîn daxistin an tunekirinê armancên perwerdeya taybet in. Ji bo pêkanîna vê armancê perwerdeyê civat û malbatê jî carina divê were kirin. Her wuha civak û malbat, nekanîna zarokên nekanyar lê dike asteng û zarokên nekanyar xwe kêm dihesîne. Ji ber vê hawê divê civak û malbat jî were perwerdekirin. Da ku nekanîn, ji bo zarokên nekanyar nebe asteng û rê li ber negire. 

GALGALA XWEŞ

Ji mijareke girîng yek jî binavkirin e. Kesên nekanyar ne nû ne, lê belê perwerdeya wan hewqas ne kevn e. Di serdemên dawî de perwerdeya kesên nekanyar ketiye rojevê û germ bûye. Ji ber vê hawê gelek term û bêjeyên nû, di vê mijarê hatine afirandin. Vêca meriv wusa diramîne, jixwe ev kesên nekanyar ji berê de, bi destpêka jiyanê de hene, wê demê term û bêjeyên derbarê wan de jî dê hebin. Belê henin, lê belê gelek tûj in. Û dilê kesên nekanyar dişikînin. Wekî mînak; Hesê Kor, Tîmûrê Kulek, Silêmanê Keçel, Miradê Ker û hwd. Çi qas tûj in ne wusa! Di vê serdemê de kes navên wusa li ajalên xwe yên kedî jî nake. Ji xwe mirov her çawa be, nirxdar û hêjayî rêzdayîn û nirxdayînê ye. Ji vê yekê divê binavkirina ev kesên nekanyar, li gor vê serdemê nû û nerm be. 

Ji aliyekî din bi nêrîna min ev navdayîn dem bi dem kevn dibin û rêngdêrên tûj li xwe digirin. Mînak di civaka Turkiyê de, da ku dilê ev kesên nekanyar neşikê; ji dêleva peyvên kör(kor), sağır(ker) û hwd. peyva engelli(astengdar) hate bikaranîn. Û nêzî deh salan ev peyv dilê kesên nekanyar hênik dikir. Lê belê îro ev peyva engelli(astengdar) jî rengdêrên tûj li xwe girtiye. Û ji dêleva vê peyvê jî îro, peyva “yetersizlikten etkilenmiş birey”(kesên ji nekanînê bandoryar)ê bikar dihînin. Her wuha diramînim dê temanê vê peyvê jê ne dirêj be. Ji ber ku civak, demildest rengdêrên tûj lê digire. Û ev jî dilê kesên nekanyar dihêle û wan ji civakê dûr dixe. Bi rastî ev rewş, asta çanda civakê nîşan dide. Li civakên nûjen û pêşverû de, kesên nekanyar hew qas cuda û guherîner naye binavkirin û kesên nekanyar li tund û tûjiyê rûbirû namînin. Ku ev jî xuya dike; ligel perwerdeya kesên nekanyar, perwerdeya civakê jî gelek girîng e. Ango ji bo perwedeya kesên nekanyar alihevanînê, divê pêşî perwerdeya civakê were dayîn. An jî di nav pelên perwerdeya gelemper de divê çend rêzikên derbarê perwerdeya taybet û kesên nekanyar de jî hebin.

 Baş e, emê zarokên hewcedarê perwerdeya taybet çawa binav bikin? Gelo em çi bibêjin emê dilê wan nehêlin? Em li vê mijarê bi pirseke wusa destpê bikin. Gelo em we bi kanyar û kêrdariya we binav nekin, lê bi nekanîn û nekêrhatina we binav bikin, hûnê çi bihesînin?  “Evê di axaftinê her dem zimanê wî/ê li hev digere an evê teşkxwar” û hwd. Ev nasînên han we bênirx dike? Bi nêrîneke mezin, erê! (Turnbull, Turnbull û Wehmeyer, 2007). Her wuha bi ya her kesî jî zarokên nekanyar teqez di karekî de jêhatî ne.  Heger meriv van zarokan li gor kanîna wan, an jêhatîbûn û behremendiya wan binav bike, dê xweşa wan were. 

Li aliyê din ev etîketkirin û zimanê dihê bikaranîn, bi heman rewşê bandoriyê li malbata zarokên nekanyar, heta li mamosteyên wan jî dike. “Malbata zarokê seqet, an mamosteyê dînan, Bavê Elîkê Kor û hwd.” Bi van nasînan jî berçav e ku mirov çawa bênirx û stûxwar dike. Ji ber van nasandinan, malbat bi zarokên xwe yên nekanyar re naxwazin tevlî civakê bibin. Û ji civakê dûr dikevin. Zarokên xwe yên nekanyar tevlî perwerdeyê nakin. Malbat, dikeve wê wê tirsê ku heger zarokên wan ên nekanyar werê werin binavkirin, dê her kes ji wan bireve. Di civakê de bi tena xwe bimînin. Gelemper ji ber van etîketên tûj, gelek  malbat ji dibistan û perwerdeyê dûr dikevin. Berevajê vê hinek malbat jî ji bo çend mûçe û diravan bistîne, zarokên xwe yên kanyar jî bi etîketa nekanyar dixwazin binav bikin. Ev jî nirx û perwerdeya malbatê nîşan dide. 

Di etîketkirina kesên nekanyar de divê berjewendiya kesên nekanyar li ber çav were girtin. Tesnîfkirina mirovan û etîketkirin berî sedsalekê ye bûye mijara niqaşê ( Heward 2003). Li gor hinek nêrînan etîketkirin, ji bo zarokên hewcedariya wan bi perwerdeya taybet heye pêwist  û ji bo xwendevanan mifadar e. Wekî mînak, ji bo kesên nekanyarê bihîstyar  û dîtbariyê ne, etîketkirin baş e (Turnbull, Turnbull û Wehmeyer 2007). Ji bo perwerdeyeke bandoryar û licî, etîketkirin û binavkirin pir girîng e. Ji ber ku berî perwerdeyê divê nekanîn were nasandin û li gor vê nasandinê were etîketkirin. Paşê li gor vê nasîn û etîketê bernameyên taybet ên kesanekirî werin amadekirin. Heger meriv nizanine tiştekî binav bike, gelo dê çawa çareserî jê re bibîne!

Digel vana derbarê “Kerta Nekanyaran” jî ji aliyê etîketkirin û binavkirinê de pispor, xwedî nêrînên cuda ne. Kesên nekanyar ji bo ku xizmetguzariya mirovî, şaristanî û civakî bi awayekî gelek asan bistîne “Kerta Nekanyaran” distînin. Bi vê hawê gelek kes dê bixwaze vê kartê bistîne û ji van xizmetguzariyan kelk wergire û di encamê de etîketkirinê bixwaze. Beravêjê vaya hinek kes dê nexwaze vê kertê bistîne û stendina alîkariyê de dudilî bimîne. Bi taybet hinek kesên bi kêmaniyeke sivik bandoryar, dê nexwazên kertên li nekanyarên giran ên hişmendî yan her wekî din dihê dayîn re bistînin. Lê belê carde jî hinek malbat, bi taybet dixwazin. Mînak; malbata xwendevanê min î nekanyarê hişmendiya sivik, li min geriya û bi şermezarî got; “Ezbenî, emê çawa bikanin kerta nekanyaran bistînin.” Rewşa malbatê ya aborî normal bû. Ez piçekî sekinîm. Hîn min tiştek negotibû ku malbatê got; “ne ji tişkî, hima bila kerta wî hebe.” Min got, na ne ji tiştekî ez sekinîm. Min ramand ku dê ji bo kerta nekanyaran çi pêwist be. Ji ber vê hawê ez rawestiyam. Û min got, hûnê bi filan filan belgeyan serî li şaredariyê xin û bes. Divê bûyerê de jî xuya dike, malbat bi şermezarî serî li kerta nekanyaran dixin. Gelo dê kes ji wan bipirse çima distînin. Gelo di civakê de çawa were şîrovekirin û hwd. 

Herwuha binavkirin ji bo mamosteyan gelek girîng e. Ji bo perwerdeyeke bandoryar û licî binavkirin gelek baş e. Ji ber ku binavkirin bo mamoste û perwerdekaran ji bo ku serî li ber nekanînê derxin û bernameyên guncaw ên kesanekirî amade bikin û ser bikevin gelek girîng e.  Lê belê binavkirin dibe ku zarokên nekanyar ji hevalbend û koma wan biqetîne. (Turnbull, Turnbull û Wehmeyer, 2007) Ligel vaya jî binavkirin, li zarokên rabirdûyeke cuda ya wanî çand û zimên hebe, pêşdaraziyê derdixe holê. Di vê demê de ji ber çand û zimanê xwe yên cuda bi hezaran dihên binavkirin. Bi taybet kêmnetewên li bin dagirkeriyê ne û zimanê wan î zikmakî qedexe be li saziyên perwerdeyê yên dewletê. Ev zarok ji ber ku bi malbata xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin, lê li dibistanan jî fêrî zimanekî cuda dibin û mijarên din de dereng dimînin, demildest bi etîketkirina nekanyarî dihên nasîn. Gelemper li herêmên Kurdî ku zimanê wan wekî fermî nehatiye bijartin, ev rewş li serê darê ye. Gelek kes hene ku bi nekanyar hatine binavkirin ji ber nezanîna zimanê fermî. Lê paşê hînî zimanê fermî dibin û xwe digihînin hevalbendên xwe. Û heta hinek xwendevan jî ji aliyê akademîk hevalên xwe derbas dikin.  

Di encamê de etîketkirin û zimanê dihê bikaranîn an binavkirin gelek girîng e. Heger ne licî be, ewê zarokên nekanyar bênirx bike û ji hevalbend û koma wan biqetîne.  Û zarok dê xwe bênirx bihesîne. Ji ber vê hawê zimanê dihê bikaranîn, divê bi taybet û baldarî were bijartin. Dilê kesî neşikîn û nehêle. Ev ziman, ne li ber perwerdeya wan bibe asteng, ne jî li ber astengiya wan dubare bibe asteng. Gelek perwerdekar, ji bo ku nirxbûna xwendevanan nîşan bidin, pêşî zimanê “berê mirov” bikar tînin. Ango pêşî meriv bizane ku ew mirov e û xwedî kesayet e. Û ew kesayet wekî her kesayet, pîroz û hêjayî nirxadayînê ye. Ji ber vê hawê ji dêleva peyva zarokê dîn û kor, peyva zarokên nekanyar ên hişmendî û zarokên nekanyar ên dîtbarî, bandoriya etîketkirina heyî radike. 

Di encamê de divê meriv balê nekişîne ser kêmaniya wan.  Divê meriv balê bikişîne ser hewcedariya wan a perwerdeyê û kanyariya wan. Helbet li gor kanîn û behremendiya wan. Perwerdegarên taybet divê balê bikişînin ser hewcedariya wan a perwerdeyê û bi plan û bernameyê kesanekirî li gor hewcedariyên wan birr, etîket û binav bikin. Binavkirineke wusa taybet dê wan nirxdar bihesîne. Û ev yek dê rê li ber perwerdeya wan veke. Malbat, dê bêtirs tevlî perwerdeyê bibin.   

 

Mustafa RÊZAN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply