80 salîya Xelîlê Çaçan

Mêrekî maqûlî giran bû, pêra jî berbihêr û rûnerm. Û hema bi wî xeysetê xweyî qenc ewî, wek dibêjin, qedirê xwe di destê xwe da xwey dikir û rûmeteke bilind qazanc kiribû.

Çaxê ez îro derheqa Xelîlê Çaçan da dinivîsim, dixwezim seba xwe û xwendevanên kurd zelal bikim, ka kîjan e û çiqas e emekê wî di nava dereca pêşdabirina çande û edebîyata kurda da bi temamî û xwesma li Ermenîstanê. Pey mitalên demdirêj ra min sê şertên kêrhatî cuda û kivş kirine, nava kîjana da keda Xelîlê nemir geleke.

Berê ewlin ew teşkîldarekî zor û dûrdîtî bû. Ewî dora xwe – redaksyona xeberdanên kurdî da – hêzên ronakbîr yên kurde jêhatî civandin ser hev û hereketê wan da xerckirinê bona hişyarkirina gelê kurd, yê ku îro Kurdistanê da şerê azadarîyê yê çekdarîyê xweş kirîye. Wek welatparêzekî şewat ewî rê dida propagandakirina bîr-bawerîyên rizgarkirina gelên bindest û xwesma yê kurd. Û di wê derecê da ewî carna nevs û qulixa xwe dikire bin qezîyayê, ji ber ku gelek cara sînorê sîyaseta dewleta Sovyet diteriband. Kê nizane, ku dewleta Sovyet herdem dilê wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn dikirî, ku Kurdistan di navbera wan da hatîye perçekirinê, ku bi wê yekê meremên dewletên Roavayê yên xirab hindava xwe da tevlihev bike. Û hedê (rîsk, culet, turuş) kesekî tunebû tixûbê vê sîyaseta resmî serobin bike. Lê car-carna bi saya Xelîlê Çaçan ew tixûb bi fesal dihate teribandinê boy kara gelê kurd.

Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezara nimûnên hunurmendîya kurda ya sitiranbêjîyê ji undabûnê xilazke û ser qeytanê qeyd bike. Ez şahidê wê yekê bûme, ku bi çi teherî dengbêj û sazbendên kurd redaksyona xeberdanên kurdî da dicivîyan û gele cara hema odeyên wê da cêribandin derbaz dikirin. Dengê def, zurne, meya, bilûr, dihol û tembûra kurdî herdem li avayê radîoyê bela dibû û xelqê digot: “Redaksyona xeberdanên kurdî da her roj dewat û şayî ye…”.

Bi saya Xelîl Mûradov bi seda nimûnên sitiran û miqamên kurdî fonda radîoyê dewlemend kirin û îro radîoguhdar bi wana şa dibin. Xênji sitiran û miqama, hêna wî da gele radyokompozîsyon (şano, pîês) hatin hazirkirinê ser hîmê radîopîêsên nimûnên zargotina kurdî, nivîskarên kurd û ermenî.

Xelîl Mûradov bilî vê karkirina teşkîldarîyê ya giran û rûmet, pêra digîhand ya efrandarîyê jî mîyaser dikir: wek rojnamevan û nivîskar. Ew xudanê 5 pirtûka û bi seda miqala ne.

Bi saya welatparêzî û xerîbdostîya serokê radîoyê bû, ku gele kurdên ji welatên derva û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Rehmetî merd-merdane sitiranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê kareke mezin dida şuxulê propagandakirina hunurmendîya kurdî ya dengbêjîyê.

Bermalîya wî – Eznîva Reşîd ji sala 1955-a (ji destpêkê) hetanî sala 1982-a peyvkara (spîkêr) radîoya kurdî bûye. Kurê wî – Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 sala di rojnamên “Riya Teze” û “Dengê kurd” (“Golos kurda”) û radîoya kurdî ya Yêrîvanê da kar kirîye, endamê Yekîtîya Rojnamevanên Moskow e. Keça Têmûr-Mîdîya, keça kurda ya yekemîn e, ku fakûlta rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Moskow ya dewletê xilaz kirîye. Gotarên wê di rojnamên “Dengê Azadî”, “Armanc”, “Riya Teze”, “Sûdarûşka” (bi rûsî, li Moskow) û cîyên mayîn da çap bûne.

Bi tevayî 4 kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonal 80 sala xizmetî çand û edebîyata kurdî kirine, gelek nimûnên folklora me ji undabûnê parastine. Ev rêkoreke taybetî ye di nava dîroka rojnamegerîya kurda da.

Em îro nivîskar û rojnamevanê kurda yê mezin Xelîlê Çaçan Mûradov bêy hazirîya wî bîr tînin, lê baristanîya ber dilê me ew e, ku karkirina wî ya welatparêzîyê wê ji bo geleka bibe nimûne. Bextê me tenê alîkîva lê xist, ku serokê radîoya kurdî ew bû. Eger yekî dinê bûya, kê zane, dibe ewqas nimûnên zargotina me ne bûna milkê gel.

Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê.

Wezîrê EŞO,

nivîskar, xwedîyê xelata

ser navê Erebê Şemo.

 

   

Gotinên mirovên navdar derheqa Xelîlê Çaçan da

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.

De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.

Heval û dilxwezê we – Cegerxwîn.

Hozanê kurda yê mezin.

             

Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.

Mistefa Barzanî.

Lîderê kurda

Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.

Qanatê Kurdo.

Profêsor, kurdzanê navdar.

 Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.         

Hecîyê Cindî.

Profesor, folklorîst.

                

Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin.

       

Mehmed Emîn Bozarslan

Lêkolîner û nivîskar

            

Ji wan 1400 sitiran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî.

Emerîkê Serdar.

Berpirsyarê “Rya teze”.

 

Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.

Fêrîkê Ûsiv.

Helbestvanê navdar.

Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digerîya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket.

Baxçoyê Îsko.

Serokê Komela

Nivîskarên Kurd li Gurcistanê

Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgînîya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:

De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,

Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,

Zû-dereng emê bi tera bibin heval,

Bira kevirê gorê ji tera bibe belgîyê berpal.

 Medoyê Elî – Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê.

Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta “Zar-zimanê min nagere” nivîsî ji bo sitiranê û sazbend Xelîlê Evdile jî mûzîka wê çê kir.

Zar-zimanê min nagere…

Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo…

Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo…

Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,

Tu qarî dijmin ra mêrkîmî cî rabe…

Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,

Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di rîya xwedê,

Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî…

Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî…

Ezê pirskim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,

Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,

Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê…

Heta mêrê olimê bihesîya cegera şewatê, şewatê…

Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,

Tilî-pêçîyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,

Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra…

Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêranîya enzel ra, enzel ra…

Recadarim qulingno, hûn zanin riya gelîyê Lalişê,

Kanîya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,

Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî…

Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kanîyê duaçî, duaçî…

Hevalê Xelîlî ermenî Hmayak Manûkyan, ku helbestvanekî navdar e, ev helbesta xwe bi zimanê ermenî li goristanê xwend. Paşê Fêrîkê Ûsiv ew wergerande kurdî.

Me tu dispartî ax-bera, Xelîl,

Pêşberî Elegezê kaw-kubar,

Gişka dikirin şîn-girî, nalîn,

Kerba birîna te ya dilxedar…

Nermebayê wî Elegezê te

Digirîya, ser te dikir lûve-lûv,

Bira û pismam, kes-kinêzên te

Ji sîya ser te mabûne miqûf.

Xwelîya yêr-misken te ra bû bêşîk,

Elegez dayka, ku dike lûrîn,

Mirina te bû kul, derd û dilêşî,

Xelîlê minî aqilî nûrîn.

Tu çûyî gorê bi rêke kese,

Dilê te ne bir derd û kulê behr,

Tu bûyî xudêdakî terr-teze,

Li dû xwe hîştî zuret û devter.

Qisa min tev te ret nabe tu car,

Dilê min da bûye dimîm û delîl,

Geş û genc bûyî, bi dil û dîndar,

Lema em ser te dinalîyan, Xelîl…               

Wezîrê EŞO

nivîskar, xwedîyê xelata

ser navê Erebê Şemo

 

Çavkanî: ezidxan.com

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply