3 rojnameger li Wanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin

Sê rojnamegerên ji Wanê, li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin û bi navê Çîrokên Serhedê wekî pirtûk weşandin.

Ew dibêjin armanca wan li hemberî serdemê parastina çanda devkî ye û çîrokên hatine jibîrkirin careke din bînin bîra civakê û çîrokbejîyê ji nû ve vejînin.

Her sê rojnameger li 20 gundên pênc navçeyên Wanê geriyan û wan çîrok bi kal û pîran dan gotin û wekî video jî tomar kirin.

Bi gotina wan, heta ji wan bê ew dê wî karî bidomînin da ku çîrokên hatine jibîrkirin zindî bikin.

Yên ku gund bi gund geriyane çîrok berhev kirine her sê rojnameger endamên Komeleya Medya Jin û Ekolojiyê Yeşîm Karaagar, Zelal Sahidenur û Zafer Avanaş in.

Ew bi mehan li 20 gundên Westanê, Şaxê, Erdişê, Elbakê û Payîzava ku navçeyên Wanê ne geriyane û çîrok tomar kirine.

“Bila çîrokên bav û kalan bigihêjin nifşê bê”

Berhevkara çîrokan Yeşîm Karaagarê ji Rûdawê re got, “Armanca me ew bû em çîrokên bav û kalan me yên êdî tên jibîrkirin bigihînin nifşên din.”

Çîrokên ku bi dîmen hatine tomarkirin li ser hesabê komeleya wan a Youtubeyê hatine weşandin herwiha ew çîrokên tomarkirî bi hevkarîya Weşanxaneya Sîtavê bi  bi navê “Çîrokên Serhedê” jî wekî pirtûk hatine çapkirin.

“Zarok ji me baştir Kurdî diaxivin”

Berhevkara Çîrokan Zelal Sahîdenûr Sariyê jî got:

“Yanî wextê em çûn gundan me digot qey çanda me zimanê me winda bûye lê dema em çûn biqasî bîst gundan me dît ku çanda me winda nebûye.

Me dît ku zarok ji me baştir Kurdî diaxivin. Ji me baştir bav û kalen xwe nas dikin, çîrokan dibêjin. Yanî hêstekî baş bû. Em bi kelecan bûn dema li wan gundan geriyan.”

Di pirtûkê de çîroka Xanê Lepzêrîn, Gulendam, Rovî û Pîrê, Kewlê Ga û Xelîfê Bexdayê cih digirin.

Berg û wêneyên pirtûkê jî ji alîyê şêwekar Şîrîn Çelîkê ve hatine xêzkirin.

Berhevkarê Çîrokan Zafer Avnaş jî derbarê xebatan got:

“Tiştên dîrokî bûn, tiştên me bûn. Ew tiştên me di zarokatiya xwe de guhdarî li wan dikir ji bîra me çûbûn.

Dîsa hat bîra me, ji ber vê ez gelekî kelacanî bûm. Proje gelekî li xweşiya min çû.”

Her sê berhevkar yekem projeya xwe bi piştgiriya Bernameya Yekitiya Ewropayê ya Sivîl Bifikire temam kiriye.

Ew dixwazin berhevkariya çîrokan berdewam bikin da ku wejêya devkî neyê jibîrkirin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply