Kurdekî Bakur li Başûr- Hewlêr

Slaw hawreyan… Ez li başûrê kurdistanê me, ji bajarê Hewlêrê silav û hezkirinen xwe ji bo hemî Kurdan rê dikim. Bila destpêka me wisa bibe. Em ê îja vegerin geşta welatê xwe.

📍Ji bo vîdyoya Hewlêrê bitikîne ⤵️⤵️ https://youtu.be/JR7cMgIRddg

Dilêm Hewlêr canim Hewlêr, qibleyê kurdistanim Hewlêr’ bi gotinên strana Hardi Salah. Em ji xewê şîyar bûn û em ketin nava bajêrê qedîm. Her çiqas sibê zû be jî dîsan germe. Dibê mirov di cihên sîyê de bimeşe çêtir e. Hema li jorî hotela me bazara qeyser heye hin jî dibên bazara qeyserî. Gelek mezine hema her tişt heye. Ji xwarin û vexwarinê heta cil û bergan heta cihê change – diwîzê hene. Yanê dolar diguherînin parayê dînar. Ji ber ku bi kar anîna dînar hêsantir e. Em hinekî li wir gerîyan wêne felan kişandin. Piştre me çû li cîyekê doner xwar. Yê ku doner çêdikir turkmen bû, yê servîs dikir jî zarokekî ji rojavayê kurdistanê bû. Em piçekî axivîn. Û me dest bi ger û dîtina Hewlêrê kir.

me ji qada kelehê destpêkir li wir cihekî heye ala Kurdistanê li dîware û minareyeke heye. Min gelek cara di wêneyan de dîti bû, îja ew bi zindî li hember min bû. Min yekem wêne û vîdyo li wir kişand. Bawer bin ez nikarim behsa hestên xwe bikim. Gelekî tevlîhevin. Ji ber ku Kurdbûn li cem me ne normale lê li vir tiştekî normal e. Li her derî kurdî hatîye nivîsandin, kurdî zimanê fermî ye, ala Kurdistanê li ezmane … Em hînî tiştên wisa nebûne. Cara ewile ez xwe xerîb hîs nakim. Azadî çi tişteke xweşe. Bi temamî serbixwe nebe jî pir xweşe. Ez weke gerokên normal nikarim tenê behsa xwarin, vexwarin, keleh û hwd. Ez ne gerok im ez hatime welatê xwe nasdikim. Kurdekî ji bajarê Erzeromê hay ji Hewlêrê heye dibê kurdekî Hewlêrê jî hay ji Erzeromê hebe. Jixwe netewebûn jî ev e.

Roja me bi giştî li dewr û berê bajarî kevn yanê derdora keleha Hewlêrê derbas bû. Ev der nasnameya bajêr e, dibê hûn biçin kelehê, bazara qeyser, qada kelehê û hin pirtûkfiroş û sahafan. Ev hemî li vê derê ne. Baş e ku nêzî hevin. Wekî din dibê biçin kolana îskan ew der jî gelek navdare. Lê tenê cihê mêrane hema qe jinek jî li wir tune. Hemî ciwanin. Li Hewlêrê piştê esrê xelk derdikevin der ji ber ku nava rojê pir germe. Êvarê jî li ser pişta heve. Mirov nikare gava xwe bavêje ew qas qerebelixe. Li alîyekî xwarin û vexwarine li alîyêkî bazara cil û bergan, bazara solan /pêlavan, dengê qêrîn û pevçûnan hemî tevlîhev dibin.

Ez vegerim xwe me wekî din çikir. Li çayxana meçko me kurdekî ji rojavayê kurdistanê naskir. Navê wî Omer Bekir nivîskar bû. Me gelekî suhbet kir û piştre em bi hevre li pirtûkfiroşan gerîyan. Heta me kitêbxana Memûzîn dît em gelekî gerîyan. Çend pirtûk kirîn. Bi mamoste re jî bêtir li ser kurdan axivîm. Got ez çar sale li başûr im. Behsa hin kêşe û zehmetî yan kir. Piştre me xatir ji hev xwest û em ji hev qetîyan. Em vegerîyan hotelê hinekî westa xwe girt û îja ji bo kişandina vîdyoyê derketin der. Dîsan ji heman cîyê dest pê kir û ew dewr û berê kelehê kişand. Ez ê wan jî di kanala xwe de beş bi beş parve bikim. Helbet kişandina vîdyoyê ne hêsan bû. Him pir qelebalix hebû him jî amûrên min tune bûn lê dîsan jî me vîdyo kişand. Mixabin em vê rojê derneketin kelehê me got em êvarê biçin baştir e, lê me nizanî êvarê heften de tê girtin. Dibê bila haya we jî jê hebe, keleh êvarê heftan de tê girtin. Çûna kelehê ma roja din.

Şeva em hatin Hewlêrê mamoste Alan pewend got em hevdû bibînin. Êvarê me hevdû dît. Îja em çûn alîyê bajarê nû. Kolana ghazalî. Ev kolan ji alîyê dewlemendekî Dihokî ve hatîye çêkirin. Cihekî modern û xweş bû. Em çûn bus kafeyê me çay vexwar û qisekir. Got; hûn di demeke ne baş de hatine. Hewceye mirov biharê bê van deran çêtir e.

Bi rastî gelek hevalan jî wisa got,lê dema me ya guncav ev bû em jî hatin. Mebesta me jî xwezayê bêtir dîtina azadîyê bû. Ka Kurdbûn çawa azade û çawa dijî. Bo me bakurîyan pir giring e.

Mamoste Alan em bi erebeya xwe dîsan Hanî hinda kelê û çû. Em jî ber bi hotela xwe meşîyan li kolanekî kebab hebû me got em bixwin. Me xwar lê xweş nebû. em çûn hotelê. Jixwe em gelekî westiya bûn. Me serê xwe şûşt dûre hinekî bi bihîstokêre mijûl bûn û raketin.

Nivîskar: Zerama Bakur

Çavkanî: https://zaremabakur.wordpress.com/

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply