Yearly Archives: 2018

Tebax, 2018

  • 18 Tebax

    Daxuyaniya Dawî ya Semînarê Rojên Wêjeya Kurdî (Bi sê zaravayên Kurdî)

    -Nirxandina Islama Siyasî di eyneya (neynika) wêjeya Kurdî de 03.08. – 05.08.2018   Li ser vexwendina Navenda PENa Kurd bi boneya salvegera qirkirina gelê me li Shingalê di rojên 03.08.- 05.08.2018 de 49 nivîskar, helbestvan, rojnamevan, weshanger, mamosteyên zimanê kurdî û hijmarek ji rewshenbîrên kurd li bajarê Braunscheigê / Elmaniya li hev kom bûn. Semînar bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê …

  • 18 Tebax

    Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

    Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi cur ve mijûl in. Mamoste, parêzer, xwendekar û hwd. Her …

  • 15 Tebax

    Ew

    guherîn divê veguherîn divê jîn divê vejîn divê hestên min bi peyvên bêdeng digevizin di nav hev de gotinên jorîn carna dibin hêvî derman dikin birînên min carnan jî min dixin mitalan û dibin ber asoya xumam ve ligel ku kesek im tenê me bi serê xwe ji awirên hinavkê sergirtî be jî ew dibe ez ku ne şaş bim …

  • 13 Tebax

    Handa; çîroka kul û derda

    Pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Handa’, bi edîtoriya mamoste Serwet Denîz ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Sîdar Jîr ji Şemrexa Mêrdînê ye û di sala 1980’yî de ji dayik bûye, li Zanîngeha Anadoluyê (Eskişehir) Fakulteya Aborînasiyê beşa Têkiliyên Navneteweyî û li Zanîngeha Stenbolê jî beşa Felsefeyê xwendiye. Hîn di serdema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel …

  • 13 Tebax

    Mirdêsî kam î?

    War û walatê ma de kamcin qewman hikûm kerdo? Seba ke babet û dakera nûstişdê ma mintiqa Gêl ûdorûberê ewcayan o, yanî war û welatê hikûmdareya Mirdêsiyan o, lazimo bi kirra der ma bizanê ke mintiqa Diyarbekir û dorûberê aye de kamcin qewma û çi wext hikûm kerdo. 3000 serrî verê zayişî (V.Z.), Hurrî (Xûrrî) û tira pey zî Gutî/Gotî …

  • 12 Tebax

    Prof. Dr. Celîlê Celîl: “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitîme.”

    Çi gava ku ji nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê li tevger û xebata wêjeyî di salên 80 û 90’an de tê pirsîn, yekser navê profesor û doktor Celîlê Celîl tê gotin û gera wî ya li Rojavayê Kurdistanê tê bibîrxistin. Bi vê yekê tê nasîn ku bandoreke mezin a Prof. Dr. Celîlê Celîl di guherîna aliyekî ji şêwaz û çawaniya xebata wêjeyî …

  • 11 Tebax

    Xelata matematîkî ya “Fields” profesorê kurdî girewte

    Koçer Bîrkar, profesorê matematîkî yê Unîversîteya Cambrîdge (Brîtanya) hîrê hemkaranê xo de pîya xelata Fields ya matematîkî girewte. Na xelate sey xelata Nobelî ya matematîkî yena hesibnayene. Prof. Dr. Bîrkar bi xo Kurdîstanê Rojhelatî, Merîwan, ra yo û Îngilîstan de ciwîyeno. Badê ke unîversîteya Tehranî ra mezun bîyo, sey bextwaştoxî ame Brîtanya. Dima, bîyo hemwelatîyê Brîtanya û beşê matematîkî ser …

  • 11 Tebax

    Keleha Zerzewanê

    Keleha Zerzewanê, yek ji berhemên Împeretoriya Romayê ye. Xwezaya Kurdistanê ji ber ku li nîveka dilê dinyayê cihê xwe vegirtiye, hemû deverên wê yên sererd bi berhemên mêjûyî xemilandî ne. Jixwe binerda wê, bihost bi bihost ji bermayên dîrokî dagirtî ye. Min li hin herêmên Kurdistanê hin berhemên dîrokî dîtine ku meriv jê re heyran dimîne û heta niha jî …

  • 10 Tebax

    Derbarê Barzan û Barzaniyan de pirtûkek nû hate çapkirin

    Pirtûka bi navê “Barzan Mîkromodela Kiyaneke Serbixwe”, ku ji aliyê bedir Îsmaîl Şêrokî ve hatiye nivîsandin, bi zareveya Soranî hate çap û belavkirin. Nivîskarê pirtûkê Bedir Îsmaîl Şêrokî ji Rûdawê re ragihand, ku ev 2 sal in mijûlê nivîsandina vê pirtûkê ye. Derbarê naveroka wê de Şêrokî got: “Barzan Makromodela Kiyaneke Serbixwe lêkolînekî gelemper a di warê ayîn, bawerî, îrfan, …

  • 10 Tebax

    Di Munaqeşe û Rexnegiriyê de Pêngavek: Kovara Helwest

    Kovara çand û edebîyata Kurdî Helwest, li ser bingeha mineqeşeyên çandî û edebî û rexnegirîya zanîstî û edebî weşana xwe meşand. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de beşa herî qels tûnebûn an jî nekirina rexne û mineqeşeyên edebî ye. Di nav Kurdan de rexnegiriya edebî qet pêş neketiye. Li ser cure, cure babetên çandî û edebî mineqeşe nayên kirin. …