Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

Hûn dikarin xwe bidin nasîn?
Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye.

Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in?
Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi cur ve mijûl in. Mamoste, parêzer, xwendekar û hwd. Her kes bi fidakarî ji bo Teknistanê dixebite. Belkî gava ji bo Teknistanê dixebite ji van karên xwe jî dimîne an ji malbata xwe an ji bêhnvedana xwe. Lê karê tu kesî ya sereke ne Teknistan e.

Malpera Teknistan kengî ava bû û xebatên we çi ne?
Destpêka sala 2018den ev raman derket holê lê 15 Gulanê Roja Zimanê Kurdî dest bi weşanê kir. Niha 3 mehî ye.

Ev fikir ji ku hat?
Hema bêje derbarê her tiştî de malperên kurdî hene. Pirranî jî li ser çand û nûçeyan. Ji bilî van gelek bloggerê kurdan jî hene. Lê malperekî kurdî bi temamî li ser teknolojiyê tune. Berê çêbûne, lê hatine girtin, an dewam nekirine. Niha ji bilî Teknistanê ti malperên kurdî yên xwerû derbarê teknolojiyê de tune.

Xebatên we yên pêşerojê çi ne?
Helbet raman pirr in bes ku derfet hebe. Piştî ku raman neçe serî ew bi kêr nayên. Projeyên me hene. Em ji wan re dibêjin daxwazên me, ango tiştên ku em dixwazin bikin. Projeyekî me, me dest pê kiriye, înşellah biçe serî. Ji bo kodnûsiyê fêrkirina zarokan. Pirrtirîn em giringiyê didin vê projeyê. Ji ber ku di vê dema teknolojiyê de hemû cihan girîngî li kodnûsiyê digire. Wisa ku kodnûsî jî wekî nivîsandin û xwendinê wekî literaturek tê dîtin. Çawa ku her kes karê wan ê sereke li ser nivîsandin û xwedinê nebe jî, dîsa jî xwendin û nivîsandinê hîn dibe. Kodnûsî jî divê her kes hîn bibe. Sibêroj karê te di derbarê teknolojiyê de nebe jî, ango bibî dixtor an karker an siyasetmedar an bazirgan an tiştekî din jî, bi xêra kodnûsiyê tu yê van karên xwe bi awayekî baştir karibî bikî. Kodnûsî ramana mirov firehtir û kûrtir û xurttir dike.

Beriya me zû Koma PCKurd û komeleya Kargerê gelek karên hêja kirin. Pergala xebatê ya Linûxê wergerandin kurdî. Paşê dîsa dildaran dest bi wergerandina Facebookê û Google Translateê kirine. Ev hêj dewam dikin, jixwe werger naqede. Tiştekî din ku em dixwazin bikin, destpêkirina wergerandina Windowsê ji bo kurdiya latînî (jixwe bi kurdiya navendî derketiye û niha heye), Android û IOSê. Helbet ev belkî bi saziyeke fermî pêk bê, belkî bi me tenê nebe. Ji bo ku van şîrketan girîngî bidin zimanê kurdî, divê li ser înternetê bêhtir çalakiyên kurdî çêbin, bêhtir malperên bi kurdî hebin, kurdî li ser înternetê zêdetir were bikaranîn. Facebooka kurdî, Linûxa Kurdî zêdetir bêne bikaranîn. Xwediyê van şîrketan nabêjin 40 milyon kurd hene, tenê dibînin evqas malperên bi kurdî hene, evqas Windowsa kurdî an evqas Linuxa kurdî.

Di nava van xebatan de derxistina kovarekê heye?
Gelek kovarên kurdî yên hêja hene. Lê ev telefon ji destê mirov nakevin ku mirov kovaran bixwînin. Ew kovar dijital bên firotan belkî bêhtir bên xwendin. Ji bo Teknistanê niha kovar ne hewce ye, jixwe tiştên di kovarê de derkevin vayê di malperê de jî derdikevin.

Eleqeya xwînerên Kurdî bo malperê çawa ye?
Kurd tiştên wiha nû dixwazin. Dixwazin kurdî li her qadê hebe. Gelek kes peyam dişînin û bi dilsozî hestên xwe dibêjin. Medyaya civakî jî roleke girîng digire.

Li gorî îstatîstîkan bêhtir ji kîjan axa welat û ji kîjan bajarê Kurdistanê dikevin malperê?
Dibêjin pirrtirîn ku kurd lê dijîn Stenbol e, îstatîstîkên malperê jî vê erê dike. Kurdên ji welatê xwe dûr bêhtir dikevin malperê. Belkî ji axa xwe dûrketî, wan bêhtir dide ku li zimanê xwe xwedî derkevin, em nizanin. Ku em rêz bikin pirrtirîn Stenbol, paşê Enqere, Amed, Dîlok, Îzmîr.

Daxwaza/ên we ji kurdan û xwînerên Kurdî çi ye/ne?
Di vê dema teknolojiyê de divê em li paş nemînin. Sazîyeke me ya fermî tune ku ji bo me teknolojiyê bişopîne û zimanê me li ser înternetê bi pêş bixe. Tu kes jî ji ber xwe ve nabêje were em zimanê kurdî jî bixin amûrên xwe (eger zimanê kurdî zimanekî ku li kar bûya, ji aliyê hemû kurdan ve bihatiya bikaranîn, dibe ku ev malper bixwe jî ji xwe re komeke wergeran bigirtana û hemû berhemên xwe li zimanê kurdî jî wergerandina, lê zimanê kurdî ne di wê astê de ye û di înternetê de gelekî qels e). Lewma, divê em bi xwe bixwazin. Ji bo ku ew şîrketên teknolojiyê jî daxwazên me bînin cih jî divê zimanê kurdî li ser înternetê xurt be. Gava malperên kurdî li ser înternetê hebin kurdî xurttir dibe, gava gelê me wan ziyaret bike, bixwîne, agahiyên tê de bi kar bîne ew xurttir dibin. Malperên kurdî ji bo perekarkirinê venabin, jixwe Google reklama nade malperên kurdî ku pere kar bikin, -ji ber ku bikarhênerên wan kêm in-. Malperên kurdî tenê ji bo xizmeta ziman ava dibin. Bi eleqedariya we malper xurttir dibin. An na em dibin wekî palê pûşî. Zarokên xwe nekin destgirtiyê telefona lê wan ji teknolojiyê bê par nehêlin. Ji bo kodnûsiyê fêr bibin derfetê bidin wan. Ziman fêr bibin, ji xeynî kurdî teqez zimanê îngîlîzî jî zanibin. Bi saya îngilîzî em dikarin xwe bigihînin, dinyayê, bi riya wergerê zimanê kurdî bi pêş bixin. Ji bo wergerên kurdî zêdetir bibin divê em bixwe wergeran bikin, ku em nekin kes nake, Xwediyê wan şîrketan wergerên me nakin, an jî japon, Ingilîz an tirk jî nakin. Lewma divê em zimanê xwe û îngîlîzî hîn bibin da ku karibin wergeran bikin. Bila gelê me ji bo wergerandinê piştgirî bidin dildaran. Ji bo Linuxê li vir û ji bo Google-ê li vir dewam bikin wergerandinê û qaliteya wergerên kurdî ya li ser Google Translatê zêde bikin

Heypeyvîn: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply