Derbarê Barzan û Barzaniyan de pirtûkek nû hate çapkirin

Pirtûka bi navê “Barzan Mîkromodela Kiyaneke Serbixwe”, ku ji aliyê bedir Îsmaîl Şêrokî ve hatiye nivîsandin, bi zareveya Soranî hate çap û belavkirin.

Nivîskarê pirtûkê Bedir Îsmaîl Şêrokî ji Rûdawê re ragihand, ku ev 2 sal in mijûlê nivîsandina vê pirtûkê ye.

Derbarê naveroka wê de Şêrokî got: “Barzan Makromodela Kiyaneke Serbixwe lêkolînekî gelemper a di warê ayîn, bawerî, îrfan, civak û feraseta tevgera rizgarîxwazî ya tarîqeta Barzan de ye.”

Bedir Îsmaîl Şêrokî herwiha diyar kir: “Barzan projeya binyadanîna kiyan û gelekî nû bûye. Di hemû waran de ji bo vê kar kirine. Îrfanekî kurdî û şoreşgerî berhem aniye û bingeh ji bo afirandina îslamekî kurdî jî xweş kiriye. Hişyerî û baweriya bi xwe berhem aniye. Herwiha di mijara jin, aborî, sirûşt û peywendiyên di navbera tekyeyan de guhertinên mezin kiriye.”

Nivîskar Şêrokî anî ziman: “Piştî salên 1930an, Barzaniyan bi tevê wêranî, derbiderî û şerê bênavber, bi temamî nêzîkî statûyeke jiyarî û serbixwe bûne.”

Nivîskarê Kurd destnîşan kir, ku nabe tenê weke babeteke dîrokî li pirtûkê bê nêrîn û got: “Ev nivîsîn ne tenê dîrok e, wate mebesta pirtûkê tenê ne ew e, ku balê bikişin ser dîroka deverekê, yan şoreşek û gelekê ku li gorî rojimêrê bûyerên wê hatibin rêzkirin. Mebesta vê pirtûkê çend xalek in ku bi hev re bi yek nedaze û yek ast hatine bikaranîn.”

Rûdaw

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *