Meha tîrmehê bi tije rûdanên girîng derbas bû. Meha tebaxê û dîsa dema ku rûpelên salnameya kurdî dikevin ber çavên me, di meha tebaxê de jî tevî hemû rojên xweş û nexweş pêngavên girîng hatine avêtin. Li vir ez ê tenê çendek ji wan destkeftiyên di qada siyasî de bi bîra we xwendevanên hêja bînim. Li pey Ûrmiyeyê, Mehabad hat! …
Yearly Archives: 2018
Îlon, 2018
-
2 Îlon
Li Bakurê Kurdistanê kovareke çand û hunerî: KUND
Hejmara du ya kovara Kund niha li Bakurê Kurdistanê li ber destê xwendevanan e, ku mijara dosyeya vê hejmarê helbestvanê navdar Berken Bereh e. Kovara Kund di vê hejmara xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku di hejmara yekem a kovarê de tenê 4 jinan babet nivîsandine, lê belê vê carê 11 jinan nivîsên xwe di kovara Kund …
-
1 Îlon
Pîroznameyê Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re
Ji ber giringiya gotinên seydayê Cegerxwîn, bi min xweş e ku vê pîroznameya wî, ya berî 75 salan ku bi helkeftina weşana rojnameya Roja Nû ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re şandiye, ji we re raxînim ber çavan, fermo bixwînin: Konê Reş “Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, …
Tebax, 2018
-
31 Tebax
Nok, bedenê ji seretanê jî diparêze
Zanyarên tenduristiyê dibêjin ku divê di hefteyekî de du car nok bên xwarin. Di nava nokê de bo nûkirina DNA yê û sentezê, têra xwe folata heye. Bi vê sedemê DNA nahêle ku hucre di forma kanserê de biguhire û avahiyê diparêze. Nok bi taybetî bedenê ji seretana memikan diparêze. Di nava nokê de kalsiyûm, magnezyûm, potasyûm, selenyûm, paxir, çînko …
-
30 Tebax
taybetiya te
te nabînim tu ji min dûrî li te digerim li cihên nenas li warên bejî lê tu naxuyî ez te nabînim zêrekî binerd di ser de jî bend dor girêdayî ji ferşên asê hişkî polayî çima nikarim bikolim bal te nagihim cem te ji ber miriyî ez ne zindî me li tenîşta te palhevrîşima te li xwe dipêçim ne ku …
-
30 Tebax
Nivîskarê Kurd bi video dengê xwe gihande rewşenbîrên Awûstralyayê
Nivîskarê ji Rojhilatê Kurdistanê Behroz Bûçanî, ku li kampeke pebanran tê girtin, ji bo Festîvala Nivîskaran a Melborn a Awûstralyayê gotareke bi vîdeoyî amade kir. Biryare roja 29ê Tebaxê li bajarê Melborn a Awûstralyayê Festîvala Nivîskaran were sazkirin. Nivîskarê Kurd Behroz Bûçanî, ji ber nikare beşdarî festîvalê bibe bi rêya video gotarek amade kir û ji festîvalê re şand. …
-
30 Tebax
Mizgeftên Vî Zemanî Ne Ti Mizgeft In!!!…
Cejna we te va bimbarek be, ey xwînerên hêja… Vê sibehê bi keyfxweşî ji xew şîyar bûm. Ji xwe divê meriv her sibehîya cejnê bi keyfxweşî pêşwazî bike. Bi dilekî germ û rûyekî li ken min berê xwe da mizgeftê ji bo nimêja cejna hecîyan ku eda bikim. Di hundirê mizgeftê de pirseke dijwar musalatî min bû: “Gelo …
-
29 Tebax
Dîwana Osman Sebrî
Sirgûnî, hepis û zîndan herwekî ku bûye qedera rewşenbîr û sîyasetmedarên kurdan. Ji mala Cemîl Paşa û Bedirxanîyan virve bi sedan, bi hezaran kurd sirgûn bûne û ketine hepis û zîndanan. Gelekên wan di hepis û zîndanan de, di sirgûniyê de li welatên xerîb çûne ser heqiya xwe. Jîyan û têkoşîna wan hemû kurdên cefakêş, heryek bi serê xwe dikare …
-
28 Tebax
Di Derbarê Mîtolojiyê De Çend Gotin-Cihan Kaynar
Cihan KAYNAR[1] Mîtolojî herî kêm qasê dîroka mirovahiyê dirêj e. Dema ku mirov xwest di derbarê hawirdora xwe de bibe xwedî agahiyan mîtolojî jî peyda bû, fikirîn û şîrove kirin vegotinê bi xwe re anî. Bawerî û raman di mîtolojiyê de hatine sembolîze kirin an jî qayîm kirin. Di mîtolojiyê de taybetiya girîng awartebûn û derasayîbûn e, lehengên efsaneyan …
-
27 Tebax
Keç û xortên Kurd di klîpa Samî Yûsif de def dijenin
Hunermendê navdar Samî Yûsif biboneya cejna Qurbanê sirûda xwe ya herî nû belav kir û di klîpa wî de çend keç û xortên Kurdan bi cilûbergên Kurdî def dijenin. Samî Yûsif sirûda xwe ya bi navê “Xwedayê me tu çi qas dadperwer î” bi boneya cejna Qurbanê belav kir, ku wî bi xwe ew sirûd nivîsandiye. Keç û xortên …