Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Agahî-Nûçe / Yarsan

Yarsan

Yarsan »Yarî / Ehlê heq / Kakeyî« yek ji kevintirîn olên kurdan e. Ev ol hêj berî îslamê hebûye û hinek wê wek oleka ji mîtraniyê çeqdayî dibînin, lê ew ji bo xweparastinê di nav misilmanan de bû wek rêbazeka sofîniyê yan terîqeteka derwîşiyê. Elî kurê ebû Talibî li ser dewrê îslamê bi xudêyê Yarsaniyan yê yekê têt nas kirin û ji ber hindê jî hinek dibêjinê »Elî lîhî« û hinek jî yarasaniyan û elewiyan wek hev dibînin. Yarsanî li deverên Kirmanşanê, Kerkûkê, Mendilî û Xaneqînê hene.

Ev ol di bingehê xwe de li ser Donadoniyê (li hev guhorîna rûhan) dirustbûye. Elementên felsefeya eflatonî û zeredeştî û manewî û hindokî û urfana mesîhî ya sedsala duyê û şîiya batînî û mu’itezîle û sofîniyê têkelî vê olê bûne.

Xudê, li gor yarsaniyan, di serdemê nû de (yê piştî hatina îslamê) xwe heft caran di cesedê mirovî de nimandiye û her carekê jî çar melek yan pênc frîşteyên wî bûne. Yan jî dibêjin ku Xudê heft caran têt ser erdî û çar frîşteyên wî pê re dibin û ew pev re yekîtiyeka timam dirust dikin. Hêza afrîner (rûh), li gor yarsaniyan, li esmanî ye û laş li erdî ye. Yarsaniyan jî wek êzidiyan ne bes Xudê lê ehrîmenê xwe jî heye û li gor ola wan Melek Tawûs kesekê xêrxwaz û baş e û yên ku fermanên Xudê bi cih anîne teslîmî wî dibin ji bona ku ew wan tenbîh bike.

Her çend weha diyar dibe ku yarsaniyan gelek kitêbên (defterên) xwe yên pîroz hene lê »Serencam« yek ji kitêbên wan yên girintirîn e. Ew ji du beşan pêk hatiye; yê yekê pexşan e û yê duyê şîir in. Destnivîsa ku Minoriskî di sala 1902-yê de dîtibû, di sala 1843-yê de bi kurdiya goranî hatibû nivîsîn û wî ew guhorî bo ser zimanê rûsî û di sala 1911-yê de belav kir.

Gelek ji kurdan li ser wê olê bûn û zimanê olê jî kurdî bû û edebiyata olê yarsaniyan bi kurdî bû. Hemî kirdgarên wan yên ku Xudê xwe di cesedên wan de nimandiye, ji bilî Elî kurê ebû Talibî kurd bûn ji Kurdistan û Loristanê.

Çavkanî: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî/kulturname.com

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir