Zimanek û Şanoyek* – Çetoyê Zêdo

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min:

“Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.”

Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim:

“Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû sehneya wî tunebû. Dema herdû hebû ew êdî zimanekî mirî bû.”

Îca gotina dawî di destpêkê de bibêjim: Şanogeriya Kurdî di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşekirina we ye… Biçin bibînin, belkî giriyê we an jî kenê we pê bê!

“Hebûn û nasnameya şanoya kurdî, bi çand û ziman û taybetî jî bi dîroka siyasî ve û bi hewldanên wê ve girêdayî ye. Li Bakur qedexekirina kurdî û bêstatubûna Kurda bandora xwe li ser şanoya wê jî kiriye û hê jî dike.” Ne dûr, hê berî 4 salan min di pêşgotina “Dîroka Şanoya Kurdî” wiha nivîsîbû. Belê “sal bi sal xwezî bi par” rewşa şanoya Kurdî û şanogerên wê xedartir dibe. Loma tiştên ku her kes pê dizane ez ê nebêjim û ji kerema xwe hûn jî nebêjin, tahba vala ye, ji xwe a ku mirov bêzar dike jî ev hal e.

Ez dixwazim qala hin şanoyên çalak û berxwedêr bikim, belkî bi kêrî çend temaşevanan bê…

Li Amedê: Şanoya Bajêr[1] ji aliyê şanogerên berê yên Şaredariya Amedê hatibû avakirin, sehneya wan li jêrzemîna Galeriyayê ye û şanoyeke xwedî repertûar e. Teatra Yekta Hêvî[2] ew jî heman sehneya Şanoya Bajêr bikartînin. Ji bilî van herdû komên şanoyê, vê havînê li Amedê navendeke bi navê Mordem’ê hate vekirin. Bi pêşengiya Bariş û Savaş Işık ku ew jî di Şanoya Bajêr a Batmanê de şanoger bûn, sehneya wan li Dicle Kentê ye.

Li Batmanê komên çalak: Tov, Rituel û Araf xwedî sehneyên xwe ne û amedekariya sezonê dikin. “Yeni Sahne” nû vebûye lê şanoyên bi Kurdî hê nelîstiye.

Li Wanê koma şanoyê ya Mencelê çalak e. Sehneya wan li Aydın Perihan AVMê ye. Bi pêşengiya Mencelê di navbera 13 û 21’ê Cotmehê de festîvala şanoyê li Wanê tê saz kirin.[3]

Li Stenbolê: Şermelo Performans[4] niha bê mekan e, lê şanoyên wan piranî li sehneya Kumbaracı50’yê ne. Teatra Jiyana Nû[5] ku girêdayî NÇMê ye, par li Yapım13’ê “Mezopotamya Sahne” ava kirin. Şa Performans[6] vê havînê hate avakirin li cihê kevn yê Destar Theatre’yê ye.

Ji bilî navê van kom û mekanan ez hay ji yên din tune me, an jî ew ne berbiçav in. Divê bê gotin ku ji bo şanoyekê carinan hin lîstikvanên ji komên cihê di projeyekê de cih digrin, loma bi navê koma xwe ne berbiçav in. Belkî ji derve nav navê komekê be, lê piraniya barên koma şanoyê du-sê kes hildigrin. Loma şanogeriya Kurdî bi nav “kolektîf” e, bi ‘emel “tenêbûn” e.

Dema mirov bala xwe bide geşedana şanoya Kurmancî pergî nebûna pişgriyê dibe, loma rê û derfetên şanoyê kêm dibin. Ger em sedemên sereke bi dorê bihejmêrin: Mesrefên produksiyonê, şanogeriya profesyonel (Kêmbûna lîstîkvanan an jî bi gotineke din “bêzimaniya” lîstikvanên Kurd), ji bo proveya û pêşandanê nebûna sehneyê (an jî astengkirina sehneyan) û kêmbûna xebatên şanoyî û nebûna teknîka sehneyî… Ev bûne sedem ku şanoya Kurdî li Tirkiyê û li Bakur bi gav û hewlên biçûk û di mekanên teng de bimîne.

Di van şert û mercan de pêkanîna şanoya Kurdî, li himberî hemû astengî û bêderfetiyan li ber xwe dide. Bi giştî komên şanoyê,  ji lîstikên yekperdeyî û bi kêm lîstikvanan pêk tên (a rast lîstikvan çi qas kêm be bar jî ewqas kêm dibe), kêm deqor û kostum… Pirî caran ev ne tercîh e, teserûfa mecbûrîyetê ye…

Pêşbirka nivîskariya şanoyê di 3 salên dawî de pêk nehat. Bi awayekî sembolîk jî be divê bihata kirin. Ev ne zahmet bû, çawa ku Şanoya Bajêr a Amedê Festîvala Şanoyê ya 6. berdewam kir, dikaribû pêşbirka nivîskariyê jî bidomanda.

Ji salên 1990î ve bi awayekî giştî li ser şanoyê bi civîn û biryar û belavok, festîval çê dibin. Li ser meselê di Konferansa Şanoya Kurdî ya ku 2012an de li Amedê pêk hatibû, ji sed kesî zêdetir şanoger beşdar bibûn. Li vir û di gelek civînên li ser Şanoya Kurdî derfet û astengiyên wê hatibû niqaş kirin, hemû bi bêpergalî û bêpiştgiriyê ve têkîldar bûn. Bêyî gazin û dubarekirina ezberê divê mirov bipirse û binirxîne. Berê çi hebû û çi astengî hebûn; îro çi heye û çi derfet e? A soxî, ew şanoger bi ku de çûn?

Şanogerên ku di vê serdemê de bêdeng bûne an belav bûne an jî dev ji şanoya Kurdî berdane, mirov divê bala xwe bide sedemên vê yekê jî… Ji bilî Amed, Batman, Wan û Stenbolê di vê serdemê de şanogeriya Kurdî bêdeng û bêmekan e. Bi hêviya ku li hemû bajar û navçeyên Bakur wargehên şanoyê bi destê şanoger û temaşevanên wan vebin… Ê min bi xwe, niyet û hêviya min ew e ku sehneyekê li Mêrdînê bibînim…

*Bi izna “Zilamek û Zimanek” a Mîr Celadet Alî Bedirxan ku nego ez im paşa ez im mîr, şanoname jî bi navê “Hevind” nivîsand.

Çavkanî: cetoyezedo.blogspot.com

_________________

[1] Di nav şanoyên Kurdî yên Bakur de pêşeng û çalak e. Li gel lîstikên berê, sezona xwe bi “Tartuf” vekirin.

[2] Sezona xwe bi lîstika “Kirêciyê Nû” vedike. (04.10.2018)

[3] Sezona xwe bi lîstika “Kozik” vedike. Di bernameya festîvalê 8 lîstik hene, tevî lîstika “Kozik” 5 ji wan bi Kurdî ne.

[4] Sezona xwe bi lîstika “Balans”ê vedike. (04.10.2018)

[5] Bi lîstika “Bêrû” beşdarî Festîvala Mencelê ya Wanê dibe.

[6] Sezona xwe bi du lîstikên bi navê “Ji Akademiyê Re Raporek” û “Deno û Ez” vekirin. Di vê mehê de “Mirzayê Biçûk” derdixin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply