Serdozgeriya Parîsê li ser vîrûsa “Petya” û “Petrwrap”ê ya ku bandor li ser hin şîrketên Fransayê jî kirine, lêpirsîn da destpêkirin.
Lêpirsîn bi hinceta ‘sexteriya kompîtirê’ û ‘astengkirina daneyên sîstemê’ hat vekirin.
Li Fransayê şirketa SNCFê, Auchanê, Saînt-Gobaîna û gelek şirketên din yên biçûk duh ji van êrîşan zirar dîtibûn.
Vê êrîşa sîber di serî da li Ukrayna û Rûsyayê dest pê kiribû û paşê jî ji wir belavî Ewropa, DYA û Awistralyayê bûbû.
AA