“Nerd 2 hezar sal berê jî hatiye lîstin”

Li Buldana navçeya Denîzliyê di kolana Bajarê Antîk Trîpolîsê da gelek berateyên lîstika populer a serdema Romayê “Ludus duodecim sctipotrum” ku versiyona destpêkê ya nerdê ye, hatin dîtin.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Pamukkaleyê (ZP) û Serokê Kolîna Bajarê Antîk Trîpolîsê Doç. Dr. Bahadir Duman di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di Serdema Helenîstîk da Bajarê Antîk Trîpolîs di nava sînorê Lîdyayê yê ku herêma Frîgya, Karya û Lîdya digehîştin hevu da bû. Duman got ku wan ligel tîmeke 50 kesî dest bi kolîna sala 2017an kir.

Duman da bibîrxistin ku wan li bajarê kevnare Trîpolîsê xebatên kolan û restorasyona li ser Kolana Bisitûn a nêzîkî galeriya Bisitûn a sergirtî ya li hêla rojhilatê ciyê bazara 3 hezar û 500 mêtrokareyî, kuta kir û ji ziyaretê ra amade kir. Duman diyar kir ku ewê ji tîrmehê pê va plana kolanê, ji ciyê ku lê mabûn pê va bidomînin.

Duman destnîşan kir ku yek ji aktîvîteyên sosyal ên li agorayan jî lîstika populer a serdema Romayê “Ludus duodecim sctipotrum” e ku wekî versiyona destpêkê ya nerdê tê qebûlkirin. Duman nirxadina xwe wiha domand:

“2 hezar sal beriya niha jî esnaf û firoşkarên li bazarê bona dembihurînê nerd lîstine. Der heqê vê lîstika ku bi sê zar û pûlên lîstikê va tê lîstin da gelek berate di kolanê da hatin tespîtkirin. Beşa herî girîng a van berateyan jî plaqeyên ji mermer in ku li serê nerd leyîstine. Em dikarin bêjin ku versiyoneke destpêkê û arkaîk a nerdê leyîstine.”

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply