tîrşemalî

jiyan li ser kêlikên bizmarî

min diêşîne

biyan dimînim li warên

bênav û nedîtî

 

dîmenên çavên bêsiûd

hêsirên ava te dibarînin

ji kurahiya ramanên dildar

beramberî hesudên ez pêçame

 

lê ez çiqas ji te dûr bim jî

tu min dibî bal xwe

lewre êşa min

ji keserên rabirdûyên nêz ve diherike

ber bi hembêza te ya tîrşemalî ve…

 

4-9 Tirmeh 2001

Batman / Stenbol

Salih Turan

Dayik Bê Roj in

Weşanên Noş

Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply