Şemî , Hezîran 23 2018
Malper / Forum / Ramanên We / Telmîh di Dîwana Mestûre Erdelanî da

Telmîh di Dîwana Mestûre Erdelanî da

Xaka pak a Kurdistanê di dirêjaya mêjûyê da bi dehan zana û roşinbîr, helbestvan û nivîskar li ser sînga xwe gihandine, ku yek ji wan Mestûre Erdelanî (1805-1848) ye. Mestûreyê di demekê da pê danaye meydanê ku hê azadî û wekhevîya jin û mêran ne tenê nehatibû helêxistinê, belkî hê jinan mafê wê hindê nebûn ku li dîwana mêran da bêne xûyanê. Em hemû dizanin ku ne tenê di nav mêjûya toreya kurdî da belkî di nav mêjûya giştî ya gelên rojhelata navîn û bitaybetî di nav gelên misliman da ta roja îro jî wisan ku pêdivî bûye û pêdivî ye, meydanên xebatê ji jinan ra nehatine vekirin. Tenê karê jinan ew bûye ku li pişt perdeyan û li heremsera û aşxane û dergûşxaneyan da temenê xwe bibihurînin. Lê Mestûre Erdelanî weke çend jinên dî yên bînanî Qere Fatma (1888-1955), Qedemxêra Lûr (1889- ?) û Heyran Xanima Dunbulî (1790-1848) ev rêçika kevin şikandin û bangê xwe yê beraberî xwazîyê bilind kirin û mil bi milên mêran di meydanên curbecur ên jîyanê da xebitîn û navê xwe herman kirin.

Mestûre Erdelanî ku Dîwana helbestên wê cara yekem ji layê Xwedê jê xweşbûyî Hacî Şêx Yehya Marifetîyê Kurdistanî, berpirsê dîwana Mearifa Kurdistanê ya wê demê, li sala 1304ê hîcrî li Tehranê hatiye weşandinê, nêzîkî du hezar malikên helbestan hildigre. Para pirtir ya van helbestan xezel in û yên mayî jî şîngêrrî (mersîye), qesîde, madeyên mêjûyî û çarîne ne. Helbet li pêka nivîsîna mêjûnivîs û lêvekolan Mestûreyê pirtir ji bîst hezar malikên helbestan nivîsîne, lê mixabin tenê ev hinde ji wan helbestan di destê me da mane û yên mayî wekî berhemên dîtir helbestvan û nivîskarên kurd li ber ho û hegerên dîyar ketine ber hêrişa nemanê û ji nav çûne.

Mestûre Erdelanî ne tenê helbestvan bûye, ew mêjûnivîsek agah û pexşannivîsek peyvnas û şerî’etmedareke têgiheştî jî bûye. Govayê van gotinan berhem û pirtûkên wê ne, ewên ku li ber destdirêjîya rojgarê mane û ji nav neçûne. Pirtûkên weke Mêjûya ErdelanMecme’uludebaŞer’îyatê Îslam û nameyên ku ewê ji bo xizim û kesên xwe nivîsîne.
Mestûreyê ji bilî zimanê kurdî û farsî, zimanê erebî jî baş zanîye. Xezel û şîngêrrîyên wê yên kurdî û ew helbestên ku ewê û Xusrewê Nakam dane ber hev, radeya pisporîya wê di zimanî da nîşan dide.
Ez naxwazim li ser çawanîya jîyana Mestûreyê rawestim, ez ewê ji mêjûnivîsan ra dihêlim. Lê ez ê di vê gotarê da awirrekî bidim layê hunerî yê helbestên Mestûreyê yên farsî.

Gava ku mirov li helbestên Mestûreyê û bi taybetî li xezelên wê dinêrre, mirov serratî û taybetmendîyekê di helbestên wê da dibîne.
Her kesê ku agadarî nivîsîna helbestên klasîk be, dizane ku gorekî rê û şûnên helbestvanîyê xezel divê ji pênc malikan kêmtir û ji duwazde ta panzde malikan zêdetir nebe. Lê gava ku mirov li helbestên Mestûre Xanimê mêze dike, mirov dibîne ku pişka zor ya xezelên wê kurt in û kêm xezlên wê hene ku ji deh malikan derbas bibin. Evê hindê wa lê kirîye ku helbestên wê sivik û xweş û rewan û têgîner bêne ber çavan. Lê tişta ku taybetmendîyek ser ra dide xezelên wê, di xezelên wê da hebûna radeyeke zor û ber bi çav ya telmîhan e. Ewê di sed û heştê xezel û qesîdeyên xwe da nêzîkî du sed caran ji cuwankarîya telmîhê wec wergirtîye. Mirov evê taybetmendîyê di nav helbestên kêm helbesvanan da dikare bibîne. Ew di bikarbiran telmîhan da zor hosta û kirarî ye. Mirov bi dîtina wan hemû telmîhan ra dizane ku ewê agadarîyeke berfireh li ser tore û mêjû û bîr û bawerî û mîtolojîya gelên rojhelata navîn hebûye, ku ew hemû navên mêjûyî û ew hemû bîr û bawerîyên gelêrî di nav helbestên xwe da bi kar birîye. Bi dîtina van hemû telmîhana ra mirov dizanê ku ew mêjûnasek agadar û pirrkar û ayînzaneke bîrfireh û têgehîştî bûye.

Pêş wê êdî ku ez dakevim kûranîya nivîsara xwe, pêdivî dibînim ku wateya peyva “telmîh (تلميح)” hindekî şirove bikim. Telmîh peyveke erebî ye, ku ji rîşala lemehê (لمح) tê û di peyvnasîyê da tê wateya “şirovekirin, lênihêrrîn, awirrlêdan, eşkerekirin û işaretkirin”ê. Lê di zanista cuwankarîyê da tê wateya wê hindê ku “helbestvan yan nivîskarek di nivîsînên xwe da îşaret li gotinên pêşîyan bike, yan jî pişkek ji helbestên helbestvanek di nav nivîsînên xwe da biîne. Yan jî navekî naskirî û mêjûyî ku xudanê çîrok û serhatîyeke bi nav û deng be, bi kar biîne.”

Herwekî ku tê dîtinê, telmîh bi xwe li ser çend pişkan tê parvekirin: Weke telmîha helbestan, telmîha gotinên pêşîyan, telmîha mêjûyî, telmîha navan û kesayetîyan, telmîha efsane û çîrokên gelêrî û çendîn cur û celebên dî.

Mestûreyê jî ji vê cuwankarîyê wec û behreyek zor bi cî û babet wergirtiye. Gava ku mijara helbestên Mestûreyê evîn û evîndarî be, ew ji navên weke Leyla û Mecnûn, Xosrew û Şîrîn, Ferhad, Yûsuf û Zuleyxa, Şêxê Senan û kesên wekî wan wecê werdigire. Lê gava ku li ser mêranî û mêrxasî ya mêrçakên kurdan dinivîse, ji navên weke Rustem, Tehemten, Behmen, Qubad, Tûs, Eşkibûs, Pûrê Destan, Zû û yên weke wan wecê werdigre.
Gava ku ew helbestan li ser mijarê ayînî dinivîse, ji navên weke Îbrahîmê Azer, Mûsa, Îsa, Muhemed, Yehya, Pîrê Kenian wate Yaqûb, Yehûda, Yûsuf, Seyîdê Seccad, Alê Haşim û yên weke wan wecê werdigire. Dema ku Mestûre li bara padişahî û fermanrewayî ya serokên kurdan dinivîse, ew wana di gel van navana dide ber hev: Kesra, Ferîdûn, Enûşîrewan, Şapûr, Perwîz, Xusrew, Suleyman, Cemşîd, Qeyser û Xaqan û yên wekî wan. Lê gava ku qehremana helbesta wê jin be, ew ji navên weke Betûl, Hewa, Asîye, Zubeyde, Xedîce, Zehra û yên weke vana wecê werdigire.
Bi giştî Mestûre Erdelanî di vê taybetmendîyê da destê giştî helbestvanên hevta û hevdemê xwe li pişt va girê dide. Lêre da pêdivî ye cih bidim çend nimûneyan ji wan telmîhan.

Mestûre Erdelanî di meqta duwemîn xezela xwe da weha ji vê hunerê wecê werdigire:

Derî’xa mandem nehan û Mestûr

Çu gencê Qarûn xefî û meşhûr

 

Çisan nenalem çu naleyê ney

Çerra negêriyem çu çeşmê mey

 

Kurmancîya wê:

Heyf ku ez mam Mestûr û nadîyar

Wek genca Qarûn nepen û navdar

 

Çawa nenalim herwekî neyê

Çima negirîm wek şûşa meyê

 

Mestûre di van her du malikan da digel ragehandina navê xwe yê helbestvanîyê, wate texelusa (mexlesa) xwe, xwe di du layan da dişibîne genca (xezîne) Qarûnî. Dibêje ez wekî genca Qarûnî hem bi nav û bang im û hem jî veşartî me. Tişta ku serratîyê dide vê telmîhê ew e ku lêre da peyva Mestûr hem nasnavê wê yê helbestvanîyê ye, hem jî tê bi wateya veşartî û di pişt perdeyê da. Di malika yekem da navê Qarûn û genca wî û çîroka wî tê bîra mirovî. Di malika duyem da jî yekemîn helbesta Mesnewîya Mewlana tê bîra mirovî, gava ku dibêje:

Bişnew ez ney çun hikayet mîkuned

Ez cudayîha şikayet mîkuned

 

Kurmancîya wê:

Guh de neyê dema ku dilorîne

Ji cudatîyan dibêje û dibilîne

 

Yan dema ku dibêje:

Mizgîna te leş divejîne canê

Peyayek tê ji kolana cananê

 

Ba ‘enberê direşîne her layan

Bêhna Yûsuf giheştiye Keni’anê

 

Di vê helbestê da Mestûre mizgînîya gihîştina dildarê xwe dişibîne mizgînîya hatina Yûsifî bo Kenanê û bi xwendina vê helbestê çîroka Yûsif û bêhna kirasê wî û serbihorî û kul û kederên Yaqûbî dihête bîra mirovî. Eger em yek bi yek li ser telmîhên dîwana Mestûre Erdelanî rawestin, me pêdivî bi nivîsîna pirtûkek serbixwe heye. Li ber wê hindê ez ê tenê helbesteke wê ji farsî wergerînim ser zimanê kurdî û ew telmîhên ku têda hatine destnîşan bikim.

Di vê helbestê da mirov dibêje qey Mestûre ne tenê li ser kul û derdên xwe, lê li ser belengazî û kul û derdên gelê xwe jî dinivîse û ji kûranîya dil dinale û gazindeyan dike, ka çima jîyana wê wisan alizî ye.

Mestûre di vê helbesta xwe da, awiran dide ser çîrok û jîyan û serhatîyên Ye’hya, Îsa, Mûsa, Meryem, Yûsif, Yaqûb, Eyûb, Yehûda, Salih, Muhemed, Elî, şerrê Kerbelayê û êxsîrbûna binemala Hesen û Huseyn, jehrîdana Îmam Riza û gelek bûyer û serpêhatîyên pêxember û ewlîya û îmaman.

Hindî ku destê felekê mey berdaye wê Mînayê

Destê qeza û qederan daye me cama belayê

 

Para me ji, sufra cîhanê, ‘kerê ‘kezeba me danîn

Lewra dirijin dawa me ew mirwarîdên xûnbarîn

 

Were binêre bezma me, ku ji zulma çerxa xûnverrêj

Mînaya bezmê sernixûn, cama hêvîyan xûn dirêj

 

Çerxa feleka hîlegêr, gel min wisan dike bazêr

Tu dibêjî ku min jê kirî, serê Ye‘hyayî nav teşta zêr

 

Dibêjî qey ber lomeyan dava Meryemê mi lewitand

Yan min Mesî‘hê bêguneh, dara xaçê ve daliqand

 

Yan min gelo kolka kulan çêkir ji bo Yeiqûbê pîr

Yan min cihanbînê wî ya kirî bi dest kor û esîr

 

Yan min gelo gotî benî bo Yûsifê ku bû nebî

Min ew firot malê dinê, min got ku ew hebsê de bî

 

Yan hêştira Sali‘h nebî, ez dû ketim ku tunebî

Yan xûna Ye‘hya min rijand, ber mekrê pîra jinebîn

 

Yan min di çola Sînayê ser ji fermanê hilkirî

Şûşa dilê Mûsa şikand, yan qelbê wî min kul kirî

 

Yan wekî felêd ‘Îsewî, risqê Xudê pamal kirî

Ew asimanî sifrika min rêtî û bedfal kirî

 

Yan min rijand argûna pîs ser serê şahê ‘alemê

Yan min dindanê Ehmedî şikand bi berdê istemê

 

Ma min serî danî di ber Bûcehlê cahilî nekar

Yan min di rêka Ehmedî dirrik rijandî bêjimar

 

Ma min han da kurrê Hindê, bo kuştina wî Heyderî

Da rûpelên dînê me jî pirtve bibit li her derî

 

Yan min kirî zulmên di zor li zarokên pêxemberî

Min berda gewrîya wan kuran ew camika pirr zeherî

 

Min kuşt gelo zarrên ‘Elî, işkad ji Zehrayê mi dil

Min kir serî hola serî, min kir dilê Ehmed bi kul

 

Ma min kot û zincîr kirî, di gerdena Secadî da

Yan newgulên mala nebî, bêtore min ber badî da

 

Min canikên peyxemberî, aware çolan da gerrand

Xewa şevan jî min gelo ji çavê sêwiyan herrimand

 

Gelo min jehrdayî kirî, lawên nebî min kuştine

Yan kuştina wan sêwîyan tawan û hem sûcê min e

 

Meimûnê nadan yan gelo min han dida bo kuştîyan

Sultanê dîn, jehrî dida min got bikuj îmam Riza?

 

Mey min vexwarî bê edeb, yan çûme ez dêra fela,

Mizgeft mi kir kavil gelo, min berdaye şêx û mela

 

Çima ev çerxa felekê, zulmêm dike ew gelekê

Dilê mine nazik xweşik, kun kun kirî wek elekê

 

Çavê mi kir kanîya xûnê, poşman kirim ji hebûnê

Gelo çima min çi kirî, dilkê mi bû wek êtûnê

 

Herdem ji çavên min dizê, sed çem û sed sîrwan û zê

Ew derdê min dîtî bibêj, ka kê dîtîye kû û kê?

Perwîz Cîhanî-Zazaki.net

Jêder:
١. دیوان ماه شرف خانم كردستانی متخلصه به مستوره ، به مساعی آقای حاجی شیخ یحیی معرفت اسفندار ١٣٠٤
٢. دیوان مستوره كردستانی انتشارات امیر بھادر بھار ١٣٧٧
٣. فرھنگ تلمیحات، تالیف دكتر سیروس شمیسا
٤ . مثنوی مولوی
٥. زنان نامدار كرد، تالیف عبدالجبار محمد الجباری، ترجمه احمد محمدی
٦. تاریخ مشاھیر كرد، تالیف بابا مردوخ روحانی
٧. مجله ئاوێنه ، شماره ٣٨
٨ . بدیع و عروض و قافیه ، كتاب درسی
٩. فرھنگ فارسی دكتر محمد معین

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan – 2

1.2. Mîtên li ser çêbûna nîjadê Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir