Tahsîn Taha

Tehsin Taha, di 25 gulana 1941ê de li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistan hate dinê. Taha, bi alîkariya bavê xwe yê hozan Taha Mihemed hîn ji zarokatîya xwe ve, dest bi stranbejiyê kiriye; ji Mihemed Arifê Cizîrî jî perwerde girtiye.

Di sala 1958an de di raydyoya Baxdayê de yekem strana xwe “Eşkera Nakim” dibêje.  Taha bi temamî 8 album gihandin ber destê guhdaran, û bi klamên ”Ey Felek, Bêrîvanê, Rabe Cotyar ” deng veda…

Di sala 1961an de dema şoreşa Îlonê dest pê kiriye, çûye Zaxoyê û beşdarî berxwedana Başûr bûye. Di 1963an de hatiye girtin û nêzîkî 2 salan jî li girtîxanê maye.

Îbrahim Tatlıses strana xwe ya ”ayağında kundura” ku pê navdar bûye, ji ber strana Tahsîn Taha ya bi navê ”Min Xem Derya Yek Agir e” girtiye.  Tehsîn Taha di 28’ê Gulanê, sala 1995an de gelek stran li pey xwe hiştin û li Hollandayê wefat kir. Qebristana wî niha li bajarê Amediyê ye. – Edibe Boğa

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply