Mijara vê Podcasta, çîroka Şêxê Sen’an e. Serhad edîtorê vê xebatê ye û me potcast ji Mêvanî Potcastê girtiye.
Di tesewifê de çîrok yan bi xewnek yan jî bi rêwîtîyek destpê dikin. Şêxê Sen’an jî şevek ji şevan xewnek dibîne û dest bi rêwîtîyek dike. Di vê rêwîtîyê de em bi tayê evînê dikevin û ger dicemidin ger jî dilerizin û dikevin xewnek giran. Da ku heta şeva me bê û em bi xewna xwe şîyar bibin. Ev şîyarbûn mizgînîya cejnek e.
Nîşe: Spasîya ji bo birêz Ashti Abdo ku destûra bikaranîna mûzîkên xwe da ye.