Mizginî! Hejmara 6an a Kovara Wêje û Rexneyê derçû! Di demeke nêzîk de, wê li kitabfiroşan peyda bibe. Bi nivîsên xwe yên li ser ‘sirgûn’ê û mijarên cihêreng ve, ev hejmar jî bi gotarên awazawazî dagirtî ye. Li benda we hezkiriyên wêjeyê ye. Jê nemînin. Bixwînin, pêşniyaz bikin! Parve bikin, bila herkes pê bihise!
Rêbendan, 2016
-
1 Rêbendan
Kovara Çirûskê Nasbikin
Çirûsk kovareke kurdî ye û tê de nivîsên hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û întelektuelî hene. Ev kovar li Diyarbekirê, ji aliyê Weşanxaneya Belkîyê ve tê çapkirin û edîtorê wê Rênas Jiyan e. Kovarê di sala 2007’an de dest bi weşanê kir û her ji çar mehan bi carekê derdikeve. Kovarê hewl daye ku her celeb nivîsên ronakbîrên kurd di nava xwe de vehewîne.
Hezîran, 2015
-
21 Hezîran
Kovara Kelhaamed Derket
Kovara Îslamî, Çandî û Hunerî ‘Banga Heq Ji Kelhaamed’ bi jimara 15. derket. Li gor tê zanîn Kelhaamed kovareke Kurdî ye ku ji sê meha carekê bi zaravayê Kurmancî û Zazakî tê neşirkirin. Hijmara 15 BIXWÎNE
-
18 Hezîran
Kovara Tîrojê DERKET: ‘Xweserî/Xwerêvebirin, çima, çawa, kengê?’
Xweserî ku ev demek e di rojeva kurdan de ye, ji bo vê yekê berxwedan û pevçûn didome, niha bûye mijara kovara Tîrojê. Kovara dumehane Tîrojê hejmara xwe ya 77’an a meha sermawez-berfanbarê ragihand ber destên xwendevanan. Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade dike vê carê meseleya “Xweserî/Xwerêvebirin, çima, çawa, kengê?” girtiye dest. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê …
-
18 Hezîran
Hejmara Nû ya ‘Folklora Kurdan’ DERKET
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebata çandî de sê mehan carekê kovareke bi kurdî bi navê “Folklora Kurdan” bi kurmancî û zazakî derdixe. Niha hejmara 4’emîn a kovarê derket. Kovara ku bi diruşma “Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e” derdikeve bê pere tê belavkirin. Di vê hejmarê de jî li ser folklor, çanda kurdan gelek nivîsên cur bi …
-
8 Hezîran
Jimara Nûbiharê ya 133yan derket!
Jimara Nûbiharê ya 133yan bi gelek nivîs, helbest û wergerên têr û tije derket. Di vê jimarê de nivîsên balkêş li ser dengbêjiyê, edebiyat, tarîx û ziman hene. Herweha çîrok û helbestên modern hene. Du nivîs jî biyografî ne. Ji zimanên biyanî çend wergerên balkêş jî di vê jimarê de cih digrin. Naveroka vê jimarê bi sernavên xwe weha ye: …
Sermawêz, 2015
-
17 Sermawêz
Sernivîskarê Kovara Kurdistan: Arwasîzade Mehmed
Sernivîskarê Kovara Kurdistan: Arwasîzade Mehmed Şefîq (1884-13 Mart 1970) Xwediyê îmtiyaz û berpirsyarê kovara Kurdistanê M. Mîhrî bû, sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû. A. Mehmed Şefîq, sala 1884ê li gundê Permîs a bi girêdayî Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî li herêma Kurdistanê malbateke navdar û xwedî medrese bû û gelek alimên oldar di medreseya wan de perwerde …
-
10 Sermawêz
Kovare Duyemîn a Heterotopîk Derket
Kovara Heterotopîa, cihê xwe yê di nav refên edebiyatê de bi niqurçkan vedide û dikole. Di Payiz’ê de hejmara 2’an derket û we’r dixuye ku ew ê xwe hîn rakişîne. Kovara Heterotopîa ji bin baneyê “weşanên na”yê, li Îzmîr’ê, derdikeve. Kovareke demsalî ye.