Hejmara Nû ya ‘Folklora Kurdan’ DERKET

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebata çandî de sê mehan carekê kovareke bi kurdî bi navê “Folklora Kurdan” bi kurmancî û zazakî derdixe.

Niha hejmara 4’emîn a kovarê derket. Kovara ku bi diruşma “Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e” derdikeve bê pere tê belavkirin.

Di vê hejmarê de jî li ser folklor, çanda kurdan gelek nivîsên cur bi cur cih girtine. Yek ji van li ser kincên kurdên Anatoliya Navîn e. “Ferhenga Rezvaniyê” beşa wê ya sêyemîn hatiye pêşkêş kirin û têde amûrên ku di vî karî de têne bikaranîn hatine nasandin.

Gelek çîrokên gelêrî di kovarê de cih girtine ku hin sernavên wan ev in: “Ebas û Heblê”, “Gavan û Paşa”, “Mast”, “Eloyo Zirker”.

Dia û nifirin bi kirmanckî û kurmancî, gotinên pêşiyan ên bi kurmancî parçeyek din e ku kovarê dixemilînin.

Ji portreyan Seydayê Tîrêj, ji bajaran jî Kela Dimdimê di vê hejmarê de hatine nasandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kesên navên xwe li cem wan qeyd kirine û kovarê dixwazin ji wan re bê pere dişîne.

Ji bo xwestin û têkiliyê: folklorakurdan@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply