Kovare Duyemîn a Heterotopîk Derket

Bi Hejmara 2’an Merhebayeke Heterotopîk

Wekî merheba Heterotopîa dibêje: “ Tenê edebiyat”

Kovara Heterotopîa, cihê xwe yê di nav refên edebiyatê de bi niqurçkan vedide û dikole. Di Payiz’ê de hejmara 2’an derket û we’r dixuye ku ew ê xwe hîn rakişîne. Kovara Heterotopîa ji bin baneyê “weşanên na”yê, li Îzmîr’ê, derdikeve. Kovareke demsalî ye.

Heterotopîa di naveroka xwe de 3 beşan dihewîne: beşa çîrokan, beşa wergeran û beşa rexneyan ligel van di mijarên taybet de dosya jî xwe carina lê zede dike. Her beşek ji alî edîtorekî/ê tê hazirkirin û vê gavê di her hejmarê de jî edîtorên cuda peywir distînin. Ji alî xebat û organîzasyona gelemperî jî edîtorek koordine dike.

Kovar ji alî sekna xwe tenê ciwanan dihewîne: hem ji alî xebatan hem jî ji alî nivîsan. Mekseda vê yeke jî ji bo ji nivîskarên ciwan re bibe derfet û ji bo bi vê enerjiya ciwanan re cihokeke nû li ber edebiyatê vekole. Ji ber ku aniha edebiyat, di gola xwe de vedigevize û her diçe şolî dibe loma jî ji bo av lê zelal bibe divê rê lê bê vekirin. Ev jî armanca Heterotopîa’yê ye. Ji bo felsefeya kovara Heterotopîa Edîtorê kovarê Ehmed Belek wenî vedibêje: “Heterotopîa, berovajî utopîa tevliheviyê dihebîne. Heterotopîa; rê û rêbazên li ber peyv û hevokan hildiweşîne, hevokên helbestî û orîjînal diparêze.

Di derdora vê têgeha bingehîn em çend xortên ku qibleya wan edebiyat e civiyan ser hev, me hemûyan mejîdankên xwe vekirin û em ji xwe’r li cihekî geriyan. Di wê kêliyê de dengek hat ji gorristanan û pirtûkxaneyan: Heterotopîaaa… Bes derdê me edebiyat e. Edebiyateke ji tu şexs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat…

Naxwe me got edebiyata me jî bila bişibe têgeha me, bila heterotopîk be: em çîrokên klasik ango folklarîk naxwazin, ji bo edebiyata Kurmancî ruyê xwe veguherîne dinyê em ê bixebitin. Belê, ev xebatek e. Ji ber ku Kovara Heterotopîa zaningehek e em dibêjin xebat.

Em ê di vê zaningehê de hînî edebiyatê bibin û em ê ji Kur(d)inya’yê re qala edebiyatê bikin. Em ê bi destên xwe riyekê vekolin ku edebiyata Kurmancî gav bi gav ber bi dinyê ve bimeşe. Ji alî din Kovara Heterotopîa ne kovareke Kurd e, tenê galegalên Kurmancî ye.” Li derdora vê dirûşmê pir xortên ezîz dest avêtên û ev kovar hilgirtin, hin ji wan:, Gulsuma Demîr, Ferhadê Mihemed û bi taybetî jî Abdurrahman Aydogdu û Mahmut Ergul piştgirî danin kovara Heterotopîa. Kovar, aniha ji alî aborî bi saya weşanên na’yê li ser piyan e. Bi hejmara xwe ya Payiz’ê li bendeyi xwendevanên qewîn e.

Heterotopîa ji me re di “Galegala Heterotopîk” de van tiştan dibêje:

Merheba, Xwendevan/xwendekar/xwînerên ezîz (ev dişibe xwînê, min jê hez nekir), Me got xwîn, em bi xwînê dest pê bikin. Em di meha Îlonê de ne û qaso ev meha Aştiyê ya Gerdûnê ye. Qaso, dibêjim ji ber ku di meha aştiyê de em herb û mirin û xwînê pêşkêşî aştiyê dikin. Li hemû erdnîgarê de xwîna ciwanan dirije û dibe xwelî û dikeve devê pîrên zik tirrêl; ew jî li meydanan dikin kewte kewt û girêza xwe dirijînin. Di bin lingên mirovan de viçe viça xwînê ye. Em jî wek nivîskar an wek hunermend, em qelema xwe di xwînê de dadikin û em dinivîsin: “Mirovan ji Kabîlê hov û vir ve bêhna xwînê stendine û har bûne, em hibira qelema xwe dirêjî ber bi pozê wan dikin ku bêhna mirovatî û aştiyê here wan; em dibêjin “edebiyat” Me got edebiyat, em dîsa di Heterotopîa de hevîrtirsekî didin we ku hûn bikin havên û pê bimeyin. Di hejmera Payizê de bi dosyaya “Qeyranê” em derdikevin pêşberî we. Di dosyaya me de nivîskar û kedkarên edebiyata Kurd-mancî pirsên me bersivandine ku ez bawer im ev bersiv hûrik û girikên edebiyata Kurd dide ber çavan, bi xisûsî jî ev derdê me yê ku, em dibêjin em cihoka edebiyata Kurd biguherin, vî derdî dibersivîne. Zaningeha Heterotopîa di vê dosyayê de misyona xwe bi cih tîne. Ji alî çîrok û rexneyan de jî nivîskarên bi qedr û qîmet bi mijarên cuda(carina bi bêmijariyê), bi şêwaza cuda misyona me diselmînin. Di warê wergerê de; ji Virgina Wolf, ji Hemingway, ji Poe, ji Sabahattin Alî, ji Sait Faik, ji Oguz Atay û ji Yusuf Atilgan bahra edebiyatê xwe dide ber me. Heterotopîa bixwînin, ekla edebiyata heterotopîk werbigirin, hilbigirin û di erdnîgara binhis de bigindirin.

Naveroka Heterotopîayê

Galegala Heterotopîk James Joyce (James Augustine Aloysius Joyce)

I – Heterotopîaya Çîrokan -Tirsa Tirsê -Mp3 -Sîzofrenîka -Darikê Cilan-Derpê -Xewnivîsk -Qera Bela -Neh-Ses -Lalote – Pîpoya Xurifî

II – heterotopîaya wergeran -Sopa Li Ser Dîwêr -Yê Jibîrbûyî -Çîroka Mîhan -Dilê Pitpitok -Qesra Camînî -Girên Wek Fîlên Spî -Qehwexaneya Taxê -Bar

III – heterotopîaya rexneyan -Dîsutopîa>Utopîa -Li Ser “Gotinên Pêsiyan” -Xezal -Siya Nepenê – Kêmzêdehiyên “Kêmber”ê Dosya (Gelo edebiyata Kurmancî di qrîzê de ye?)

 

istanbul escort
bakırköy escort
avrupa yakası escort
merter escort
istanbul escort
beylikdüzü escort
şirinevler escort

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply