Sernivîskarê Kovara Kurdistan: Arwasîzade Mehmed

Arwasizade-M_-ŞefikSernivîskarê Kovara Kurdistan:

Arwasîzade Mehmed Şefîq (1884-13 Mart 1970)

Xwediyê îmtiyaz û berpirsyarê kovara Kurdistanê M. Mîhrî bû, sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû. A. Mehmed Şefîq, sala 1884ê li gundê Permîs a bi girêdayî Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî li herêma Kurdistanê malbateke navdar û xwedî medrese bû û gelek alimên oldar di medreseya wan de perwerde bûne. Wî perwerdeyî û xwendina xwe ya destpêkê, li cem kekê xwe Seyîd Evdilgafar xelas kirîye. “Seyîd Evdilgafar bi xwe jî endamê Komela Teavûn û Terakkî ya Kurdan bû û yek ji rêvebirên pêşhatî yê şubeya Bedlîsê bû.”[1] Mehmed Şefîqî, li Wanê di Medreseya Xorxorê de, ji Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî ders girtîye. Têkilî û dostanîya wan a li Îstenbolê jî digîje wê demê. Hevnasîna wî û Mehmed Mîhrî jî, di dema xwendina vê medresê de dest pê kirîye. Wî di dereceyekî baş de zimanê erebî û farisî jî zanîbû.

Li gor agadarî û neqilkirina Veysel Aydenîz, “Mehmed Mazhar ê birayê Mehmed Şefîq jî, ji ber serhildana 1925an a ‘Tevgera Şêx Seîd’, bi tevî kurê xwe yê 17 salî têne girtin û di encama mehkemekirinê de ceza darvekirinê ji wan re tê birrîn. Pêşîyê kurê wî û paşê jî Mehmed Mazhar tê darvekirin.”[2]

Kurdistan 13 bergDema beşdarîya wî ya di kongireya Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd de li ber çavan bête girtin, em dikarin bêjin ku ew di navbera salên 1912-1913 de li Îstenbulê bûye. Ji nivîs û xebata wî dîyar dibe ku wî li ser bingeha îlm û zanînê, perwerdeyîya bi zimanê kurdî û hişyarîya milletê kurd pirr girîng dîtiye û wek armanceke esasî qebul kirîye. Ji bo vê yekê bang li miletê kurd kirîye û gotîye:

“Ey birayê me, hun dibînin ku îro îlm û marif di nêv her miletekî da belav bûye; ji biçûk heta mezinêt wan, hemî ji ehwalê dîn û dinya xwe agahdar in. Ji xêr miletê me, ku em tenê ji vê nî’meta mezin mayîne bêbehr. Ji ber wî qasî ye, ew fezaîlên (rûmetên) ku fitreten di milletê me da hene, hemî bê faîde diçî; belkî bîlekis dibine sebebê mezellet (bindestî, kêmketin) û mezemmeta (nav û dengê xerab) me.

Wekî te ev zanî, îro da ji me ra jî ji her tiştekî lazimtir îlm e; rîya wî jî xwendin û nivîsîn e. Ew jî ancax tê(dê) bi luxatê me bit.”[3]

Arwasîzade Mehmed Şefîq, di sala 1919 de dibe sernûserê kovara Kurdistanê ku li Îstenbulê tête weşandin. Wî hem sernûserîya kovarê kirîye û hem jî karê weşangerîyê kirîye; Diwana Melayê Cizîrî, Mewlûda Nebî ya Melayê Batê, Newbehara Ehmedê Xanî û Mukadîmet-ûl Îrfan a Mehmed Mîhrî çapkirine. Dema em bala xwe bidin “Beyana Civata Hêvî ya Feqehên Kurdan”, dîyar dibe ku xebatên bi vê cûreyî, di nav mexseda wê de wisa hatine dîyarkirin: “Îro mutlaq ji bo kurdan zimanê wan lazim e; bi zimanê xwe xwendin û nivîsandin, bi zimanê xwe kitêb çapkirin û li her alî Kurdistanê şiyandin û belavkirin, mexseda Civata Hêvî ye.”[4]

Dema em bala xwe bidin nivîsa wî ya bi navê “Mûlahaz (Raman)”, ku wek nivîsa destpêk a yekemîn hejmara Kurdistanê hatiye lêkirin, di nêv de li ser rewşa wê demê gelek tespîtên hatine kirin, ji bo eynî mexsedê bang li gelê kurd dike; nezanî, qisur û kêmanîyên wan tîne ziman, herweha ji bo çareserîyê jî şîret û pêşnîyaran pêşkêş dike û weha dibêje:

“Ey gelî biraderê me yê ezîz, lazime em çavê xwe vekin temaşa hereketa hemcinsên xwe bikin, kanê gihîşte çi derece û mertebê; eger îlîm, eger sen’et, eger ticaret, eger exlaq, eger îrade, eger qewet, eger şeref û haysîyet bî; eger milletek qedrê xwe ji van exlaqê hamîde (xweş) xudan par bûye, ji xeyrê milletê îslamê di vî zemanî da, digel vî qasî di zemanê ewel da ev sîfetên hanê ji bo Îslamê xusûsen lazim bûn. Yanî di Îslamê da mewcud e, di xeyrê wî da tune bûn.

Di nav Îslamê da xusûsen em kurd ku nûha di temam ji van sîfetên însanîyê mayine mehrum. Madem ku em jî însan in, lazime wekî însanan bin, da wekû mînaka xerab, zelîl û heqîrê xelkê nebin.

Çawa ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet hem bo wî ye û hem yê temamî kesan e.

Sed heyf ku hindek ji me şerefa mîllî ka çî ye? Ji xwe nizanin. Hindek ji me jî mubtelayê ye’s û bê hêvîtî bûne. Hindek jî barê xwe avêtine ku em ne ji vî milletê ne, yanî em bê bab in.

Îro milletê me (yanî hey’eta mecmue ku şêx, mela, mîr, beg, axa, tuccar û cotyar hemî jî daxil in) mîna xazûlkekî (parsek) zexm û bi qewet ku mûyê wî hatî, neynûkê wî dirêj bûyî, ewretê wî mayî derve, di qirêj û pîsîtîyê da reş bûyî nagah bête nav meclîsekî alî zehf, destê xwe dirêjî balkî ve bikit, çi fille û çi musilman, dibêjinê haydê pîsê tenbel, ustûyê te hingê yê duduyan heye, here ji xwe ra îşekî bike, bi wî îdara xwe bike. Her kesek bi new’ekî xeberdanê tehqîr dike.

Eceba wekî milletê merû (yanî hey’eta mecmûe ku behsa wî derbas bû) di nêv milletê dî da bi vê terzê heqîr, feqîr û mustekreh bit, êdî şerme ji xwe efradê me behsa heysîyet û şerefa xwe bikin. Sebebê vî awayî zehf in. Lakîn sebebê ewel, kurtahîya nezer û bêdîqqetîya me ye.

Xulase daîra ûfqa me xayet teng e. Çi tiştî hebin hemî şexsî ne. Berjewendiyê gelêrî hêj me zewqa wan hilnedaye, ku em teqdîr bikin. Em daîma temaşa ber lingê xwe dikin, serê xwe hilnayînin carek temaşa alemê jî bikin. Eger ji bo wî awayî nebit, ji çiye milletê me wuha di nezera alemê da heqîr û zelîl e. Lewra çi şeceat û xeyret û zexa (comerdî) û îstî’dad (qabîlyet), zîhn û zekâ ê ku Xudayê teala fitreten di milletê me da xulq û îhsan kirî, ji bo kêm milletan îhsan kirîye. Lakîn heyf ku em wê mewhîba (bexşandina) rebbanî wusan muettel dihêlin (îhmal dikin), nadine xebatê ku bigihête kemala xwe.

Zenna min da eger çi nezer bi ronahîya şer’ê ev îhmala ha heram nekin, lakîn me’nen heram e we em mes’ûl in.

Xudayê Teala alîkarê me bit we selam.”[5]

Gelek xizmet û keda Arwasîzade Mehmed Şefîq di nivîsandin û çapkirina Rîsaleyên Nûr de jî heye. Ji ber têkilîya wî ya bi Rîsaleyên Nûr re, di sala 1943 de bi tevî Seîdê Kurdî li bajarê Denizlîyê tête hepiskirin û piştî girtîmayina neh mehan bereat dike.

Piştî derketina ji hepsê heta dawîya jîyana xwe di mizgeftên Sultanehmed û Sultan Eyûb de meletî dike. Dema meletîya xwe de berdewamî behsa Rîsaleyên Nûr dike. Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî di sohbeta bi telebeyên xwe re û nivîsên xwe de gelek caran behsa wî dike.

Dostanî û hevaltîya A. Mehmed Şefîq, M. Mîhrî û Seîdê Kurdî hetanî dawîya jîyana wan dewam kirîye. Çi wext ku ketine tengasîyê çûne hewara hevdu, bitaybetî di girtina 1943 û doza 1952yê de, M. Mîhrî bi wêrekî û zanîna xwe ya fewqalede ya hiquqî, karê şopandina mehkemê û parastina Seîdê Kurdî û hevalên wî kirîye. Di beşekî vê parastinê de ji bo Seîdê Kurdî dibêje:

“Nivîskarê eserê Rîsaleyên Nûr, ji hemû nivîskar û xwedî eseran mitewazîtir e; dijminê herî mezin ê şohret û kîbrê ye. Pişta xwe daye hemû malên dinyayê. Ne mal, ne şohret, ne nifûz; ji vana yek jî negihîştine paya wî û dê nikaribin bigîjin. Gandî jî qasê wî ji karê dinyayê dûr neketibû. Ev merivê mezin, di rojê de qîma xwe bi pêncî gram nan û kasikek şorbê dianî, ger îro jîyana wî berdewam be jî, ew jîyan ji bo xizmeta îman û Qur’anê ye; ji xeynî vana, li nik wî ehmîyet û qîmeta tu tiştekî tune ye.”[6]

A. Mehmed Şefîq, ji malbata Berzencîyan bi Gul Xanim a qîza Ebdulqadir Nûrî Berzencî re zewicîye. Di vê zewacê de du zarokên wan çêbûne; navê yê lawîn Rifat yê keçikê jî Lamîa ye.

Di 13yê Adara 1970ê de li Îstenbulê wefat kirîye. Rehma xwedê li wî be.

13.02.2015

Seid VEROJ-Kovara Bîr

[1] Veysel Aydeniz, Seyyid Şefîk Arvasî, weşanên Nûbihar, Îstenbul, 2013, r. 18

[2]J. b., r. 18

[3] Jîn, Kovara Kurdî-Tirkî(1918-1919) , Werger û transkripsiyona M. Emin Bozarslan, cild: I, r. 225

[4] Hetavî Kurd, h: 4-5, 23yê Gulana 1914, Îstenbul

[5]Arvasîzade Mehmed Şefîq, Kurdistan, Mûlahaza (Raman), h: 1, 30ê Kanûna 1919, Îstenbul, bn. http://www.kovarabir.com/bira-me-arvasizade-mehmed-sefiq-mulahazaraman/ 25/06/2013)

[6] Bedîûzeman Said Nûrsî, Tarihçe-i Hayatı, Zehra Yayıncılık, 2004, Îstenbul, r. 639-40

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply