Kovara Tîrojê DERKET: ‘Xweserî/Xwerêvebirin, çima, çawa, kengê?’

Xweserî ku ev demek e di rojeva kurdan de ye, ji bo vê yekê berxwedan û pevçûn didome, niha bûye mijara kovara Tîrojê.

Kovara dumehane Tîrojê hejmara xwe ya 77’an a meha sermawez-berfanbarê ragihand ber destên xwendevanan. Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade dike vê carê meseleya “Xweserî/Xwerêvebirin, çima, çawa, kengê?” girtiye dest. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Çetin Gurer, Yusuf Karataş, Fehim Işik û Faik Bulut li ser meseleyê nivîsiye. Anli gotiye, “Rêveberiya cewherî em bi giranî ji bo kurdan û Kurdistanê girîng dibînin.” Karataş, di çarçoveya pirsa neteweyî û çareseriyê de xweserî girtiye dest, Bulut jî gotiye ku meseleya xweserî kirin qurbana siyaseta rojane û konjokturê. Hem ji aliyê ku di rojeva kurdan de ye, hem ji aliyê çareseriya meseleyê ve ev dosyaya hatiye amadekirin hêjayî xwendinê ye.

Helbestvan Sennur Sezen kurtedemek berê wefat kir. Ji bo xatirkirina wê nivîsa wê ya bi navê “Neyarên cahil ên aştiyê” ku di sala 2009’an de hatibû weşandin kovarê dîsa weşandiye. Her wiha helbestawê “Strana Berbangê” jî bi wergera Fehîm Işik weşandine.

Serpil İlgun bi Hîndekarê Beşa Sosyolojiya Zanîngeha Bogazîçî Bulent Kuçuk re hevpeyvînek li ser rewşa dawî ya Tirkiyeyê kiriye. Di hevpeyvînê de hilbijartin, komkujiya li Enqereyê hatiye nîqaşkirin.

Di kovarê de Ercumend Akdeniz, Aydin Çubukçu û Erdogan Aydin li ser nîqaşên şerê navxweşî û Tirkiyeyê nirxandin kiriye.

Nivîskar Cihan Roj nivîsek bi sernavê “Şîroveyek li ser çîroka jiyana Eyûb Paşayê Kaskî” û ew nirxandiye. Salihê Kevirbirî rûpelek ji kurdên Kirgizistanê bi sernavê “Cînarên Çînê, Kurdên Kirgizistanê”, Cemil Oguz jî çîroka “Toros”an ji salên 70’yî heta niha raxistiye ber çavan.

Her wiha Hakki Ozdal, Vedat İlbeyoglu, M.Ender Onder, Îsmaîl Dîndar, Elî Serhedî, Nevzat Onaran, Mem Med, Kelemet Çigdem Turk, Ozgur Muftuoglu, Zeynep Varol, M. Sinan Birdal,  Muge Tuzcuoglu, Dr. Mustafa Pekoz, Reşo Ronahî, Dr. Selçuk Mizrakli, Akman Gedik, Vecdi Erbay, Aytaç Araz Selçik, Bariş Avşar bi nivîsên xwe, C.Hakki Zariç, Didar, M.Çiya Mazî, Yeqîn H. bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

Ji bo xwestinê: (0212) 255 25 46

tirojdergisi@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply