Tag Archives: Huner

Rêbendan, 2016

  • 24 Rêbendan

    ‘Birîna Hezar Awazan’ li Hewlêrê

    Koma şanoya Enahitayî ya bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê şanoya bi navê “Birîna Hezar Awazan” pêşandan. Berdevkê Rêveberiya Şanoya Hewlêrê Selam Bapîr ji Rûdawê re diyar kir çalakiya şanoyê bi hevkariya Serkonsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê hatiye lidarxistin û got: “Me îro li Hewlêrê Birîna Hezar Awazan pêşandanî welatiyan kir.” Birîna Hezar Awazan ji aliyê Elî Riza Îsmaîl …

  • 20 Rêbendan

    Кurdên Xorasanê – Vîdeo

    Guhdarên heja, vê carê guhdarîya bernameya radyoya Ria taza ji beşa “Dîroka kurd û Kurdistanê” bi taybetî derheqa dîrok, huner, danûstandin û çanda kurdên Xorasanê bikin. Di vê bernameya xwe de emê hewil bidin ji we ra şirove bikin ka kurdên Xorasanê kîne, li ku dijîn, kengê û ji kîderê sirgûnî Xorasanê kirine? Ser daxweza radyoya me dostekî meyî pir …

  • 16 Rêbendan

    Li Heskîfa Nû Çêkirina Muzeyê Qediya

    Li Heskîfa ku wê di bin bendava Ilisuyê de bimîne, ji bo ku welatî lê bijîn niha cihên nû tên çêkirin. Avahiya muzeyê û tiyatroya anfiyê temam bû. Heskîfa nû li gor cihê niha li quntara çiyayên Ramanê ya rojavayê ye. Wezareta Turîzm û Çandê, Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê û Lijneya Parastina Hebûnên Xwezayê bi hev re projeyan amade dikin …

  • 7 Rêbendan

    Eyşe Şan li Rojava hat bibîranîn

    Stranbêja kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi semînarekê hate bibîranîn. Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê dibêjin ku divê nifşên nû jî hunermendên weke Eyşe Şan nas bikin ji bo ku ew jî kultûr û çanda xwe biparêzin. Bi strana ku bi navê wê destpê dike, stranbêja Kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya …

  • 3 Rêbendan

    Awaz Baran – Zara Gîyan

    https://youtu.be/5kZygktrxck

  • 1 Rêbendan

    Ji Delîl Dîlanar albumeke nû ya giranbiha

    DiAlbuma Delîl Dîlanar “Dengbêjname-1” bi etîketa PEL Recordsê derket. Bihara ku Pel Recordsê bi hunermendên hoste yên muzîka kurdî ve dabû destpêkirin bi albuma “Dengbêjname” a denbêjê nivşê nû DelîlDîlanar re berdewam dike. Strana klasîk a dengbêjê bi nav û deng Şakiro “Nêçirvano“navê xwe dabû albuma yekem aDelîl Dîlanar. Rêze albumên Delîl Dîlanar bi navê kilamên “Serayê” û “Zerîyê” ên …

Hezîran, 2015

  • 28 Hezîran

    Fîlm Vê Carê Li Elihê Dibin Mêvan

    Bernameya 6’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat eşkere kirin. Gelek fîlm di nav bernameyê de hene, her wiha hin gotûbêj jî. Festîvalê zarok jî ji bîr nekirine. Şaredariya Batmanê ev 6’emîn car e festîvalê dê li dar bixe. Festîvala îsal di navbera 16-20’ê meha berfanbarê de li dar dikeve. Mêvana rûmetê ya festîvalê ya îsal keça Yilmaz Guney Elîf …

  • 27 Hezîran

    Serdana Ezîzê Temo/ Ezo, Zirnevanê Bi Nav û Deng – Konî Reş

    Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola wan di parastina zimanê Kurdî de …

  • 23 Hezîran

    Pirtûka ‘Şakarên Muzîka Kurdî’

    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.  Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda dengê her yekî …

  • 22 Hezîran

    Guhdarkin- Ser Zimanê Kurdî Du Vîdeo

    Zimanê Kurdî bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e şêrîn û xweş e, zimanê kurdî bi xweş awaz e, letîf û naz e, letîf û naz e, zimanê kurdî beyta feqiyê, kubra xanîye kubra xanîye, zimanê kurdî bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e şêrîn û xweş e, zimanê kurdî bi xweş awaz e, letîf û …