‘Birîna Hezar Awazan’ li Hewlêrê

Koma şanoya Enahitayî ya bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê şanoya bi navê “Birîna Hezar Awazan” pêşandan.

Berdevkê Rêveberiya Şanoya Hewlêrê Selam Bapîr ji Rûdawê re diyar kir çalakiya şanoyê bi hevkariya Serkonsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê hatiye lidarxistin û got: “Me îro li Hewlêrê Birîna Hezar Awazan pêşandanî welatiyan kir.”

Birîna Hezar Awazan ji aliyê Elî Riza Îsmaîl hatiye nivîsandin û herwiha derhêneriya wê jî ew dike.

Lîstika şanoyê dê 2 rojên din jî li Hewlêrê were pêşandan.

Çavkanî : Rudaw

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply