Li Heskîfa Nû Çêkirina Muzeyê Qediya

Li Heskîfa ku wê di bin bendava Ilisuyê de bimîne, ji bo ku welatî lê bijîn niha cihên nû tên çêkirin. Avahiya muzeyê û tiyatroya anfiyê temam bû.

Heskîfa nû li gor cihê niha li quntara çiyayên Ramanê ya rojavayê ye. Wezareta Turîzm û Çandê, Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê û Lijneya Parastina Hebûnên Xwezayê bi hev re projeyan amade dikin û bi xebatên xwe ve yek bi yek van çêdikin.

Ji van projeyan yek jî Muzeya Heskîfê ya 3 qat e. Muze 2 hezar û 500 mêtroqereyî cihê girtî û 5 hezar mêtroqere jî cihê servekirî bi giştî li ser qadeke 7 hezar û 500 mêtroqereyî hat çêkirin. Berhemên ku dîroka Heskîfê nîşan didin wê li muzeyê bên nîşandan.

Tiyatroya amfî ya kapasîteya wê 500 kes e jî hat çêkirin.

Ji bilî van pireya peyayan jî hindik ma biqede.

Qaymeqamê Heskîfê Bulent Bayguven got ku armanca wan ew e ku navçeyeke modern ava bikin û wiha axivî: “Çêkirina lojmanên kamuyê dewam dike. Dibistana navîn qediya û li wir perwerde tê dîtin. Lîseya me jî nû vebû. Saloneke me ya werzişê, liseyek û dibistaneke me hindik ma ku xilas bibin. Nexweşxaneya me jî wê di demeke kin de biqede. Parka Çandê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, avahiya Midûriyeta Heywandariyê, Xurek û Çandê ya Navçeyê tên çêkirin. Dema ku welatî jî bên înşallah avahî jî wê bên çêkirin û ev derê bibe navçeyeke xweş.”

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply