Serdana Ezîzê Temo/ Ezo, Zirnevanê Bi Nav û Deng – Konî Reş

Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola wan di parastina zimanê Kurdî de zor mezin bû..  Yek ji wan malbatên ku bi vî karî rabûne malbata Emînê Temo ye.ezoo.PNG görüntüleniyorezoo.PNG görüntüleniyor12

Doh (22.12.2015), digel dostê xwe helbestvan Amran Alî, em çûn Amûdê, taybet ji bo dîtina Ezîzê Emînê Temo (Ezo), yê ji şeş birayan ew maye, birayên wî yên din koça dawî kirine, ew ji ev bûn: Abdulrizaq, Miho, Silêman, Seîd û Temo.

Ezîzê Emînê Temo (Ezo), di sala 1935an de li gundê Mamerlê çêbûye, ji 60 salî ve, wek zirnevan wî û birayên xwe goven û dîlanên şokirina xelkên Beriya Mêrdînê de gerandine û dilê welatiyan xweş û geş kirine.

Digel ku Ezîzê Temo zirnevanekî bi nav û deng e, wiha jî tembûrvanekî çeleng e. Lê bêtir navê wî bi lêdana zirnê derketiye.

Di çavpêketinê de, em têr û tesel axifîn û ji min re navê çend reqis û semayên ku li ber dahol û zirnê têne listin ji min re gotin, wek: (Kerbozî, Giraniya Mala Xidir Axa, Neqşê lidar, Her û wer, Bişêrî, Xeftan, xeftan xeftano, Xeftan Pembê Dêrikê derzek dabû dev zendikê, Qosarî..) û got: (Ji şahiyên çokirinê yên herî xweş û bi cemawerê xwe giran ku me 7 rojan bi def û zirnê dîlan li wan gerandiye, şahiya Eliyê Îssa bû, kurê Axayê Eşîra Millan, li gundê Gindor û yan di a Xeloyê Hesko bû li gundê Gir Sor (Mêrsînan), û ya din a Îssayê Silêmanê Sedûn bû li gundê Sinceqa Sadûn..) û pêde çû û got: (ji reqisvaniyên ku min ew naskirin milî ne û xelkên gundê Xerabkortê ne bûn..) Sed mixabin ku guhdan pê nîne û ne bi kesên wek wî heye.. Xezî tevgera Kurdî di qorzîka çavên xwe re li kesên wek wan mêze kiribana…

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply