Fîlm Vê Carê Li Elihê Dibin Mêvan

Bernameya 6’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat eşkere kirin. Gelek fîlm di nav bernameyê de hene, her wiha hin gotûbêj jî. Festîvalê zarok jî ji bîr nekirine.

Şaredariya Batmanê ev 6’emîn car e festîvalê dê li dar bixe. Festîvala îsal di navbera 16-20’ê meha berfanbarê de li dar dikeve. Mêvana rûmetê ya festîvalê ya îsal keça Yilmaz Guney Elîf Putun e.

Îsal bi diruşma “Gelê ber xwe dide, sînemaya berxwedêr” festîval li dar dikeve û di çarçoveya festîvalê de dê 3 kurtefîlm di Pêşbaziya Kurtefîlman de bêne xelatkirin.Her wiha pêşbaziya Senaryoyê jî heye.

Endamên juriyê Arîn Înan Arslan, Hussên Hesen, Ovgu Gokçe, Şehbal Şenyurt Arinli û Touraj Aslani dê kurtefîlmên bi navê

Angelus Novus  (Aboozar Amini), Azad (Yakup Tekintanğaç), Bartalakbaz (Sajad Ahmadbeıgı),  Hêk (Muaz Güneş), Mast (Tahsin Özmen), Mitomani (Bulut Gümüşboğa), Poke (Faruq Samani), Şeva Dirêj (Shamal Sabri), The wind suddenly (Edris Samani), Zange Varzesh -p.e. class- (Jabbar Salehı) binirxînin û xelat bikin.

Her wiha di pêşbaziya senaryoyê de jî endamên juriyê Yildiz Çakar, Omer Dilsoz û Merwan Xwedêda ye.

Ji fîlmên metrajdirêj “Bîrarînên li ser kevir” (Derhêner Şewket Emîn Korkî), “Levîathan” (derhêner Andrey Zvyagintsev) û belgefîlmê Mano Xelîl “Mêşvan” jî heye.

Di festîvalê de gotûbêj jî hene û her wiha festîval ji bo zarokan jî fîlmên anîmasyonî nîşan dide.

Ji bo agahiyên zêdetir:
http://www.yilmazguneyfilmfestivali.com/

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply