Salı , Ocak 19 2021

Tag Archives: evîn

PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-1

Karê helbestvanan, birayetî û pêk ve jiyanek bi rûmet, giringiya ziman û çandê ye. Helbestvan lazim e rexneyên bi pîvan û avaker bike. Giringiya peyvanû wateya helbestê, bi hev re bê hûnandin. Helbestvan mîna parzûnekê ye, hevokan diparzinîne dike rist û bend. Helbest ê sereke bi zimanê xwe bi kar tîne û ev wezîfeyek e ku bandorê li ser millletê …

Read More »

Nameya Xwekuştiyek

Mîhrîban! Çend roj berî niha min kurikek çavên wî ji çavên te li ber derê me dît, dilîst. Min jê pirsî bê ka navê wî çi ye, kurê kê ye? Gote ez “Mûsa me, kurê Xalis im,” Navê wî kotiyê mêrê te got, min nas nekir, navê min lê bû lê kurê yekî dî bû. Kurikê li ba wî ji …

Read More »

Xweşbext im

Di bin ezman ê xwezînê li ser ax a Mem û Zînê bi cancoş a dil lerzînê Pêrgî te hatim lê dînê Di hewl a li xwegerînê bi canşikest û girînê bi êş û jan a birînê Pêrgî te hatim lê Zînê Bi hest û çavê geşbîê ger û bizav a xwezbînê bi zengînî ya bengînê Pêrgî te hatim Nisrînê …

Read More »

Evîna Feqî

Pira xasê bi dengê Seyda ji nav cihê xwe hilpekîya. Bi dengek hêrs bûyî bang lê kir: “Xwedê ji te razî ev çi destmêje vê seetê tu digrî? ma ne te nimêja îşayê kir paşê tu razayî! Seyda bi zor karîya dengê xwe bilind bike. Wekî palê zevîyê westîyayî be, zipikên xudanê li ser enîya wî dilop, dilop dihate xwar …

Read More »

Jiyan, Evîn û Azadî

Jiyan di evînekê bê sînordaye, Evîn di jiyanê daye, Lê armanc bê hidude, Tu sînor di armancê de tuneye. Jiyan û armanc ku bi hevra bin jiyan xweş e Jiyan evînek xemilandiye li nav, baxçeyên gulan. Kê dikare bersîva evîne bide Kê dikare wê nîşan bide. Kê dikare jibona pêlê evînê canê xwe bide? Û xwe feda bike. Jibona nergiz …

Read More »

Li Cem Kurdan Jîyana Evînî

Bi rastî eşq, peyva evînê tiştekî çi qasî bi heyecan e.  Eşq, evînî, evîndarî an hezkirin… Mirov ewil ev peyva hanê yanî Li cem Kurdan jîyana eşqê dibîhîze dibêje ma qey eşq cuda cuda tê jîyîn? Ma ne wek hevdû ne.?  Nexêr! Wekî hevdû nîn in.. Belê di her milletê de çawa ku, orf û edet cuda cuda ne, eşq …

Read More »

Evîn bi zimanê zikmakî xweştir e

Wezareta perwerdehîyê ji bo 5 rojan biryara konferansa pergala nû dabû, mamoste ji bo vê pir eciz dibû lê tu çare jî tune bû ku neçûya. Mamoste roja ewil ket hêwana konferansê, li ber derî li keçikekê rast hat û germîyek di nav dilê mamoste de çêbû. Mamoste keçik pir tatêl dikir lê tu tiştek ji destê mamoste nedihat. Mamoste …

Read More »

Were Evîn

Were ji berbangê bipirse evîn Bipirse ka çawa derbas dibin rojên min çiye halê min Hemû berbangên rojê, Xemgîniya min pêşwazî dikin bi çavên şil Her bi hesreta te dişewite giyana dêm li deşta dil, Wa dîsa şeve evîn, Te dinivsînim bi pênûsakî hibrî, Tevlihev dibe hibr û hêsir, Tilî dicemidin û dil te dirêse nava hestên bê war, Awirên …

Read More »

Kîn û Evîn

Di roja 14 Sibat (reşemeh) a her salê de gelek kes li gelek welatan cejna evîn û evîndaran (Valentine) li dar dixin. Diyarî bi milyonan têne kirrîn. Her yek ji bo ku evîndariya xwe piştrast bike, ji yarê xwe yan yara xwe re, ji hezkirî yan hezkiriya xwe re diyariyekê dikirre. Baqek gulên sor, gustîlek yan gulbendek zêr, şûşeyek bêhna …

Read More »

Evîna Zimên Evîna Welêt e

Her gel xwediyê mafê (heqê) jînê û azadbûnê ye. Lê hin ji wan, ji vî mafê bingehî hatine bêpar hiştin û bindest dijîn. Bindestiya xelkekî, pirîcar, ji kêmasiya yekîtiya wî, ji paşdemayîna wî ya çandî û zanistî û ji qelsahiya wî ya leşkerî tê. Pirr gelên îro azad û serbixwe di demeke dîroka xwe de, ji ber sedemên wisa, bindestî …

Read More »