Qesîdeya Evînê

Ey Mela, sal bi sal ya le geriyam çiye

Eger ew sir eşq bê, ya dil disotê çi ye?

Ey Feqî, ya mirov dîn û har dike dilber e

Ya dil disotê ne eşq e, tîra firqetê ye

 

Ey Mela, te çendî xwendiye ji elîf û bê yan

Jehr e an hingive ya dibarê ji lêvan?

Ey Feqî, ilme me ne elîf û bê ye

Her xeta me noqteyek ji eşqê ye

 

Ey Mela, ji bo bisk û gerdenê yarê

Serxweşim ji eşqa sîng û berê

Hew dizanim çibkim ji derdê dilberê

Dilê min li Turî Sîna digerê

 

Ey Mela, hew dizanim çibkim ji derdê van gerden zêran

Derba eşqê em birîndar kirin ji pê heta seran

Sed mêrên wek Ristem dikin mîna şima

Ji bo Leylayekê me emr borand, ne Leyla hat ne jî emr ma

 

Ey Mela, ya em dixwenin ji kiteba qudretê ye

Ya em şev û roj vedixwûn şeraba eşqê ye

Meyxanêya sekranbûya war û mekanê me ye

Hembêza qametelîfan cihê şa û aramîya me ye.

 

Ey Mela, ji derba awirên yarê perîşan im

Ji bo wan xal û zilfan dil bijan im

Di qedaha şerabê de qurtek ava sor im

Li çiyayê qaf sîmurgê windayî ez im.

 

Ey Feqî, çima naxwênê ji kiteba min

Çi sebebe ku navexwê ji şeraba min

Ey Mela, ya em dixwinin sîng û ber in

Ya em şev û roj jê vedixwin dev û lêv in

 

Ey Mela, me can da di rêya çavbelekan de

Fitû çiye, tu şerh bike di kitêbê de?

Ey Feqî, eşqa çavan biqasî ronîya findê ye

Ya canfedayan wek ster û rojê ye.

 

Ey Mela, ilme te xwendiye ji kiteba şerîatê

Eger te negihînê rêya heqîqatê

Tu ji were dergaha xerabatê

Tê bi qurtekê bibînê sir ê heqîqatê

 

Ey Feqî, ev çiye ku xwîn li me har bûye

Hicrana ji lêvê yarê mîna ar bûye?

Ey Mela, ji meha adar e demsal bihar e

Ew xwîna germ şûnwarê ramûsanên yar e.

 

Dilazad im evîn di dil de şax da

Di vê rê de me dil û can da

Can bi can, dil bi dil da

Can jî, dil jî, evîn jî erzan da

 

DILAZAD A.R.T

dilazadart@gmail.com

14.04.2022

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply