Sêhra evînê

Di nav daristanên bi mij de
Di nav çolên tarî û kûr de
Li ser çemên bi kef
Di kulma min de sêhra evînê
Çend sedsal in
Ber bi te ve
Direvim direvim
Tam nêzî te dibim
Bi şahnaziyeke serkeftî
Leylana çavên te yên efsûnî
Min dikşînin nav bahozekê
Dipekim cîhaneke din
Hûtên heft serî
Derdikevin ser rêya min
Çavên xwe dikutin
Kulma min a sêhra evînê
Moriyên xewê yek bi yek
Dikim guhên wan
Gumana nedîtina te
Jan dide careke din
Direvim direvim
Piştî çend salan nizanim
Heft çiyayên bilind
Asteng dibin li hemberî min
Êşa gumana nedîtina te tîr dide
Di dilê min de careke din
Pala xwe didim nediyariyekê
Çivîkekê xapxapok
Pûrta xwe dirûçikîne ji nişkê ve
Li ser hêviyên min
Bi lez û bez

navnîşana şopa te dibêje paşê
Di nav cinawirên hov
Gurên birçî
Hirçên bê post de
Heft salan dimeşim
Di kulma min de sêhra evînê
Ber bi Çîyayê Qafê
Direvim direvim
Kelehek xuya dibe ji dûr ve
Çirûskek diqete ji nav dilê min
Du hûtên nobedar
Dipirsin nasnameyan
Ji rêwiyên neban
Ji tebayan
Û ji aferîdeyên cûr bi cûr
Di kulma min de sêhra evînê
Hişke hişk vedişêrim
Êşa gumana nedîtina te
Tîr dide dilê min
Ditirsim bi çavên vê dinyayê nebînim
Çavên te yên efsûnî careke din
Û ji nav ewrên cîhaneke xerîb
Hespeke sipî difire
Ber bi min ve
Destê xwe dirêj dikim
Destê xwe dirêj dike
Nêz dibim nêz dibe
Û çavên te yên efsûnî dibe leylan
Sêhra evînê bi dilşadiya yegane
Yadigarî te dikim evîndarê min

 

Muqades Agirî-Çandname

 

 

Derbar ziman

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply