Keça Mîr Celadet Elî Bedrixan, prenses Sînemxan dê di Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî de, biaxive.
Şîrketa Botan Internationalê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de da diyar kir ku, dê prenses Sînemxan Bedirxan di bin sîwana “Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî” de, tecrûbeyên xwe yê derheqê serokatiya “Komeleya Jinan a Kerkûkê” û “Di Civakê De Rola Jinên Kurd” de axaftinek pêk bîne.
Herwiha Şîrketa Botan Internationalê da zanîn ku dê Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî bi sponsoriya şexsî ya Dîyar Mizûrî pêk were.
Sînemxan Bedirxan kî ye
Sînemxan Bedirxan, di roja 21ê adara sala 1938an de li Şamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê bûye, herwiha ew li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de İnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beşdarî di avakirina hevgirtina jinên Kurdistanê de cîh girtiye, niha malnîşin e (teqawit e). Bi çend zimanên biyanî dizane, wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê Kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; bi navê Azad û Dilnaz. A niha jî Sînemxan li Hewlêrê dimîne.