Sînema Amûdê Çima Şewitî?

Di 13.11.1960î de, li bajarê Amûdê (Kurdistana Suriyê) nêzîkî 300 zarokên dibistanên bajêr hatin şewitandin. Ew zarok derbasî sînemê kirbûn, da ku perê derbaskirna wan bibe piştgirî ji miletê Cezairê re, yê ku wê gavê ji bo serxebûna xwe şer dikir.

Şopa vê bûyera mezin ta niha li Amûdê xuya ye, di gel ku ev 41 sal di ser re derbas bûne.
Mirov dikare bibêje, ku nifşek bi tevaya xwe çû, winda bû. Nifşeke xwendevan, nifşeke di warê rewşenbîriyê û miletperweryê de pir hêvî li ser dihatin girêdan.

Ev bûyer çilo çêbû, çima çêbû, ta niha ti lêkolîn bi navê lêkolînê di vî warî de çênebûne, çi ji alî hikumetê ve, çi jî ji alî dezgehên serbixwe ve. Hinek nerîn dibêjin, ku agir ji ber xwe ve pê ket, çimkî motorê sînemê pir germ bûbû, ji ber ew di wê rojê de gelek caran hatibû bikaranîn, ji germbûna agir pê ket û zû belav bû. Tiştê gelekî alîkariya agir kir ew telîsên boyaxkirî bûn, ên ku dîwarên sînemê pê hatibûn pêçan. Ti mekîneyên ku agir vemirînin, li bajêr tune bûn. Loma agir gurr bû û her tişt da ber xwe.

Li hemberî van nerînan, hinekî din dibêjin: destê hikumetê li du bû, û mebest pê ew bû, ku derbeke dijwar li Amûdê bi xwe xîne, ya ku wê gavê bi “bûka welat”, wek seydayê nemir Cegerxwîn dibêje, dihate naskirin.

Li gorî me got, ti lêkolîn di vî warî de çênebûne û eger çêbûbin jî, ji alî hikumetê ve nehatine eşkerekrin.
Li vir, em dixwazin hin tiştan li ser rewşa kurdan û siyaseta hikumetê li hemberî wan di salên berî û piştî şewata sînemê de bidin xuyakirin. Lê berî vê yekê, emê hinek nerînên giring ên ku seydayê nemir Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê “Agirê Sînema Amûdê” de tîne, bidin nîşandan.

Seydayê Namî dibêje, ku xelkên Amûdê alîkariyek baş ji bo piştgirya miletê Cezairê dabûn hev, berî ku “mudîrê nahyê” (berpirsiyarê bajêr ji alî hikumetê ve) biriyara kirêkirina filmekî bide, da ku zarokên dibistanên bajêr derbasî sînemê bibin û mafê derbaskirina wan – wek me got- bibe alîkarî ji bo Cezair. Namî li vir dipirse:
“Gelo çima mudîr ev biryar stand, piştî berhevkirina alîkariya serekî ji alî Amûdiyan ve?” Ew alîkariya ku ji aliyê sînemê ve hat, pir hindik bû, ger mirov wê bi ya serekî bipîve. Gelo mudîr çima wiha kir?

Pirsa din a ku Seyda me li pêşiyê datîne, ew e ku xwediyê sînemê jî Bavê Şêrgo (kurdekî Şamê bû, li Amûdê wê gavê mamûrê hikumetê bû, lawekî wî bi xwe di sînemê de çû) xwestibû ji bo sekinandina motorê sînemê, yê ku xuyanî dikir pir germ bûbû û tirsa şewatê hebû, bi mudîr re bipeyive. Lê mudîr ew mecbûr kir ku sînema berdewam bibe, tanî zarokên hemî dibistanan xelas bin, bi taybetî yên dibistanên “Mutenebbî” û “Xezalê”, ewên ku tevde law bûn û ew bûn ên ku hatin şewitandin. Gelo mudîr çima li serê xwe siwar bû û bi zorê hişt sînema berdewam bibe, di gel tirsa şewatê?

Seydayê Namî me li pêşiya van her du pirsan li gel hinên din jî datîne, wek:“Çima ti mamoste bi zarokan re tune bûn? Çima ti zarokên berpirsiyarên bajêr nehatin şewitandin? Û li ser vê yekê tê gotin, ku zarokên mudîr bi xwe berî şewata sînemê ne bi tişekî li ser daxwaza bavê wan hatin derxistin.” Lê gava mirov li rewşa gelê kurd li Kurdistana Suriyê binere, di wan salên berî yan piştî şewata sînemê de, hinek pirsên din jî têne navê.

Bi kurtî rewş weha bû:

1. Di dema şewata sînemê de, serokatiya Partî (Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê) tevde girtî bû, di gel serokê Partî bi xwe, Dr. Nûredîn Zaza, yê ku bi hevalên xwe re di 03.12.1960î de (piştî şewata sînemê bi bîst rojan) hate dadgehkirin û yê ku jê hate xwestin, ku îfadeyekê li ser nerîn û daxwazên xwe binivîsîne. Nûredîn ew îfade nivîsand û pêşkêşî dadgehê kir. Di wê îfadeyê de, Nûredîn behsa gelek tiştan li ser rewşa kurdan di salên berî şêstî de kir û da xuyanîkirin, ku ne tenê newekhevî di navbera kurd û ereban de ji alî hikumetê ve heye, lê belê bi ser de zorî jî li kurdan tê kirin, hebûna wan nayê qebulkirin, gelek gotinên nebaş û nedurist li ser wan ji alî zilamên hikumetê ve têne gotin, navên gund, bajar û zarokên wan têne guhertin. Mirov li ser pirtûkeke kurdî tê girtin û ji ber ku mirov kurd e, gotinên ne li rê dibhîze û lêdanê dixwe.

2. Di sala 1962ê de, serhejmar tenê li Cezîrê hate bicihanîn û ji alî hikumetê ve bi navê wê serhejmarê nasnameya Suriyê ji bêtirî sedûpêncî hezar kurdî hate standin (ev hejmar îro bûye zêdedtirî dusedûpêncî hezar kesî). Û wek ku mirov dizane, biryareke weha nayê standin û bicihanîn, ku tendênseke şovînî berî wê tune be û goftûgoyek dûr û dirêj berî wê bi demekê ne hatibe kirin.

3. Di sala 1963ê de, pirtûk an raporta Mihemed Taleb Hîlal a bi navê “Lêkolîn li ser Parêzgeha Cezîrê” derket. Di vê raportê de , Hîlalêê ku wê gavê li Cezîrê serokê istixbarata siyasî bû, ji hikumetê dixwaze ku rê ji hemû aliyan ve li kurdan teng bike, kar nede wan, erd ji wan bistîne, ereban bîne deverê, navê musulmantiyê li ser şêxên wan rake, wan nexwendî bihêle, rehetyê bi ti awayî nede wan, da ji neçaretî bar kin. (Îroj em berhemên wan daxwazan, ku bi cih hatin, dibînin).

Eger mirov van hemû tiştan bi hev ve girê de, di gel pir tiştên din, ên ku yek dikare berfirehtir li ser raweste, eger mirov girêdanek weha bike, wê xwe mecbûrî pirsa çilûyek salê bibîne: Gelo Sînema Amûdê çima û çawa şewitî?

Bersiva vê yan van pirsan di riya lêkolîneke nû û serbixwe ji aliyê dezgehên bêalî ve tê dan. Loma em li vir doza lêkolîneke weha dikin. Rast e, ev çil û ek sal bûrîn, gelek hikumet hatine û çûne, lê rastî pêwîst û dawaz e, tev li hêviyê ne, di gel ku piraniya wan nikarin dengê xwe bikin.

Dr. Ebdulbasit Seyda – Uppsala -Sinemeyakurdî.com

—————————————————————————-
Ev nivîsar di roja 18.11.2000î de, li Stockholmê, di bîranîna şewata Sînema Amûdê de hate xwendin.

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply