Her wext li gor xwe hatîye jîyandin. Mirov li gor rewşa ku tê de ye jîyana xwe domandîye. Li gor şert û mercên deman ji xwe re derfetan derxistîye holê. Bi sedsalan di tarîyê de jîyana xwe jîyaye. Bi ronahîya çavê xwe derdorê xwe ronahî kirîye. Bi sedsalan şevên dirêj di tarîya şevê de derbas buye. Hîn elektirik(Ceyran) ne hatî bû ditin. Gund û bajarên Kurdan jî di tarîya şevê de bû. Mixabin Piştî ditîna ceyranê jî bi sedsalan di tarîyê de man. Ji bo ku şevên tarîyê ronî bike çirayek îcat kirîye.Hinek kes jê re gotîye lampeya îdare, hinek gotîye kovik û hwd. Alavekî hêsan bû. Ji bo ku mirov bikaribe bi hêsanî bikar bînê ji tenekeyêkî çê kirine. Weka kovikekî çewt bû. Devê wî hebû. Bin wî bi qayzaxê tijê dikirin.Ji jor wî rê fitilêkî bi run çê kiri bûn. Fitîl qayzaxê dikişand nav xwe. Fitîl bî niftik nihate şewitandin. Dema ku pir dişewitî dû derdixist. Helbet bêhnekî nexweş dihat. Yanî bêhna qayzaxî bi rûn dihat. Ev bêhn carna serê mirov dieşand. Piştî çira îcar jê re digotin lûkûs derket. Li gor çira hinekê din jî modern bû. Lampeya xazê yan jî ronahîya qayzêxî piştî çira weka tu ceyran bibînî dihat ditîn. Lewra gelek modern bû,ronahîya wî ji çira zêdetir bû. Derdorê bêtir ronkayî dikir.Mirov hineka din dikarî bû şevan jî karê xwe li ber bike. Carna li derdorê rudiniştin û lê dinêrîyan. Wekî tu tiştekî temaşe bikî. Li derdora lampeya qayzêxî gelek çîrok û helbest hatine nivîsandin. Gelk tiştên bêhempa li ber çira yan jî lampeyên xazê derketîye holê. Ev lampeyan ,di gelek stran û klamên Kurdan de derbas dibe. Di roja me de jî bûye navê rojname,kovar tv,radyo û hwd. Ji helbestan minakekî; Ey yarê nebê weka çirayên xayzaxî ,tu ji bo kê dişewitî nişan bide,tu dilê kê de ronî dibe ey yarê….
Yan jî;
Ronahiya çira giyan vemirî
gewriya tenetiya şevê
xeman vedireşe
berbangê guh bel kirin
êşa hilma awirên xwe
li siya toza pirtûkan
digerînim
(Xizan Şîlan)
Me got lampeya qayzaxê ya modern jî dîsa ji xazê bû. Lê belê îcar xezna wî ji camê bû û nava wî bi qayzaxê dihate dagirkirin. Tiştekî metal ji kozayê jî ji ser wî re derbas dibû. Di nav metalê de jî fitîlek hebû. Cama lampeyê jî vê metalê derbas dibû. Heger ku mirovek bixasta ku lampê vêxe,divê ewlî cam rakira û fitîlê vexista. Cama lampê di demekî şundê ji ber şewitandina qayzaxê dû dibû û reş dibû,îcar derdora xwe ronî nedikir,ji ber wîya cam derdixistin bi paçekî zûva pakij dikirin. Dema razanê bi ‘pif’ kirinê vedisandin. Bi vê şiklî mirovên berê şevên tarîyê hinek jî bibe ronahî dikirin. Wek her karê malê vî karî jî disa jin dikir. Weka kul i ser were wezîfekirin. Ji jin dihat xwestin. Jin dianî lê mêr vêdixist. Dema wesandinê îcar jin vedisand. Pif kirin jî hew dikarî bû jin bike,ev tevgerî jî bibû weka adetek,yan jî wek bawerîyek i hew jin veya dikir. Helbet demên berê van lempeyan li her malê tune bûn. Ji ber wîya jî tiştekî pir bi qiymet bû. Ji bo ku tu zirarek nebine li cîyêkî giring dihat parastin. Lampeyên ewlî bê qul bûn. Lê demên paşîyê cûreyên wan derketin. Hinek bi qul hatin çê kirin,qulpê wan jî ji neynîkê bû. Ji bo ku biparêzin li dîwarên odeyan didaliqandin Êdî dinekişandin. Curên wî herkî diçû hinek din bervî modern bûnê ve diçû.. Ji bo ku kesek dest nede û lê tiştek nê. Lampeyên ewlî li her gund û li her malê tune bû. Hew li malên dewlemendan hebû. Yan axa bûn yan beg bûn. Heger ku mêvanekî xerîb bihata gundekî wî dibirin mala axayê gund û li derdorê lampeyê dicivîn. Dem herkî çû pêşket û êdî ceyran gihiştî bû her malê, lampeyên bapîran êdî nedihat bikar anîn. Lê belê di roja me de li hinek malan dema ku ceyran qut dibe hin jî tê bikar anîn.
Sevda Kaplan
www.candname.com