Şev Baş – Mihemed Hesko

Şev baş, ji welatê dûr
Ji can û birînên kûr
Ji bê parên gir û hûr

Bixew kevokê delalê
Bixew Lêylê şepalê
Naz û gerdin şemalê

Bixew hêlîna xewnan
Şahîya dem û dewran
dermana derd, xeman

Bixew rindê mêkewê
Şîrînî ya xweşxewê
Çelengê xweş bedewê

Bixew bi xewxweşî
Şiyar be bi dilgeşî
Tu Sosina bînxweşî

Mihemed Hesko (birasoz)
Çarşem, 27.11.2019
Almanya

 

Derbar Mihemed Hesko

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply