Gulpikvan hat ronî veda Şageşî di dil de hilda Payîza temen kir buhar Serxweşkirim şêt û şeyda Şagul berbû hat civanê Rengizand dorhêl ciwanê Bi xeml û xêza kurmancî Rûjîn vegeşkir cananê Tu bixêrhatî lewendê Şev û rojan mam li bindê Dil bi êş û perîşanim Pesindarê te me rindê Girnijî gulpik bişkuvîn Bi dev û lêvên hinguvîn Silav da …
Rêbendan, 2024
Adar, 2021
-
8 Adar
Ey Felek…!
Te bostek şînî, da min Min gazek şahî, jê girt Te mistek axîn da min Min hembêzek xweşî, jê girt Te tûrek kul û derd, diyarî min kir Min barek hêvî û xwezî, jê girt Te sêwîtî bi ser min de hilweşand Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir Te, ez bi strîyên jînê birîn kirim Min jê, qefdek …
Sermawêz, 2020
-
21 Sermawêz
Pêşberî!?
Tenê bo te..! Payeyên balkêşiyên hestan çokên xwe dînin Û xwedawendên viyanê Ên ku li sîbera bedewebûna te Hîştin ku derbirîn rabiper e Û rewanbêjî nikaribe xwe rabigihîn e Û nikaribim ji ber navgiranî Û tîrêjên awirên çavên te birevim? Çavên te yên ku, hemû wateyên rastî û dilpakî yê Û rengên pêşerojê û nameyên yekbûnê Tevî bawrmendiyê di xwe …
Hezîran, 2019
-
13 Hezîran
Jînbexta Min – Mihemed Hesko
Bixêr û xweşî hatî keça jîr û jêhatî weke royê hilatî Hilat, revî reştarî hat, li min evînbarî dil û can re hawarî Roya jînbexta minî hêva ser textê minî kevoka drexta minî Tu hatî cîhan hejî raperîn hiş û mejî şengebîya por kejî Bedewa bejin zirav rûdêma geşa bi tav por berdayî wek sûlav Serçav re hatî jîrê xweşkokê …
-
7 Hezîran
Rêberin An Rêbirrin!?
Dîrok sîberên dirêjkirîyên mêrên navgiran e. Emerson Eger em dîroka gelan di ber çavan re derbaskin, emê tekez bibînin ku, peyva Emerson rast û diruste, ji ber ku di dîroka gelan de, ne tenê Rêber bi rola serekî radibe, lê ew rol bar û erka wî ye! ji ber Rêber kesekî hişmend, wêrek û berxwedêr e û dikare pêşhatan bixwîne, …
-
2 Hezîran
Şev Baş – Mihemed Hesko
Şev baş, ji welatê dûr Ji can û birînên kûr Ji bê parên gir û hûr Bixew kevokê delalê Bixew Lêylê şepalê Naz û gerdin şemalê Bixew hêlîna xewnan Şahîya dem û dewran dermana derd, xeman Bixew rindê mêkewê Şîrînî ya xweşxewê Çelengê xweş bedewê Bixew bi xewxweşî Şiyar be bi dilgeşî Tu Sosina bînxweşî Mihemed Hesko (birasoz) Çarşem, 27.11.2019 …
Sermawêz, 2019
-
25 Sermawêz
Şevînê / Mihemed Hesko
Dil bi kulê Şevînê Kaniya hêvî, evînê Perîyê xemrevînê Rêça hêviyê dijwar e Hêvî bi te hêvîn e Şahî bi te şahîn e Xwezî bê te sêwîn e Jiyan, bê te xemwar e Kevoka bask şikestî Xunava dil û hestî Çavwara jîna mestî Dil bi qîr û hawar e Gulçîçekê Nisrînê Bejin bilind,şîrînê Hêviyan re mizgînê Evîndar her bendewar e …
Cotmeh, 2019
-
14 Cotmeh
Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!?
Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsî ya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehej, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin,hîşt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jêre pêşkêş bikin, daku lê werin dilovaniyê û diltenek …
Sermawêz, 2018
-
28 Sermawêz
Şengebîyê
Va ye can bidesta min tê Spîbextê min digel hiltê Dil nema di sîng de hiltê Hawar ji destê evînê Va ye jankuja min hat Ronahî da zinar û lat Jê re dil û can kir xelat Dermanê jana birînê Min dil da dîlbera reşçav Li min sotand dil û hinav Borî li min nekir silav Xema nexe xemrevînê Reşçavan …