Genc Xelîl û Dotmama Wî – 1

Ev kilam û serpêhatî li Herêma Serheddi rudaye.Bidehan dengbêjên hemu Herêmên Kurdistanê vê kilamê gotine.Di Radyoyên beşên Kurdî de ji Kavkasan heya Rojhilat kilama Genc Xelîl heya îro germaya xwe wunda nekirîye.Ji bona ku ez bikaribim gotinên kilamê û şiroveya wê bikim, min kilamê ji gotinê Şakirê Dengbêj girtîyê. Wek kilama Bavê Fexirya, û ya Hekîmo min xwest hest û Evîna Dotmama Genc Xelîl şirove bikim. Dibe tê de kêmasî an jî şaşîkî hebe ez ji  ji wan hosta û Mamostên vê Kilamê gotine lê borinê dixwazim.

BENDA KILAMÊ -1-

Were lolo, Were lolo, were lolo, Ez nemînim;

Ji Genc Xelîlê lawê apê xwe re li dinyayê.

Lolo Genc Xelîlo sibeye çemê paşo,

Newala Hopê bişewite wa li pale,

Dilê min ji bona pismamê min yane yane, Kale kale,

Min bihîstîye pismamê min nexweşekî pir bê hale?

Ezê destê Pismamê xwe bigrim bibiim yalî male?

Heya sibê jê re bibim naz balgî û ber pale.

Bila serê xwe bide ser cotê zendê minê zer badayî,

Suretê xwe bide ser pesırê minê nişanî bi xale,

Dema teyê berê xwe bidî welatê xerîb û xeribstanê,

Ez cotê reş gulîyan jêkim ji hespê wî re

Bikim dox hevsare;

Xizêma pozê xwe jê re bikim bizmare,

Kimbera pişta xwe ji hespê wî re bikim bizmare?

Gava te berê xweda xerîb û xeribstanê bila nebêjin,

Kurmancekî bê pergale?

Neminim neminin ji bona Genc Xelil kurmamê

Xwere li dinyayê.

 

1/ Şirove Dotmama Genc Xelîl ji ber ku pismamê wê mirovek di nava herêmê de xwîyanî û berbi çave. Dotmama wî dibîne ku nexweşe Nikare ku ji ciyê xwe rabe. Li serstran dibêje halan û moral didê ku bila kes nebêjin, Genc xelîl nexweşe. di vir de bala mirov dikişîne Porê serê xwe ji hespê Genc Xelîl re dixe Hevsar Kimbera pişta xwe dixe bizmar. Heyran divir de Tesawif, felsefe û Bawerîyak nayê terif kirin û dest nisan kirin. Ji bedena xwe perçejê dike, ger ku bizanîbe Genc Xelîlê rabe ser xwe.  Jê re di bebalgî û berpal. Di virde Evîna jin û keça kurd dertê holê. Bila nebêjin ku Genc Xelîn siwarekî bê pergale. Şerpeze û nexweşe Bila di nava heval û hogirên xwede serfiraz be. Bila porê min jêkirî û kur be, Di heval, hogirtîyê û pîrek û zilaman de girêdan ku hebe ji hev du re rêz û hev du di rojên tengasîyan de bi tenê nehêlin. Wek îfro Zêr, mal û derfetên Kapital nine, lê ? Ji bedena xwe prçe jê dike. Ji bona Kurmamê û û ev îna wî

BENDÊ KILAMÊ -2-

Lo pismamo vê sibê min sond xwarî,

Bi sonda qesemê dema tu berê xwe bidî,

welatê xerîb û xerîb stanê du te re tu mala nakim,

Ezê pismamê xwe hêşya konê erebî de Ji xew rakim

Kolosekî deve turkî binim, na vaçava kim,

Gava qayîl nebu koma bira û pismaman Bi qurbankim,

 

2/ Şirove Pismamo dema ku tu herî xerîb û xeribstanê, ez du te re malan nakim. Tu bizanîbe ji bilê te kesî re nabim yar. Ezê pismamê xwe ji hêşya Konê erebî jixew rakim, herwekî ku ne nexwşe. Wekî berê bixemilînin Kolosê bidim serî bi la bi ser tuncik û temerîyê xwe de berde. Kolos bi bi ser çav de werexwarê. Wisan ji pismamê xwe hez kirîye, ku komên bira û pismamên xweyê heyî bi qurban dike. Bi gotinek bav û kalên “ Yek hêjayê Sedîye lê car heye Sed ne hêjayê yekîye” Disa gotinek heye “ Sed pez xwe didin siya Darek” raste di Eşir tî û di sîyasetê de îro ku em dibînin pêşengôya rêxistinan ji alîyê hin kesan û şexsîyetan ve tên kirin. Di be ku ev minakên ku em dibên hin kes bêjin çewan dibe ewroj û îro ? Lê ew jin û keça kurd ew qas giradayê bi Evînû hevaltîya xwe re buye. Ew keç û jin a îrojî ji bona evîna welatê xwe Beden û Canê xwe dane û didin.

 

BENDÊ KILAMÊ  -3-

Xwe berdim walatên xerîbîyê,

Hemisû, Heka û musil û Bexdayê,

Beyta şerîf û Beytulayê, Qasekî runêm,

Liser kanîya vê serayê,

Dengek elî bangim li dinyayê;

3/ Şirove di serê xwe de ji bonapismamê xwe li hemu deveran cîyê ku nav û dengê wî bihistîye digere. Ji Kurdistanê heya Meke û Medîne mala Xwida cîyê daxwaz û miradan digere. Gelo? şifayek ji pismamê xwe e bibîne.Heya derfetên wê hebe ewê ji pismamê xw re bi kar bine.

 

BENDÊ KILAMÊ -4-

Ezê cotên şalul bilbilan û temburan

Peydakim?

Bînim bi serserê pismamê xwe darde kim,

Bi azana Melan û qêrîna dikan re

Bi dengê kilandina meşkan Nuhurandina,

Dayıken dılşewıtı

Bi dengê qîz û bukan re

Bifîtînên nêçîrvanên serê çîyan re,

Bi hokînên şivanên serê çîyan re

Bi dengên lawê kurdan re

Bi dengên dengbêjan bilurên bilurvanan

Dengên şalul û bilan têlê temburan

Pismamê ji xew rakim, nemayê

4/ Şirove di kilamû helbestên me kurdan de  Şalul û Bilbil pir tên bi karanîn. Kilama Evdal û Qulin de“Şalul dixwîne Bilbil tew tew dike”. Seydayê Tîrêj jî wiha dibê “”Ey Bilbilê şadî wer meke fixan”. Dotmama Genc Xelil jî, bi dengê Şalul û Bilbilan re,  Banga melan ? Mizgevt û Dêran u hemu bawerîyan re. Dengê Dengbêjan, Bilurvanan ji Neçîr û Şivanan, çiqas Xwdeza û çanda nava civakê heye he mu li hev kom dike û dicivîne. Ku pismamê xwe ji xewa şîrin hışyarke. Ev xewa ku tîne ziman nexwşîya Pismamê wêye. Dixwaze bi van dengên Evîni xwezayî ji xewa nexweşîyê rake. Û bi van terzan ku şifa xwe bibîne. Lewre van nirxên di nava gelde hemu şifa u pîrozin Beyt, Dengnêj Bilur, û hemu Bawerî.Di be ku kêmasî, hene û di şiroveyê de ez lê borimê ji Hosta û memosteyên Ziman û çanda kurd re eleqedarin û ji dengbêjên me kurdan ku van jiyan û romana me heya vira anîne,

Feyzî – Mîrhesen

 

Derbar Mêvan

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply