Serlêdanên “Dersên Hilbijartî” Dest pê kirin

Kurdên ezîz ji bo ku Kurdî nemire û di pêşerojê de geş bibe divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo xwedî derketinê lazim e zarokên me Kurdî hîn bibin.

Di navbera rojên 4 û 22yê rêbendanê (Kanûna Paşin, çile) de li Tirkiyê di dibistanan de serlêdanên dersên hilbijartî hene. Hûn jî kanin ji bo zarokên xwe zimanê Kurdî (zaravaya Kurmancî an Kirdkî/Dimilkî) hilbijêrin û wan bi awayekî nivîsandinê û xwendinê hînî zimanê dê û bavê wan bikin.

Ji bo serî lêxistinê divê hûn jî bi zarokên xwe re herin dibîstanê û ji bo ku Kurdî hilbijêre alîkarîyê bidinê. Çimkî hinek rêvebirên dibistanan vê meseleya muhîm piştgûh dikin hinek jî mixabin naxwazin zarokên me Kurdî hilbijêrin. Ji bo polek vebe divê herî kêm 10 xwendekar dersên Kurdî hilbijêrin

Hewldan ji me serkeftin ji Xweda. Em zarokên xwe îro bi zimanên wan mezin nekin, sibe wê bizimanên xelkê biaxivin û wê ji dê û bavê xwe şerm bikin di dawî yê de jî wê eslê xwe jibîrbikin.

Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply