Şaristaniya Bin Avê: Heskîf

Hasan Kefy, Hîns Keyfa an jî Heskîf, yek ji navenda dîroka şaristaniya me û cihê îlm, çand û bazîrganiyê me ya herî girîng e.

Dema mirov bi rewşa wê ya îro ve li vê bajarokê pîçûk dinhêre dibe ku rola xwe ya dîrokî ve bi me gelek ecêp were. Ne tenê Hesenkeyf, Samsat ( Sumeysat ), Besnî (Behisni ), Kahta, Silwan, ( Meyyafargîn ), Hoşab, Nusaybin, Şîrwan, û Harran jî hema hema di wê rewşê de bû.

Herama Meletî têkilê axa Îslamê ya fetha/wergirtina dewra Hz. Omer de dibe. Hesenkeyf jî di vê çaxê de ji hêla artêşa Xalid Bin Velid ve tê vergirtin.

( Bnr. Vakidî, Futûhuş-Şam,El-mektebetu’ş- Şamile )

Heke çavkaniyên dîroka Îslamê bên berçava; hingê tê zanînê ku Hesenkeyf piştî fethên/vergirtinên Îslamê di navbeyna Diyarbekir û Haleb,Mêrdîn- Ruha-Herranê de çiqasî navendek girîng e. Hesenkeyf, hê di çaxa Emeviyan de bi tevê Samsatê pêşveçûyinek rewneqdar nişan dide. Herveha vê çaxa de dibe navenda serhildanên civata xaricî jî.

Di despêka salên 900î, dema desthiladariya Abbasiyan bêhêz dibe û xanedaniyên hîn malbatên bihêz wek, Pereferîde Samanniyan, Şeddadiyan, Tologluogullaryan, Îhşîdiyan Hesenkeyf ji hêla Hamdan Bin Hamdun ve dikeve bin hakimiyeta ( Benî Hamdan ), herveha dibe yek ji şaxê vê xanedaniyê. Bajar piştî inkiraza /jiholêrabûna Hamdaniyan dikeve destê merwaniyan, ku hîngê ew xanedanî ji hêla (Baz –Ebu Abdullah El-Huseyn Bin Dostîk û biraziyê wî Ahmed Bin Merwan ve Silwan/ meyafarqînê de ava bûye. Hesenkeyf pîştî sala 990î mîladî sed sal di bin destlîladariya Merwaniyan de maye.

Selçukiyên mezin jî dî salên dawî ên Merwaniyan de êdî di wê heremê de desthiladariyên xwe ava dikin. Wê çaxê serleşkerên şahê mezin wek gelek cîh û warên anadolê de li herema El-Cezîreyê ji hakîmiyeta xwe nîşan didin.

Hesenkeyf piştî têkçûyina Merwaniyan dikeve bin destê xanedaniya Artuklu Turkmenan.

Ev xanedan bi serleşkeriya salarê Melîk şah di Amid, Mêrdîn û Hesenkeyfê de dibe deshiladar.

Hesenkeyf heta sala 1232 131 sal wek şaxêk Artukluyan di bin desthiladariyan wan de dimîne.

Hesenkeyf, di çaxê Tirkmen û Artukluyan de wek navendek girîng gelek pêşve diçe.

Ew bermayên jêrî Mîzgefta Mezin û hemama Artukliyan ya li rex Tîrba Zeynel Begê jî nîşandeya vê yekê ye.

Herveha Hesenkeyf di wan çaxan de dibê hêlîna gelek Ulemayan jî. Ji wan ên herî zêde xwiyayî Ebu’l-fazl, Munîddîn Yahya Bin Seleme Bin El- Huseyn Bin Muhammed, Hatîb El-Haskefî ye. Haskefî di wê çaxê de li Tanzayê ku hingê ew bi girêdayê hesenkeyfê bûye hatiya dinyayê, perwerda xwe li Hesenkeyfê domandiye. Paşê jî çûye Bexdayê li bal Ebu Zekkeriya E-şeybanî xwendiye. Nahiv,

Di helbest û fîkhê Şafîî de tebahhur kesbet kiriye. Dawiya temenê xwe de hatiye Meyafarqînê ( silwan ) li wir wek muftî û xatîb karkiriye , di 551/1156 de li Silwanê vefat kiriye.

Hesenkeyf, ji bilî Mêrdîn û Amid ( Diyarbekir ) wek navendek ilmî gelek pêşve diçe. Hetta ew kiteba navdar, ku di derbarê agahiyên alavên mekanîk ên giring, El-Camîu Beyne’l-İlmî Ve’l-Amelî’n-Nâfî’Fi Sînâatî’l-Hiyel a di qesra Artuklî ên ku dema xizmeta Es-Salih Nasiruddîn de li Diyarbekir ew wêneyên herî kevn li Qesra Topqapî û hejmarên wê ên heri şareza li Hesenkeyfê de ji hêla Muhammed Yusuf Bin Osman El-Haskîf alimê ku ji wê deverê ye di 29 Şa’ban 602/10 Nîsan 1206 de hatiye istinsah kirin. Ji bo çaxa ( Merwaniyan û Artukliyan ên Hesenkeyfê: binêrin. İbn El-Fariqî, Tarîhu Meyyafarqîn û Amid, British Museum Library, OR5803,63109 )

Desthiladariya xanedaniya Kurd ya Eyubiyan di Hesenkeyfê de piştî 1232 destpêdike.

Herçendî dagirkerên wek Tîmur Safevî û desthiladdariya Akkoyunluyan bo demek kurd heta salên 1524 bidome jî, di vê dîrokê de Hesenkeyf ji desthîladdariya Safeviyan azad dibe û disa dikeve destê mirên Eyubiyan.

Dema ku Mîrê Eyubi Melîk Suleyman ( II ), dibine ku ew û birayên wî bi hev nakin, kilîtên bajar rasperê rêvebirên Osmaniyan ên ku li Diyarbekir Beylerbeyî Boşnak Hûsrev Paşa dike. Piştî wê dirokê Hesenkeyf dikeve bin desthilddariya Osmaniyan. Li Hesenkeyfê li ser desthiladdariya Eyubiyan de gelek berhemên dîrokî hene. Deriyê navdar ê Qelê, Mîzgefta Mezin, Mîzgefta Er-Rîzk, Mîzgefta Sultan Suleyman Paşa, Mescida Keçan, Qesra Eyubiyan/Kasrî, Zaviya/Qunca Abdullah, Mizgefta Koç, berhemên Eyubiyan ên ku gehiştine roja me ne.

Tirba Zeynel Beg, û nivîsteka/kitabe Halil Siltan ya ku di Tirba Zeynel Begê de berhemên heri navdar ên Akuyonliyanin ên ku di çaxa desthiladariya kurên Hesenê dirêj Halil Siltan û Zeynel begê gehiştine roja me ne. Herveha min par di encama lêkolînek kin de, di hevşa Mizgefta Keçan de, kêlika mezerê kurê Hesenê direj Halil Siltan kifş kir.

Di Hesenkeyfê de ji dirokê heta iro gelek netev wek Ereb, Sûryanî, Kurd û Turkmen bihevre jiyane.

Îro bêhtir Mahalmî/Muhalime û Kurd niştecîne.

Mixabin ev Bajarê ku bûye navenda xwedî şarisaniyek dewlemend îro, bi pêşnûma/proje li ser bendava çemê Dijle tê çêkirin wê bikeve bin avê. Heke ev proje pêkwere, xêncî jorê Qelê, di serî de Tîrba Zeynel Begê, Pire, MîzgeftênEr-Rîzk û Suleyman Padişah û gelek berhemên İslami ên şaristanî wê di bin avê de bimînin- çava ku berî niha bi çêkirina bendava Kebanê Perteka berê cihên wek Koluca ên ku bûne navenda şaristaniyê di bin avê de man.

Di salên 1980 de cihên wek Samsat(Sumeysat )ê ku dîroka wê digehije heta Roma û Bizansê, di çaxa Hz Omer de têkilê axa islamê bûye bajarên herî giring bi çêkirina bendeva Ataturkê ji holê rabûn.

Ew ku, di sala 1985-86 de ji hêla herdu hevser Tahsîn-Nîmet Ozguç ve hin xebatên ku ji bo xelaskirina wan bermayên dirokî çebibû û di encamê de di Samsatê de hê çaxê Emeviyan de jêmayên Mîzgeftan, qeydên nivistekan û polik hatibû diyîn.

Min hingê li Engerê derbarê van rêşkirinan de rapêşiya slayt temaşe kiribû.

Li Tirkiyê ew kesên ku dîndar-rasgir/muhafezaker tên naskirin, li hember teknolojiya rojava ya di sedsala 19 de mayi xwepiçûk dibînin û ve teknolojiyê li ser desta digrin. Û ideolojiya endazyari ve berhevdikin; mafê tu kesî nîne ku ew çanda islamê ya berfireh, bike gorî teknolojîa rewneqdar.

Li alîkî vegotinên Viyanayê ên binavûdeng; aliyê din ew bermayên şaristaniya me ên ku me ji dest daye, gelo mirov nîşaneyên şaristaniya islamê ên dawî ji boy ew nûjeniya ku bi navgînên Rojava li gor ideolojiya muhendisi ve avê de bixeniqine ne nakokiye?

 

Şaristaniya Bin Avê: Heskîf Mufît Yuksel

Werger: Rojbin Ozkan

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply