Sofiyê Zewqê

Deq 1

Li ber bîrekî me
Şeva ku sofiyê zewqa min û te xwe bi kefenekî rêzî pêça bûn
Li ber hewşa bê miradiyê…

Dengê te tê
Guhê min di êşa firîkeke qelandî de.
Ji ber agirê ku di laşê te girtiye disoje.
Dilê min tisbiya nodneh livî.
Li mizgefta meyfiroşa de bazar şewqa, şehweta te dike.

Her ku ez bi xwedê re deyndar im..
Li şeveke bi şehwet.

Deq 2

bi serê te yî delal
heke tu çîroka cina li ser meytê min ê genî bixwîn î.
kurmê ku li gorê de goştê min kirine xwirîniya xwe
dê min bi kulîlkên bihûştî pêşwazî bikin.

//jixwe dengê te avê dilerizîne//

memikên te tirbeyan çavê min in
tu totema emrê min îî

Deq 3

Li ber meytikê gulê rûniştî me
di ber, hevrêşimiyê bîranina te, bi hilmek bayê bihurî, yên ku ji gorika hechecoka sewta şehweta axê, destê min di ser titûnekê de dicirife, ey zeriyê/ Dayika êşan diwelide, li ser textê sofiyên şehweda jinekî, zimanê min yên ku di nav lêvên te de sicdeya hilma te dike, mest bûye..di tehma şerefa bedewî de ye dilê min yê sehrayî, siya çîrokek araratî me, li sîdarka emrê xwe de, ber qeraxê awirê te.
sofiyê işqê me, di ezabê şeytin de, feqiyek gunehperestim, di dojeha xwedayek antîk û lal de..destên ferîştehan perwenaya sibehên min di nav xwîdana zeriyek keldanî de

Deq 4

Ez bêaîkê zewqa Xwedê me, li ser textê dilê horiyekî, di eyna cinan de postikê hallacê mehsûr im, deqa ku li eniya te xistin bîranîna zarokatiya min e, ez xwediyê zewqek şevîn im kewbanûya min. Li feyza gerdûnêde zêhna zînî me 

di zîndana şahên zemanê berê de, êşa mem de dinalim..
ez diayê ritûlek Agirperestî me, di zikra hebûna te de..şagirtê zimanê te me di medreseyê zewqê de

Deq 5

li ber laşê te, bi tirsonekî û bê rawestandin difikirim. Weke şervanekî/ê çiyayî fişke fişka min e, ez nû ji şerê dagirkerê peyvxaneya xwe dûrketim. Di zewqa lêvên te bûm saqiyê der/gir ê xwedê, bi pêyxemberekê kolonyalîst re dan û sitandina, hibra helbesta xwe a ku ji hêstirê te hatibû dagirtin dikim.sofiyên medresa kenê te me, xwe fêrê hêza hez kirina te dikim Ey yarê..li ber defeke Antîk û zerdeştî Qewlikên evdalî bûne kimya ya xwîna min, Em ji dola axê ne şilttezî. şûrê ji hesinê çiyayekî kurmancî canê min dax dike, ez kuçikek bi durifim kûze kûza min deyştê şer de olan di de, di nav dimana titûnka te a ku di nav lêvên te yî reng hinarî re diherike, zewqa xwe de perwane me, çerxek zengorî me li eyna xwe  de meytikê xwedê digerim Ey yar..

Deq6
Û min kirasê zavatiyê di nav milê xwe de danî, Di remla zewqa Xanî de,  bi le’nita zîn ê re dizewicim, ez kaniya stewr im di deyştek sehreyî de, bi mest bûna jiyana xwe a ku di organîzma bîrana mem de Ey yar….Her ku stêrk, hewara behna te radigihînin berbangê hişê min, singê te dibe parestgeha min, ji xwedayê hov re goştê xwe yê xav amede dikim..
min maç bike, weke zaroka xwe, wekeweke ku mêrek li ser singê te yên di nav zewqa te de diheje, min maç bike..
min serxoş bike di nav zewqa canê xwe de, silûeta siya/ firoş im, li dor pervenaya te gulrenge zarê..

Deq7

Derwêş işqa min, li ber diayên feriştehên qehpik tiafa dengê te dikin, kilên cavên zeriya ji hîbra melaye, kimyaya wan ji awaza feqiye, ey zeriyê, li bin enîska xwe a rastê de behna berfê ji te re tînim, ji esmanek rût û tazî,sêwîyê stranekî me li ber destên te, ji ing û berê te yê ku toqek gewherî, xezîneyan zewqê digerim, ez rêwî yê heyam ê çîrokên berê, efseneya cina digerim li lambeya elî de

Deq 8

Destên min nagre ku ez , di hem bêza te a ku ji gulê botan reng girti bûn biqetim, weke ku mozek ji xwe betilî be, hawir dora egir im, gulên rengin di newalê xwînê de av bide li ber hêstirên hechecokên kurdistan î..
şev derewe ji bextewariyê re, kurmê ku di hişê min de bûne gur, ramanê min ê berxikî dixwin, li ser doşeka xwedayekî qetil kar, .

Dengê te tê, dilê min zîna cizîr î, li ber komek peyxemberê zalim yên wê demê.
mezra botan, êşa dayikekê di tengasiya welidanê de ye, birîna mem im, li hicreyên qesrek bê xwedî de, û ev çend ayetin ku le’neta wê ketiyê dilê sofiyek zewq peres,
diaya vexwarina xwîn ê dike li kaniyên dile Kurdistan..

Veke dilê xwe şev ê, te cangoriyê min kuştin, weke bedbextê xwe yê ji rojê re bêyom.

SIYA JANDAR

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply