Romana Qêrîn û Nalîna Keç û Jinên Kurd

Serlehenga gelek romanên kurdî jin in. Ji xwe di van salên dawîn de çend nivîskarên kurd ên jin hinek roman nivîsîne o serlehenga romanên wan jin e. Di romana Cîhan Yildirim a bi navê ”Nalebar” de jî serleheng jine.

Nalebar nalîn, qêrîn û zarîna keç û jinên kurde. Di naveroka romanê de birînên kûr, nalînên bi êşên giran, zarîna jinek kurd heye. Nalîn, xwezî navê romanê nalîn bana. Nalîna keçên kurd ku bi zora malbatê li gor adet û toreyên kevnare yên paşverû bêdilê wan ew dizewicînin.

Nalebar navê romanê û navê serlehenga romanê ye. Dema romana nivîskarê kurd Cîhan Yildirim derket birêz Edîp Polat û birêz Mahmut Ozçelîk derbarê wê de nivîsîn, romanê nirxandin. Nivîsek di malpera ”Kulturname” de û nivîsa din di malpera ”Diyarname” de hatin weşandin. (Ez nivîsên birêz Mahmut Ozçelîk dişopînim. Mahmut Ozşelîk analîzvan û rexnegirekî edebiyata kurdî ye. Şîroveyên wî yên derbarê edebiyatê de û herweha nirxandinên wî yên li ser romanên kurdî li gor pîvanên edebî ne û bi nirxin. Ez bi dilxweşî nivîsên wî dixwînim û qîmet didimê. Lêbelê di nivîsa wî a li ser Nalebarê de di mijara erotîzmê de ez wek wî nafikirim. Di vê nivîsa xwe de min dîtinên xwe rave kiriye.)

Min jî nivîsek nivîsî û wê di pirtûka xwe a bi navê ”Sî romanên kurdî” de bi cih kir. Bi navê ”Bîst romanên kurdî” û ”Pêncî romanên kurdî” du pirtûkên min di nav weşanê ”Helwest” û weşanê ”Ar” de derketin, lêbelê pirtûka min a bi navê ”Sî romanên kurdî” hêj derneketiye. Ji ber sedemên aborî weşandina wê hinek dereng ket. Lewre jî ez vê gotara xwe ji niha de pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

Ev meh meha Adarê ye û di meha Adarê de roja 8ê Adarê roja jinane. Ev roj di qada navnetewî de tê pîrozkirin, lewre jî min vê nivîsa xwe ji bo roja jinan di meha Adarê de weşand. Li Stockholmê jinên kurd roja 8ê Adarê pîroz kirin, ez jî beşdar bum û min ji jinên ku nas dikir re pêşniyar kir ku ew romana ”Nalebar” bixwînin.

Romana Cîhan Yildirim ”Nalebar” bi bergek xweşik hatiye xemlandin. Berga pirtûkê gelek xweşike û bala mirov dikşîne. Di berga romanê de wêneya keçek bedew, spehî heye. Bergên pirtûkên ku weşanên J-J weşandiye bi tevahî başin. Pirtûk di nav weşanên J-J de hatiye weşandin. Navenda weşanxaneyê li Diyarbekire. J- J çiye? Tê çi maneyî ez nizanim. Gerînendeyê weşanê birêz Azad Zal e. Edîtoriya pirtûkê romannivîserê kurd birêz Îlhamî Sîdar (ku wî jî gelek romanên hêja nivîsiye) û redaksiyona wê jî birêz Îsmaîl Dîndar kiriye. Berg û rûpelsazî ji alî weşanxaneyê ve hatiye amadekirin.

 

Nalebar û gelek keçên wek Nalebar di nav civakên rojhilata navîn de û bi taybetî di nav civaka kurd, faris, arab û afgan de bi zorê didine mêran, ew bê dilê wan didine zewicandin. Li ewropayê di nav ewropiyan de zewaca bizor û bi qelend firotina keçan tune. Dema keç dibe 18 salî asîstanê sosyalê bangê wê dike û jê dipirse ka ew dixwaze bi malbata xwe re bimîne yan dixwaze cihê bibe here xaniyek de bi sere xwe bimîne. Heger keç here sosyal heqê kirê û mesrefa xwarina wê dide hetanî ku keşik kar bike yan xwendina xwe a dibistanan temam bike.

Kalê Nalebar e Mîzbah deyndare û ew dixwaze Nalebar zû, di temenek biçûk de bizewicîne, bi qelenê wê deynê xwe bide. Mîzbehê Kal Nalebarê bi Semyanê kal re dizewicêne û qelen digre deynê xwe dide. Zewaca Nalebarê di bin zilm û zordariya mêrî de, di bin lêdan û tehdayê de bi êş, bi xemgînî derbas dibe. Nalebar neçar dimîne, dema ku “mêrê wê” di xew de ye, bi kêrê lê dixe û ew dikuje.

Nalebar mêre xwe dikuje û dice Stenbolê, li wir jî gelek buyer têne sere wê. Li parkê rûnî dike, sê beredayî, sê tolazên kuçan, sê magendeyê bênamûs dibine belayê sere wê û ew direvînin û dibine di nav darîstanê de tecawizê wê dikin. Dema min vê xwend ez gelek xemgîn bum, dil û kezeba min şewitî. Piştî vê bûyera trajîk ku tê serê Nalebarê, êdî ew li Stenbolê ”li ser sifreya guran dibe pariyek xwarin û jineke lewitî û goştê xwe ê spî difroşe. ” Bi gotinek kin û kurt Nalebar li Stenbolê dibe kedkara seksê û di menzela otelê de laşê xwe difroşe.

Nalebar jiyaneke zor û zahmet derbas dike, feqîr û belengaz dibe, dîn dibe dikeve nexweşxaneya dînan û herweha gelek tiştên ecêb têne sere wê. Trajediya Nalebarê xwendevan xemgîn dike, dil û kezeba mirov dişewitêne.

Em binêrin ka çi bi sere bavê Nalebarê hatiye: “di şevek tarî de, hin mirovên bi rûpoş ango hêzên ewlekariya dewletê, dorê li mala wan digirin û piştî lêdan û îşkenceyên mezin bavê wê  bi zorê direvînin û demek dirêj haya malbatê jê çênabe.” Piştî demeke girtina bavê wê, dadgeha dewleta dagirker 12 sal ceza dide wî. Bavê Nalebarê girtiyê hepsê ye û 12 sal hepis xwariye, dema ew ji hepsê derdikeve gelek li du keça xwe digere ku wê bibîne, lêbelê ew nabîne. Belê bavê wê ew nabîne. Nalebar ”dîn dibe, li kuçe û kolanên Stenbolê bê cih û war dimîne, di tenêtî û hejariyek de li ber dîwarê dibistanek ku di zaroktiya xwe de pir jê hez dikir, dimire.”

 

Nalebar li Stenbolê di pavyonekê de rastî mirovek bi navê Alper tê, ew bi hev re diçin mala Alper û li wir bi hevre pevşabûnê pêk tînin. Pevşabûnên wan ên wê şevê gelek baş û xweş hatiye ravekirin. Nivîskar wekî hinek nivîskarên kurd ên din li ser xwe sansur daneniye, wî bi şêweyeke azad û netirs pevşabûnê rave kiriye, ev jî hêjayê pesnê ye…

Ez li gelim ku di berehemek edebî de li gor naverok û pêvajoya bûyerên di romanê de erotîzmeke bêhefsar, bê sansur, bêqedexekirî hebe.

Pevşabûna di mala Alper de vê rastiya jinan tine berçavan. Dema pevşabûn bi dilê jinê be, gelek xweş dibe, bi tehm û lezet dibe, bi coş dibe. Nalebar ji dil dixwaze bi Alper re şadiman bibe. Nalebar û Alper bi pevşabûneke bi dilûcan hevûdu dibine bihuştê. Ji bo Nalebar seksa bi Alper re zewqeke bêpayan dide wê. Ev cara yekeme ku ew ji pevşabûnê keyf û zewq werdigre, şad dibe.

Romannivîser di rûpelên ku qala pevşabûna Nalebar û Alper dike de sahneyeke erotîk, dîmeneke erotîzma hunerî rave dike. Ev sahneya erotîk bi hunereke edebî hatiye pêşkêşkirin. Bextewarbûna şadimaniya zayendî ewqas xweşik hatiye qalkirin ku, ji bo vê ravekirina erotîk a bi zimanekî edebî û hunerî ez nivîskar pîroz dikim. Li gor bîr û raya min, li gor dîtina min, erotîzma ku di romana Nalebar de hatiye ravekirin, sahneyên erotîk tehm, lezet û coşeke xweş daye romanê û herweha naveroka wê dewlemend kiriye û xwe bi şêweyeke xweşik bi xwendevan daye xwendin.

Romana Nalebar “ligel têkoşîna jinek ku bi şikestinan dagirtiye, di heman demê de pirsgirêkên gelê kurd yên demeke -salên nodî- siyasî û civakî jî di serpêhatiya Kendav -bavê Nalebarê-  de berpêşî xwendevanan dike. Ji heman malbatê du kes bi ber bayê zilma dewleta romê dikevin. Yê yek kekê Nalebarê ye ku li çiya ji hêla leşkeran ve tê kuştin, yê din jî bavê wê ye ku di êvareke ku endamên malbatê li ser sifrê ye, mirovên bi rûpoş bi ser malê de digirin û bavê Nalebarê bi teroristiyê tawanbar dikin û wî bi darê zorê direvînin û di tariya şevê de winda dikin. Disa ji bo cerdevantiyê pest û pêkutiya li kalikê Nalebarê tê kirin jî hêla romanê ya siyasî ravî me dide û me ber bi salên dojehî yên heyama serdestiya cerdevan û leşkeran derbasdar bû ve dibe. ” Binêrin nivîsa birêz Mahmut Ozçelîk.

Edebiyata kurdî bi berhemên wek romana ”Nalebar” dewlemend dibe, pêş dikeve. Naverokên berhemên wek Nalebar balê dikşînin ser pirsa jinan ango pirseke sosyal civakî. Zewacên bêdil, bi zora malbatê keçan zewcandin, keçên temenê wan biçûkin bi zilamên kalepîr re zewicandin hêj jî di nav civakê de didome. Têkoşîna ji bo azadiya jinan, ji bo wekheviya jin û mêran netenê wezîfeyê jinane, herweha wezîfeyê mêrane jî û divê nivîskar jî bi afirandinên xwe, bi berhemên xwe ên edebî mil bidine têkoşîna jinan. Divê nivîskar di berhemên xwe de balê bikşînin ser vê mijarê. Nivîskarê kurd Cîhan Yildirim vî tiştî pêk aniye û wî bi berhema xwe a hêja naveroka romanê li ser vê mijarê hunandiye. Min jî di pirtûka xwe a bi navê ”Jin û zîndan” de bi tevahî mijara pirsgêrika jinên kurd anîbû zimên. Niha di edebiyata kurdî de çend berhemên edebî ên ku nivîskarlên wan jinin di roman û kurteçîrokên xwe de wek mijara sereke dest avêtine vê mijarê û ev jî şayanê pesnê ye.

Belê, di romana Nalebar de trajediya malbateke kurd, trajediya jinek kurd heye. Mijara romanê dikare bibe fîlmek serketî. Ez hêvîdarim roj bê fîlmçêkerên kurd Nalebarê bikin fîlmek kurdî.

Nivîskarê kurd Cîhan Yildirim bi berhemeke realîzma civakî kêmasiyeka rastiya civakê û herweha xirabiyên adet û toreyên civakî derxistiye hole û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Wî bi vê berhema xwe a hêja, bal kişandiye ser mijareke girîng û herweha wî pêçî –tilî-daniye ser birîneka kurdan, ez wî pîroz dikim ku berhemek hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye.

Lokman POLAT

Adar 2017

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply