Hostayê meqamên kurdî

Stranbêj û melodîsaz û dengbêjê kurd Ezîz Şahrox ji bo gelek ciwan û nûciwanên kurd di warê muzîkê de bûye mînak. Karê û xebatê wî mamostetî bûye lê muzîkê jî didomîne û dengê wî yê xweş mêvanê mala kurdan e û hêviya dilê evîndaran vedigêre.

Muzîka kurdî roleke girîng di parastina çand û zimanê kurdî de dilîze. Gelê kurd di jiyana xwe de cihekî taybet dide muzîkê. Dema mirov li şêweya jiyana gelê kurd dinêre rola muzîkê xuya dibe, di şahî û şîna wan de muzîk heye. Muzîk bi jiyana gelê kurd re hatiye siriştin. Muzîka kurdî li hemû deverên welat xwedî reng û ciyawaziyeke taybet e. Muzîka kurdên Rojhilat ne tenê di nava xelkê kurd tê tê hezkirin û guhdarîkirin herwisa em dibînin ku vê muzîkê bandoreke ecêb li ser muzîka Îranê û bi taybetî jî li ser muzîka farisî kiriye. Gelek stranên kurdî bi melodiya kurdî û tenê bi guhertina helbestên kurdî bi farisî hatine icrakirin. Tesîra rengê muzîka kurdî li ser muzîka Îranê bi her awayî xuya dike.

Rola hunermendên kurd di mûzîka Îranê de jî gelekî xurt e. Civaka kurdî ti caran bi awayekî xerab li muzîkê nenêriye û weke nerît li gelek deverên Kurdistanê muzîk tiştekî pîroz tê hesibandin. Li gor vê bingehê jî muzîka kurdî xwe digihîne çavkaniyên zelaliya rastî û heqîqetê. Bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê huneraferîn û kesayetperwer e. Gelek şexsiyet û kesayetên hunerî, muzîkvan û helbestvan li Mehabadê perwerde bûne û di warê hunerê de gihîştine asteka bilind.

Mûzîka resen ya kurdî vedigêredîroka çend hezar salan. Dengê hunermendên kurd yê siruştî û jidil berê mirov didine dîrokeke kevn û resen.

Muzîka Rojhilatê xwedî şêwaz û rengekî taybet e, gelek hunermendên kurdan ên mezin ji Rojhilat ser hilanîne û mora xwe li dîroka muzîka kurdî xistine. Seîd Elî Esxer, Ebasê Kemendî, Koma Kamkaran, Keyhanê Kelhur, Mihemedê Mamlê, Ezîz Şahrox û gelek mînakên din hene ku li dinyayê tên nasîn.

Ezîz Şahrox stranbêj û melodîsaz û dengbêjê kurd, yek ji kesayetên hunerî di tarîxa yê çand û hunerê Kurdistanê ye ku dengê wisa zelal û resen û siruştî nadir in û nayên jibîrkirin. Ezîz Şahrox ji bo gelek ciwan û nûciwanên kurd di warê muzîkê de bûye mînak. Kar û xebatên wî tî ye lê muzîkê jî didomîne û dengê wî yê xweş mêvanê mala kurdan e û hêviya dilê evîndaran vedigêre. Gelek keç û xortên kurdan bi rêya muzîka Şahrox bûne evîndarê muzîka kurdî û dengê zelal yê Ezîz di dilê her kurdekî de cih digre.

Şahrox ji bo icrakirina muzîka kurdî çûye gelek festîvalên hunerî û beşdarî gelek bernameyên hunerî bûye. Dengê wî ji bo gelek ciwan û hunermendên amator re bûye çavkaniya ilhamê.

Ezîz Şahrox sala 1938’an li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Evdila bavê wî û bavkalê wî ji Bijê ji Başûrê Kurdistanê ne. Bavkalê wî dema ku ciwan bûye hatiye Îranê û li gundekî devera Mengûrê niştecih bûye û bi keçek ji êla Mengûrê re zewiciye. Diya wî Amine ji malbata Nehrî yê Bakurbûye. Ew di dema şerê yekem ê cihanê de ligel birayê xwe awareyê Îranê bûne. Dê û bav û malbata wê bi destê rûsan hatibûn kuştin. Birayê wê jî li Urmiye hatiye kuştin.

Ezîz Şahrox dibistana seretayî û navîn di sala 1960’ê de li bajarê Mehabadê temam kiriye û piştre ji bo domandina xwendina xwe çûye Urmiyê. Sala 1961’ê de dest bi karê xwe kiriye. Sala 1963’ê ji aliyê rejima Îranê ve hatiye desteserkirin û sala 1966 ji zindanê hatiye berdan, lê ji bo 10 salan ji kar û xebatên civakî hatiye bêparkirin. Wê salê bi keçeke mehabadî bi navê Kubra Xosiye re zewicî ye û ji wê zewacê ew bûne xwediyê 5 keçikan.

Dengê Ezîz Şahrox bê hempa û dilnişîn e û malbata wî jî gelekî dengxweş û hunerperwer bûye. Bavû birayê wî jî eleqedarî muzîkê bûne û stran xwendine. Şahrox bi bihîstina berhemên yên weke Seîd Elî Esxer û Kawîs Axa ber bi muzîkê ve hate kişandin. Ew ti caran li ber destê yekî nebûye şagird. Wî bi temrîn û rahênana ji ser dengê tomarbûyî û gramafonê yê yên weke Mehmed Salih Dîlan, Tahir Tofîq û Hesen Cizrawî karî stranbêjiyê hîn be. Ew herwisa şêwaza muzîka Mehmedê Mamlê jî hîn bûye û stranbêjiya Mamlê tesîreke mezin li ser wî daniye

Sala 1957’ê yekem car dengê wî ji radyoya Mehabadê gihîşte guhê her kesî.

Karê wî tî bûy lê bi ser ve helbest jî digotin û wî ji bo stranên xwe re helbest digotin. Herwisa ji bo stranên xwe re melodî jî saz dikirin ku em dikarin stranên weke “Ez Tenhayî”, “Tu Derya yî”, “Şoreşa Naumîd”, “Detperestim” û “Asîmana Şîn” bi nav bikin.

Ezîz Şahrox xwedî ekoleke taybet e di stranbêjiyê de ye ku di muzîka kurdî de taybet ya wî ye û gelek alîgirên wî hene. Ew şarezayê muzîk û meqamên kurdî (Qetaran) e. Meqama Şîrînbeyan yek ji şahkarên wî ye ku bi şêwaza xwe ya taybet icra kiriye. Ew li hemû Kurdistanê binavûdeng e û ji vê hêlê ve ew hunermendekî navnetewî tê hesibandin.

Ezîz Şahrox li gel sazjenên binavûdeng jî bername icra kiriye, Micteba Mîrzade di du albûman de li gel Ezîz Şahrox bûye, “Ez Destê İşq” û “Meqama Hîway Şîrînim” herdu albûmên wan bi hev re ne. Herwisa koma Kamkaran, Celîl Endelîbî, Seîd Ferecpûrî, Husên Hemîdî, Mihemed Fîrûzî, Behram Saidî û koma Abîderê ligel Şahrox bername icra kirine. Navdartirîn albumên wî; Zemane, Ez Destê İşq û Ronak in ku Hemîdriza Xucendî melodiya wan çêkirine.

Muzîka kurdî li Îranê gelekî popular e netewên din yên îranî jî ji muzîka kurdî hez dikin û gelek ji berhemên hunermendên kurd ji aliyê hunermendên navdar yên fars ve hatine dubarekirin û ji nû ve hatine icrakirin. yên muzîka farisî yên weke Mihemed Riza Şeceriyan hertim qala Seîd Elî Esxer dike û heta çend melodiyên Seîd jî ji aliyê Şeceriyan ve hatine dubarekirin, herwisa Elîrizayê Îftixarî û hin hunermendên din ji muzîka Ezîz Şahrox ilham wergiritne û staranên wî ji nû ve bi helbestên farsî û bi heman melodiyê icra kirine.

Berhemên Ezîz Şahrox ev in; Ez destê işq, Awat, Zemanê, Bi yadê Seîd Elî Esxerê Kurdistanî, Ronak.

Memê Botî-imp-news.com

 

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply