Qumar û Ziyanên Wê (Xûtbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (90).               المائدة                                                                                                                         

Bawermendên birûmet!

Yek ji wan kiryarên ku Xuda Teala qedexe (heram) kirî, qumar e. Aqil û tenduristî du nîmetên mezin in ku Xuda dane Kurê Adem.  Vêca qumar ew e ku bikaranîna van nîmetan di ziyan û zirarê de ye. Çend ji zirar û ziyanên qumarê ev in: Hêz û quweta  xwe ya heyî di ziyan û xirabiyan de bi kar bîne, jiyana xwe ya bi rêk û pêk veguherîne bi bal jiyaneke bê rêk û pêk ve û ji efradên malbatê re bibe mînaka xirabiyê û kîn û nefreta wan bi dest bixe. Lewre ew dixwaze bêyî karkirinê xwe dewlemend bike. Ji leystikvanan, yekî wê her kar bike, yê din wê her winda bike. Yê winda kirî, ji bo ku kar bike; yê kar kirî ji bo ku bêhtir kar bike, biçavsorî li ser leystikê dewam dikin. Di encamê de wê her yek winda bike. Ji bo vê yekê ew leystikên ku di wan de karkirin û windakirin hene, di bin çi navî de dibin bila bibin, ew qumar e. Ji bo ku em xwe ji van ziyanan biparêzin dînê Îslamê, qumar qedexe kiriye û ji gunehên mezin hesab kiriye.Dînê me, emrê me dike ku em rizqê xwe ji rêyeke helal bi dest bixin û ji yên heram jî xwe dûr bikin. Mîna hîle, xapandin, zilm, zordarî û qumarê.

Misilmanên birûmet!

Qencê wî tiştê ku ez wesiyeta wî li nefsa xwe û cemeeta hazir dikim, teqwatiya Xuda ye. Xuda Teala wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Ji Xuda Teala bitirsin û bila her kes binêre ka ji bo sibehê (roja qiyametê) çi amade kiriye (û li pêşiya xwe çi rê kiriye) Xuda Teala ji kirinên we agahdar e.”[1] “Gelî bawermendan! Ji bazirganiyeke ku dilê we be pê ve, di nav xwe de, malên hev bi neheqî nexwin û hev nekujin. Bi rastî Xuda Teala hemîn ji bo we pir dilovan e. Kî bi êrîşkarî û bi neheqî vê bike vêca em dê wî bêxin nav agir. Ev li cem Xuda Teala hêsan e.”[2] Bendeyên Xuda, bêguman Xuda Teala qumar bi vê ayeta pîroz qedexe kiriye: “ Gelî bawermendan! Bi rastî mey (şerab), qumar, peykerên (pûtên) çikandî, falên bizaran û (leystikên) şans pîs in, ji karê şeytan in. Nexwe xwe ji wan dûr bigrin, da ku hûn (li dinya û axretê) serfiraz bibin. Bi rastî bes, şeytan dixwaze di mey û qumarê de kîn û dijminahiyê bixe nav we û we ji zikrê Xuda û kirina nimêjê bide paş. Êdî ma ne bes e.[3] Sebebê qedexebûna wê xwarina malê însanan bi rêyên betal e. Çawa ku me di ayeta 29emîn a di Sûreyê Nîsa de derbas kirî. Ji bo vê yekê qumar ji gunehên herî mezîn e. Lewre Xuda ew bi meyê re aniye. Armanc ji qedexebûna  wê ew e ku Xuda ji kesên misilman dixwaze jiyana xwe bi rêyên helal bidomîne. Xuda qumar qedexe kiriye lewre nexweşî û dijminahiyê di nav mirovan de çêdike û çendî her du alî bêjin em razî ne jî.

Misilmanên birûmet!

Xuda  Teala, di der barê qumar û meyê de di Qurana pîroz de wiha diyar kiriye. Ku pîsatiyên ji karên şeytan in û ji misilmanan re bi teqez hatiye qedexekirin. Ji bo vê yekê her misilman neçar e xwe ji wan dûr bike. Bila neyê jibîrkirin ku xweşî û aramî bicihanîna emrê Xuda û pêxemberê wî de ye.

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1] El-Heşr 18

[2] En-Nîsa 29-30

[3] El-Maîde 90-91

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply