Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye! Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî!

Komek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.

Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.

Di wê nameyê de rewşenbîrên ragihandiye: “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenaba te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku wek endam û pêşmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di Nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, Mistefa Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha Adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike.”

Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî piştî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê Kurd tînin!”

Rewşenbîrên Kurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e! Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin şermezar dikin, ji  Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply