Pirtûka UNICEFê, “Qehremanê min tu yî” bi kurdî hati weşandin

Ji bo zarok nexweşiya Covid-19ê nas bikin û ji bo alîkariya têkoşîna bi nexweşiyê re pirtûkeke nû ya çîrokan hatiye amadekirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC), Fona Alîkariya Bi Zarokan re ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF), Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR), Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navnetewî (IFRC) û Save the Children jî din av de zêdetirî 50 dezgehên xêrxwaz ji bo amadekariya vê pirtûkê alîkarî kirine.

Ev pirtûk berhemkirina projeyekê ye ku ji aliyê Komîteya Daîmî ya Navsaziyan û Koma Referansê ya Piştgiriya Psîkososyal û Tenduristiya Derûnî di Rewşên Lezûbez de (IASC MHPSS RG) ve geş bûye û hatiye birêvebirin.

Ji bo gelek zimanên din jî hatiye wergerandin

Rapirsiyeke global bi erebî, îngilîzî, îtalyanî, fransîzî û îspanyolî di dema şewba COVID-19ê de bo ku hewcadariyên psîkosoyal û tendirustiya derûnî ya zarokan bê nirxandin hatiye belavkirin. Çarçoveya mijarên çîrokê li gorî encamên vê lêkolînê hatiye sazkirin.

Pirtûk bi rêbaza vegotineke çîrokî li gelek welatan bo zarokên ku COVID-19ê tesîr li wan kiriye hatiye belavkirin.

Ji gelek deverên dinyayê ji  hezar û 700î zêdetir zarok, dêûbav, kesên ku lênêrîna zarokan dikin û mamoste bê çawa bi COVID-19ê re serî derdikevin ji me re wext veqetandin.

Ev çîrok bo zarokên dinyayê, ji aliyê zarokên dinyayê ve hatiye bipêşxistin. IASC MHPSS RG Helen Patuck kesê ku vê çîrokê nivîsiye û daye wênekirin qebûl dike.

Kovara Derûnnasiyê, Psychology Kurdî ji îngilîzî ji bo kurdî (kurmancî) wergera wê kiriye. Siyabend Aslanî pirtûk wergerandiye, Sîdar Ozmenî jî sererast kiriye.

Hûn dikarin ji vê girêdanê pirtûkê daxînin û ji zarokan bixwînin.

Bîanet/FD

Daxîne

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply