Dîroka Sînemayên Welatên Cîhanê

Li Îranê Sînema

Yekem filmên farisî yên metrajdirej bi navê Duhter-i Lor (Keça Lor, 1933) Ardeşir Îranî li Hindistanê kişandiye. Ev film li ser bilindkirina netewperestiya Îranîya rawestaye û bi vê armancê biserketiye jî.

Di dema Şerê Cihanî yen Duyem de DYA ji bo ku piştgiriye bide dewletên nekomunist, bi taybetî yên wek Îranê ku cîranê Sovyetêne, gelek projeyên filman çekirin û film nîşandan. Bi vê armancê komek sînemager di serê sala 1950î de şiyandin Îranê.

Di sala 1978an de li Abadanê sînemaya Rex hate şewitandin û di encamê de nezî 400 temaşevan hate kuştin. Êdî şewitandina sînemayan, bu erkek ji hilweşandina rejima şah. De sala 1979an de nezî 180 salonên sînemaye hatin şewitandin.

Ayettullah Humeynî; ‘Sînema ji bo ku mirovên Îranî bixe kole ji hêla şah ve dihat bikaranîn.’ Humeynî ne li dij sînemaye bû, li di bikaranînan xerab bû. Ji bo vena di sala 1982an de saziyeke sînemaye bi destê dewletê hate avakirin.

Derhêner Ohannes Ohanyan filmê yekem yên Îranîyan di sala 1928an de bi navê Abî we Rabî kişandiye.

Abbas Kiarostami (z. 1940) ‘Sînema rêyeke ji bo ku mirov bigihişê xeyalên xwe.’

Piştî Şoreşa Îslamî (1978), gelek sînemagera dev ji sînemaye berdan an koçî welatên dî kirin. Di sala 1983an de ji 897 filmê biyanî û ji 2208 filmên xwemalî; ji ê biyanî 513, ji ê xwemalî 1956 film hatin qedexe kirin.

Ji bo sînemayeke îslamî û antî emperyalist di sala 1983yan de sînema di bin navê saziya Farabî de bu malê dewletê.

Li Tirkiye Sînema

Nîşandana filmên pêşî di sala 1987an de li Beyoğluya Stenbolê çêbûye. Filmên pêşî yen Osmanîyan an ku Tirkiye, ji hêla kameravanên biyanî ve hatine kişandin. Filmê pêşî yi Tirkiye ji hêla FuatUskına ve bi navê Hilweşîna Peykera Rus ya Ayastefanosê di sala 1914an de hatiye kişandin.

Piştî ku Komara Tirkiye avabû rayedaran guh nedan sînemaye. Heta salâ 1941ê Muhsin Ertuğrul wek yekanê derhênerê sînemaya Tirkiye bû. Ev jî dibû sedema ku Ertuğrul bikevê bin bandora îdeolojiya yek partiya Tirkiye de.

Li Tirkiye piştî desthilatdariya Adnan Menderes ji hêla sînemaye ve pêşketinen baş çêbûn. Di navbera salên 1917 – 1947an de 58 film hatibûn kişandin. Lê heta sala 1956an hejmara filman gihaşt 359an. Di navbera salên 1960 – 1970yî de li Tirkiye wek avakirina sînemaya netewî derket meydanê. Bi taybetî Halit Refiğ serkeşiya sînemaya netewî kir. Refiğ bi filmê Aşk-ı Memnu (Evîna Qedexe, 1960) destpêkir.

Derhêner Ümit Elçi di sala 1992an de bi filmê Mem û Zîn cara yekem tegeha Kurd xiste sînemaya Tirkiye de.

Yeşim Ustaoğlu di sala 1999î de bi filmê Güneşe Yolculuk (Rêvingiye Ber Bi Roje Ve) pirsgireka Kurd be cesareteke sîyasî kişand.

Mesela Kurd û mijara rêxistina pkk cara yekem ji hêla Reis Çelik ve di sala 1997an de bi filmê Işıklar Sönmesin (Ronî Venemirin) anî ziman.

Li Hindistanê Sînema

Li Hindistanê cara yekem sînema di 7ê Tîrmeha 1896an de li bajarê Bombay tê nîşandan. Ev film, filmê ku Braderên Lumierre kişandine. Dive neyê jibîrkirin ku wê demê Hindistan dibin dagirgeriya Îngilistanê de bû. Filmê yekem yê Hindîyan di sala 1913an de ji hêla derhêner Dadasaheb Pahalke ve hatiye kişandin. Navê film Raja Harishchandra anku Şah Harishchandra ye.

Îngilistanê bi navê parastina ehlaqê civakê, ji bo filmên ku mijara netewetî û azadiye dikirin komiteya sansûrek dijwar damezirand. Armanca vê komiteye rê li ber azadixwazên sînemagerên Hindî bigrê.

Li Hindistanê di serdema filmên bêdeng de 1280 film hatiye kişandin. Ji van filman tenê 13 film gihaştine roja me.

Li Hindistanê filmê yekem yê bideng filmê Ardeshir Ara ye bi navê Alam Ara (Bedewa Cihanê, 1931) e. Di filmên bideng de tişta herî berbiçav stran û raks e.

Hindistan di sedsala 16an de kete bin bandora Ewropiyan. Cara pêşî Portekîzîyan koloniyên xwe li vir avakirin. Ji bo ku li Hindistanê yekîtiyeke sîyasî nebû, Ewropiyan pêşî Hindistan ji hêla aborî ve dagirkirin dûvre ji hêla sîyasî ve xistin bin destê xwe. Di sala 1876an kralîçeya Brîtanya Mezin Victoria xwe wek kraliçeya Hindistanê îlan kir. Hindistan çavkaniya abori ya ku Britanya Mezin xwedi dikir.

Li Hinditanê filmê bideng yê yekem yê Ardshir Ar yê binavê Alam Ara an ku Delala Cihanê (1931) hatiye kişandin. Di vî filmî de lîstikvanên Hindî yê navdar Raj Kapoor dileyîzê.

Ewropiyan sînemaya Hindistanê bi derhêner Satyajit Ray bi filmê Pather Panchali (1955) naskir. Satyajit Ray ji bo taybetmendiyên filmên Hindiyan wiha dibeje; ‘Hunermendekî ku 5 an 6 strana dibeje heye. Komeke ku dans dike heye. Jineke baş, mêrekî baş, jineke nebaş, mêrekî nebaş heye. Mijar bi gelemperî evîne lê di filman de maçkirin nîne. Sahneyên derve li Keşmir, Paris an Tokyo têne kişandin.’

Li Hindistanê filmên bideng bi xwe re pirsgirekên nû tênê. Ji bo ku li Hindistanê yekîtiya ziman nine (11 ziman têne axaftin) bu sedema ku bi zimanê cuda sê navendên filmkişandine avabibe. Temaşevanên dema sînemaya bêdeng dibe parçe û temaşevanen her filmekî kêm dibin. Navenda herî girîng Bollwoode ku ew jî li Bombaye ye. Her dû navendên dî li rojhilat Kalkuta û li başûre rojhilat Madras in. Li Bombay film bi zimanê Hîndî; li Kalkuta bi zimanê Bengal, Assam, Orya; li Madrasê bi zimanê Tamil, Malaya, Kannada film hatin kişandin.

Sînemaya Hindistanê jî li ser sîstema Sterkan avabûye lê desthilatdarî de destê mêran deye. Jin tenê di filman de alîkariya mêran dikin.

Raj Kapoor (1924-1988) di filmên xwe de çîroka mirovên ku ji civakê hatine dûrxistin têne ser perdê. Filmê herî navdar yê Raj Kapoor filmê Awaara (Avare, 1951) e.

Li Sovyetê Sînema

Li Rusyayê piştî şoreşa bolşevîkan Lenîn, 27ê Tebaxa 1919an de sînemaye dixê male dewletê.  Lenîn giringiyeke mezin dida sînemaye. Lenîn pêdizanî bû ku sînema ji bo perwerdehiya gel û ji bo ku gel rejîma nû bipejirêne wek navgîneke giring bikar dikir. Bêdengbûna sînemaye û giranîya dîmenan ji bo mirovên ku nexwende û mirovên ku bi zimanê cûda dipeyîvîn re dibû navgîneke ragihandinê. Sînema di sala 1918an de ji bo propagandaye li her devera Sovyeta Nû belav bû.

Lenîn di axaftineke xwe de ‘sînema hunera ku herî zêde em giringiyê didinede ye’ dibeje.

Sovyetê giringî da filmên nûçeyan û dokumenteran. Trenên sînemaye avakirin. Ev tren li her bajarî digeriyan. Bi vî awayî sînema di demeke kin de gihaşte her devera welatê Sovyetê.

Li Sovyeta Nû di navbara salên 1918 – 1920an de nezîki 100 filmên propagandayê hatin kişandin. Ev film li ser beşdarbûna arteşa sor, genim dayîna dewletê, li hember dijmin şiyarbûn hwd filmên propagandayê hatine kişandin. Ji van filmên propagandayê re filmên agitkî tê gotin.

Avakerê sînemaya Sovyetê Lev Kuleşov (1899-1970) tê pêjirandin. Li gorî Lev Kuleşov sînema li ser pişta derhênere, ti giringiya listikvanan nîne. Sînema ji listikvanan bi taybetî jî ji listikvanên tiyatroye dibe were rizgarkirin. Listikvan tenê ji bo tevger û daxwazên derhêner bicîh bênin wek navgîneke dibînê.

Kuleşov sînema ji tiyatroye bilindtir didît. Wek dî sînemaya Sovyet kesên wek Dziga Vertov, Vsevolod Pudovkin, Sergei Mihailoviç Eisenstein, Aleksardr Dovçenko bi dehan derhênerên ku di dinyayê de têne naskirin hene.

Di nav derhênerên Sovyetan de yê herî navdar Sergei Mihailoviç Eisenstein e. Filmên Sergei Mihailoviç Eisenstein yên navdar;

Staçka (Grev), 1924

Bronenosets Potyomkin (Keştiya Potemkin), 1925

Oktiabre (Çiriya Pêşîn) 1927

Ivan Grozny (Îvanê Cenawir), 1943

Ji van filman hêrî zêde filmê Keştiya Potemkin tê naskirin.

Li Japonya Sînema

Destpêka ku sînemaya Japonan li Ewropa werê naskirin bi filmê Akira Kurosawa ye bi navê Rashomon ku di sala 1951e de li Mihrîcana Filman ya Venedîke de xelata Şêrê Zêr wergirt ve ye.

Piştî şer DYA, Japonya dagirgir. Ji bedela feodaliteya Japonan demokrasîya xwe li Japonya damezrandin. Ji vê sedemê sînema Japonan jî kete bin sansura DYA. DYA sînemaya Japonan ji militarizme û ji filmên serdema navîn paqij kirin û sînemaya Japonan kirin sînemayeke demokratik. Di sînema Japonan de filmên militarist, netewperest, feodalizm, binpêkirina mafê jinan, tolhildan hatin rakirin. Di filmên nû de dagirker DYA naye nîqaşkirin û yê her film bi dawiyeke şa ye biqedê. Ji 554 filmên ku Japonan kişandibûn 225 film hatin qedexekirin. Negatîvên van filman li ber çemê Tamagawa hatin şewitandin. Ev keresata filman derbeyeke mezin li sînemaya Japonan xist.

Bêguman sînemaya Japonan mirovekî wek Akira Kurosawa diyarî sînemaya cîhanê kiriye. Îro dema ku dîroka sînemaya Japonan tê gotin dive nevê navê Akira Kurosawa tê de derbasdibe.

Filmên Akira Kurosawa (1910-198) yên navdar;

  • Rashomon, 1950
  • Ikiru (Jiyan), 1952
  • Shichinin No Mamurai (Heft Samurayî), 1954
  • Ikumono no Kiroku (Jiyaneke Bitirs), 1954
  • Dodeskaden, 1970

Ji van filmên hêrî zêde filmê Rashomon tê naskirin.

Akira Kurosawa (1910-1988) ji bo ku sînemaya Japonan bi Ewropa  da naskirin wek împaratore sînemaya Japqonan tê naskirin. Kurosawa di filmên xwe de nakokiyên dinav civakê û kesatiyan de, bi sahneyên ku tundî jê kêm nemenê da ser perdê.

Li Çinê Sînema

Li Çînê filmê pêşî 11e Tebaxa 1989an li bajarê Şanghay hatiye nîşandan. Film ji Fransayê anîne. Filmên ku li Çîne didane nîşandan filmên ku ji DYA û Fransa dianîn ku ev film yên Lumierre û Edisonin. Çêkergeha Pathe ya Franseviyan di sala 1903yan de li Şanghay studyoya xwe vekir. Di sala 1905an de di vê çêkergehê de filmê yekem yê Çîni hate kişandin.

Avakerê sînemaya Çîniyan Zheng Zhengqui derhênerên ku li pey hatine tev ji tiyatroye ne.

Piştî ku Komara Gel ya Çînê (1ê Çiriya Pêşîna 19499) hate avakirin ev rewşa nû ji bo sînemaye jî nokteyeke girîng. Sînema bi malê dewletê. Êdî tenê ji bo propagandayên Partîya Komunist filman çedike. Çîne bi alîkariya Sovyetan sînemaya xwe ji her alî ve nûjenkirin. Polîtikayên dewletê berê sînemayê da Rastiyên Civakî. Mao Zedong di civînekê de; ‘Ji bo afirandina mirovên Çîna Nû destûrên ku li huner û edebiyatê hatine kirin li ser sînemayê jî hatin dayin.’ Şahiya şoreşê, hêviyên ciwanên komunist, avakirina civakeke nû, başî bi giştî dibûn mijara filmên sînemaya Çînê.

8ê Hezîrana 1957an de kampanyaya paqijiyê destpê kir. Bi vê armancê 400 hezar kesên ku bi paşverûtî dihatin tewanbarkirin, ku ev tev zana û rewşenbîrin, ji bo ku werin perwerdekirin an ku werin terbiyekirin şiyandin kampan. Ji endamên partiya Komunist ji % 7 ji partiye hatin avetin.  Derhênerên wek Shi Hui û Lu Ban jî şiyandin van kampa.

Li Ermenistanê Sînema

Sînema di sala 1907an de bi nîşandana filmekî li Eriwanê kete Ermenistanê. 16e Nîsana 1923yan bi avakirina Goskino (Komiteya Sînemaye ya Dewletê) wek destpêka sînemaya Ermenistanê tê qebûl kirin. Hamo Bek-Nazarov (1892-1965) di sala 1926an de bi navê Namus filmekî dikşênê. Ev film dibe yekemîn filmê sînemaya Ermenistanê. Ev kes heman dem filmê Zarê (1926) dikşenê ku li ser jiyana kurdan e. Filmê bideng yê yekemîn jî ji hêla Hamo Bek-Nazarove hatiye kişandin. Navê film Pepo’ye û di sala 1935an de hatiye kişandin.

Li Misire Sînema

Li Misirê nîşandana filmê pêşî 5e Çileya Paşîna 1989an de li bajarê Îskenderiye li qehvexaneya Zawanî hatiye nişandan. Di sala 1917an de li Misirê 80 salonên sînemaye hebûn. Destpêka sînemaya Misirê wek sala 1923 tê qebûl kirin. Ji ber ku bi navê el-Bayumî mirovekî Misrî, filmekî dikşênê.

Li Misirê filmê pêşî ye bideng Muhammed Kerim bi navê Ewladû’z-Zewad (Kurê Bavê Xwe, 1932) hatiye kişandin. Di sala 1976an de li Misrê di bin rêveberiya Nasır de sansureke dijwar hate ser sînemaye. Mijara jine, jiyana heremî, baweriyen pûç, zayendîtî hatin qedexekirin. Li hember rêveberiya Nasır her cureyên dîmen, gotin hatin qedexekirin.

Sînemayeke Taybet Sinemaya Yîdîş

Sînemaya Yîdîş bi zimanê Yîdîş ku Cihûyên li Ewropa pê dipeyîvîn, çandek û edebiyatek avakir. Sînemaya Yîdîş jî li ser ve çand û edebiyatê avabûye. Zimanê Yîdîş zimanê Cihûyên dîasporaye ye.

Bi giştî filmên Yîdîş ji Polonyaye derdiketin. Li Polonyaye navenda filmên Yîdîş Varşova bû.

Wek filmê ku Zigmunt Turkow derhêneriya wî kiriye, Tkies Kaf (Sond, 1924) li ser pirsgireka asîmilasyona Cihûyên sedsala 19an dirawestê.

Filmê Jonas Kurkow, In Poylishe velder (Li Daristanên Polonya, 1929) li ser serhildana li hember Rusan ya Polonyayiyan ya ku Cihû jî bi Poloniyan re beşdar bûne radiwestê.

Piştî desthilatdariya Hitler li Ewropa Cihûyên Yîdîş navenda xwe birin DYA.

Sînemayeke Awarte Sînemaya Filistînîyan

Heta sala 1968an sinemayeke Filistîniyan nîne. Ve salê rêxistina El-Fetih bi nave Windhat Aflam Filistîn saziyeke sînemaye avakirin.  Ve saziye bi navê La lil-halis-Silmi (1969) filme xweyî pêşî kişandiye.

Sinemagerên pêşî yên Filistînê bi taybetî filmên dokumenter dikişandin. Mijara van dokumenteran  gelo Filistînî ji bo çi şer dikin? Şervan û malbatên wan dianîn ser perdê.

Bi vî awayî dixwestin doza xwe bidin belavkirin.

Di sînemaye de Reşik an Şoreşa Reşikan

Di sînemaya de reşik di dem pêşî de wek motifekî komîk hatine bikaranîn. Her çiqas reşik nehatibin pelçiqandin jî lê wek sembolekî pêkenok di sinemaye de hatiye bikaranîn. Di filmên Edison yên Dizên Mirîşkan, 1897; Pêşbaziya Şebeşan, 1899; Zarokên Reşik, 1905 mirovên reşik wek figuraneki pêkonok hatiye bikar anîn.

Lê her dem mirovên reşik wek alîkar û berdestkê mirovên spî hatine bikaranîn.

Reşikê ku cara yekem xelata Oscarê standiye bi filmê Wek Ba Derbasbû, Hattie McDaniel e.

Di salên 1960î de tevgerên mafên welatîyen reşik ji bo tekiliyen reşikan wek bingehekê tê dîtin. Piştî van tevgeran reşikan xwe erenî nişan dan. Wek reş xweşike, reş hêze.

Piştî ku di sala 1969an de Martin Luther King hate kuştin di salên 1970î de îstîsmara reşikan dî sînemaye de xwe nîşan da.

Bi taybetî di filmên dedektif/gangsteran de reşik bi cil û bergên xwe, bi tevgerên xwe wek îkonekî getto hatin nîşandan. Bi taybetî di van filman de reşik wek îkonên seksê û tundîyê û tiryakê dihatin bikaranîn.

Di salên 1980 û 1990î de di filman de ji bo reşik û spiyan dema tevlûhevbûne ye. Bi taybeti Richad Pryor, Eddie Murphy û Whoopi Goldber reşikên ku di sînemaye de bun serlîstikvan.

Li Efrîka sînema

Dîroksanê Sînemayê yên Fransevî Georges Sadoul di sala 1960î de dibejê; ‘Ji îcadkirina sînemaye heta niha 65 sal derbasbûne lê li Efrikayê filmekî ku ji hêla çermreşa ve hatibe kişandin an lîstin an bi zimanekî herêmî ku bê hatibe axaftin min ne dîtîye.’

Li Efrikayê sînema wek sînemayeke dagirger derketiye. Ev têgeh cara pêşî di sala 1913an de ji hela kovara Fransevî ya bi navê Cine Journal hatiye bikar anîn.  Ev têgeh bi wateya ku jiyana li welatên dagirkirî nasbikin, ji bo ku ciwan herin wan welatan, ji bo ku gelên wan welatan terbiye û perwerde bikin dihate bikar anîn. Dewletên dagirker di sînemayê de didane nîşandan ku ew şaristanîye dibin ew welatên ku hatine dagirkirin. Wek dî didane nîşandan ku bi hebûnên ser û bin erdê wan welatan ji bo pêşketina wan xerc dikin.   Wek dî sînema ji bo ku dînê filehîye li van welatan belavbike bikar tanîn. Di sala 1900î de li Parisê Braderên Lumiere bi navê Baignade de Negres (Şuştina Çermreşa, 1896) filmek kişandine ku ev film yeke filmê sînemaya dagirkeriye ye.

Tekîliya Cezayîr û sînemaye bi saya operatorê Braderên Lumiere, Felix Mesguich (1879-1949) despêdike. Ji ber ku Mesguich be netewekîya xwe Cezayîrî bû. Mesguich, li Cezayîr, Tunis, Fas, Tirkîye, Misir û li Himalayan jî dîmen kişandine.

Dilazad ARET
Paris 2015 – Mêrdîn 2016

Çavkanî

  • Dünya Sinema Tarihi, ed. Geoffrey Nowell-Simth, çev. Ahmet Fethi, Kabalcı Yayınevi, 2008, İstanbul
  • Rekin Teksoy, Sinema Tarihi, Oğlak Yayıncılık, 2005, İstanbul

____________

* Ev nîvis di Kovara Çirûskê de di hejmara 29an de hatiye weşandin.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply