Sêşem , 24 Sermawêz 2020

Razan-Rajan ?

Peyv yan jî lêkera “Razan”ê ku nuha li dewsa xew û nûn”ê tê kêzkirin ji kû tê: Nivîsa vê mijarê li ser pirsa hevalekî bû ka gelo ew razan ji kû hatiye û çima tenê di Kurmancî de heye?
Min hez kir beriva hevalî ji hevalên xwe yên hêja û ezîz re jî parve bikim.
Hêjayan peyva “Razan yan Rajan”ê ji sê pajên “ra+az+an” pêktê.
1- “ra” ye, weku em dizanin paja yekem ku “ra” ye, “ra” pêşgira sazkirina lêkerên asoyî ya “sazgîn”ê û peyvên nûsaz e weku:
ra+kirin = rakirin
ra+bûn = rabûn
ra+westan = rawestan
ra+xistin = raxistin
ra+bar = rabar (kamiyon)
Û yd…
2-“az yan aj” e, mijara herî sereke ev paja duyemîn e. Cihêdilxweşiyê ye ku ta nuha di hin deverên zar-Kurmancî de peyva “az”ê weku “aj”ê hê maye û tê kêzkirin (bikar anîn) ango heşîniyê. Lê ka em berê xwe bidin zimanê kevn ê Kurdî ango Pehlewanî û ka li wire v mijar çawa ye û çawa gihiştiye wateya îroyin. Di Pehlewanî de me lêkera “açîten”ê heye ku heman lêkera “aç+andin yan ç+andin” ê îro ye, di Pehlewanî de her lêker bi “ten”ê sazgar dibe ku nuha di Kurdî de bûye “tin” weku: “kuştin, ketin, bijartin, spartin, guvaştin, şûştin” yd… û xencî wê di çar qalbên din de jî Kurdîya nûh de lêker sazgar dibin ku ewan jî “an-din, din, û, în”ê ye ku yek ji wan “andin” e, ango di Kurdîya nûh de “açîten” bûye “aç+andin” û bi jêbûna dengê “a”ya yekem weku “çandin”ê qalb bûye.
Di Kurdî ya îroyin de hem “çandin” tê kêzkirin û hem “aj kirin”jî. Lê eger em zarê Soranî û farsî jî binêrin, em heman encamp digirin dest bi vî awayî.
Ji bo “çandin û aj”ê di Soranî de “çandin & najtin-naştin”ê tê kêzkirin û di farsî de “kajten-kaşten”ê tê kêzkirin, em dibînin her heman “aj” ku di bingeha xwe de “aç” e, di Soranî de bi zêdebûna “N”ê û di farsî de “K”ê di destpêkê de lêker sazgar kirine, lê xencî “çandin û najtin”ê, di Soranî de lêkera “rûandin”ê jî tê kêzkirin û bikaranîn ku ew jî ji “rû+andin”ê sazgar bûye ango “rû derketin” û peyva “kişt”ê jî bo heman wate tê kêzkirin bi taybet di her du peyvên “kiştûkal û kiştyar”ê de.
3-“an” e ku paşgir û daçeka pirjimariyê ye di Kurdî de weku em dizanin: “zarok-zarokan, pirtûk-pirtûkan, az-aj-azan-ajan” û yd…
Di vir de me mijara “açîten”a Kurdî ya kevin ango Pehlewanî û “açandin, çandin”a Kurmancî û “çandin û najtin”a Soranî û “kajten, kaşten”a farsî berkol kir û zanî. Ka nuha em werin ser peyva “razan û rajan”ê ya Kurmancî di wateya xewkirinê de.
Weku me li jor jî amade da “ra” pêşgira sazkirina lêkerên sazgînê ye, ango “ra+az+an – ra+aj+an”ê, lê di hin deverên Soranîaxêv de “hellajan” jî tê kêzkirin û bikaranîn di wateya rajan, razan û xewkirinê de ango “hilazan, hilajan” weku em dizanin pêşgira “hell yan hil”ê jî weku “ra”yê sazkarê lêkerên sazgînê ye, ango bi saya pêşgira “ra”yê peyv di wateya xewkirinê de cihgir bûye. Dîsan em li dewsa “razan û rajan”ê “raketin”ê jî kêz dikin ku ew jî bi pêşgira “ra”ê sazgar bûye ango “ra+ketin = raketin” li ser heman mantiqa “ra+az-aj+an = rajan-razan”ê. Watel “xew kirin & nûn”ê, Em di kêzkirinê de jî bo deman weku: “radizêm, ranazêm, rabizê-razê” hwd.. kêz dikin ango “ra”ya pêşgir cuda dikin û divê weha be jî. Bi Awayekî din hemû peyvên ku me mînak dan û şîkar û şîrave kirin weku:
-aj
-az
-ajan
-azan
-rajan
-razan
-çandin
najtin (naştin)
kajten (kaşten)
kiştin û yd… tevan ji lêkera kevnar û eesen
AÇÎTENê avasaz bûne û çêbûne, lê bi cîguhertin hin deng û tîpan di dem û derên cuda de.
Têbînî: ev mijar bo cara yekem e tê berkolînê, lew ez spasiya her kesî dikim ku li ser van mijarên etîmojîya zimên bisekine û bixwaze ez alikar dibim di zanîngeh û warên akademîkê de bên lêkolîn û gengeşekirin.
Qendîl Şeyxbizînî
12.11.2020

About ziman

Avatar

Check Also

Ev Tîpana Di Tirkî de Nîne

Tîpên “Êê, Îî, Qq, Ûû, Ww, Xx” di alfabeya tirkî da tune ne. Ev tîp …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.